Bebekê malbata Sûriyeyî ji sermayê wek qefilî mir

Bebekê malbata Sûriyeyî ji sermayê wek qefilî mir
05 Ocak 2016 Salı Saat 18:08 0

Bebekê 4 mehî yê malbata Sûriyeyîya ku ji ber şer ji welatên xwe revîyabûn û hatibûn li Êlihê bi cî bûbûn ji ber sermayê qefilî û jiyana xwe ji dest da. 

Malbata Sûriyeyî ji ber şerê navxweyî ya welatê xwe koç kiribûn û li Êlihê di konekê de bi cî bûbûn.Faris Hidirê 4 mehî yê vê malbata Sûriyeyî ji ber sermeya qefilî û jiyana xwe  ji dest da.Ceseda Faris Hidirê ku  bi mirina xwe bûyera Aylanê Kurdî anî bîran li Goristana Girêsîra hat definkirin.

Her weke ku tê zanîn li heremên Rojhilat û Başûrê Rojhilat hewa gelekî cemidîn û şert û mercên jiyanê giran kir.Serma û cemed digel hatina xwe xeberên qefilîn û cemedê jî anî.Di vê sir û seqemê de malbatên Sûrî yên ku ji welatên xwe koç kirine mucadeleya jiyanê didin.Her çi qas ji kesên Sûrî re ji teref xêrxwazan ve alîkarî bên kirin jî di bin van şertên jiyanê de hatina xeberên mirinên kesên Sûrî hê jî berdewam dikin.

Bûyerê xemnak a herî dawî li Êlihê pêk hat. Bebekê bi navê Faris Hidir ê 4 mehî ji ber bê derfetîyan di mala ku lê dima de ji ber serma û cemedê  qefilî û jiyana xwe ji dest da.

Ayd Hidir Alîyê ku bavê Faris  Hidir e di derbarê mirina lawê xwe de destnîşan kir ew û malbata wî ji ber bê îmkanetîyan di nava çadirekê de dijîn ku lawê wî ji ber sermayê qefilîye û jiyana xwe ji dest daye.

Bav Hidir Alî axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Em eslê xwe Sûrî ne.Em ji ber şer revîyan û hatin Girêsîra.Em berî vê 4 mehan hatin vê derê û di nava vê konê de bi cî bûn.Tevde 4 zarokên min hebûn.Lê belê yê biçûk ji ber serma û cemedê qefilî û jiyana xwe ji dest da.Teqdîrê Xwedê ye.Hemd ji Xwedê re .Bila ji Xwedê be , bila ne ji ebdan be.A niha tu îxtîyaca me bi pereyan tune ye, tenê îxtîyaca me bi ezing û komirê heye.”

Alî di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ew bi xurdefiroşîyê debara malbata xwe dike û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez heta êvarî dixebitim.Rojane 20 lîre dikeve destê min. Lê ev têra me nake.Lewra heqê îlacan jî heye.Heqê îlacan tunebana pere ku tên ber destên min hemd ji Xwedê re besî me ye. A niha ji sermaye pê ve tu pirsgirêka me tune ye.Xwedê ji we tevan razî be kesên xêrxwaz alîkarîya erzaqan ji me re dikin..”




YORUMLAR :::

Yorum Yaz GİRİŞ YAP

EĞİTİM HABERLERİ :::

YORUMLANANLAR :::

Görevden Alındığı İddialarına Yalanlama

AK Parti Artuklu İlçe başkanı Murat Bayar'ın, göre [...]

1 gün önce...

"Türkiye Gençliği Kıyamda" etkinliği

Midyat'ta Türkiye Gençlik Vakfı (TÜGVA) tarafınd [...]

1 gün önce...

Ahmet Türk'ten belediye seçimi ile ilgili açıklama

Mardin Büyükşehir Belediye başkan aday adayı olan [...]

20 saat önce...

Kılıç "Tozlu Yaşam” ile Dünya 2.si oldu

Uluslararası Fotoğraf Sanatı Federasyonu tarafında [...]

1 gün önce...

Başvurunuzu yapmak için tıklayınız! 2019 Hac ön kayıtları başladı

Diyanet İşleri Başkanlığından, ilk defa hacca gitm [...]

1 gün önce...