Dua û Rastîya Kurdan…

08 Ekim 2018 Pazartesi Saat 13:16

Dua û Rastîya Kurdan…

Di kultura hemû olan de dua hene. Dua beriya her tiştî hêviye. Dua beşek jî bîrdozî û perwerdehiya olî ne. Bı duayan mirov li xwe mikûr tên, hêvi û xeyalên xwe bi ziravî formüle dikin. Dua kesayetî û nirxên mirovan radixin ber çavan. Ev yek baş tê zanîn.

Em dizanin ku dua beri her tiştî ji Xweda tên xwestin û bicîh anîna wana jî dîsa di destê Xweda de ye. Bahweri heye ku bi rêya dua mirov hinek daxwaz û bendamayên xwe bicîh bîne. Daxwaz û bendemayên ku mirov bi xwe nikare bicîh werine, mirov bicîhanîna wana ji Xweda dixwaze. Bahweri heye ku ev daxwaz beri her tişti ji bona mirovê ku li ser rêya Xweda dimeşin hatine terxan kirin. Ji ber ku mirov bahwer dike ku Xweda mirovên bahwermend xelat dike, wana mezin dike, wana dewlemend dike, wana digîhîne meqsed û mıradên wana. Dîsa tê zanîn ku hemû felsefa olî li ser vê yekê formata xwe girtiye. Hemû ol ji Xweda efûya xwe dixwazin û bahwer dikin ku li vê Dinyayê hemû tişt û bûyer li gora daxwaza Xweda pêk tên…

Di hemû olên Semawî de ev rastî eşkere derdikeve der.

Ango başî û xerabî di Dinyayê de û realizebûna wana di destê Xweda de ye. Ji bona vê yekê dua tên kirin. Li gora birdoziya olî Xweda otorîta helî mezin e ku îcaze dide bûyerên li ser rûwê Dinyayê realize bibin. Ji aliyê Xweda de başi xelata mirovan e û xerabi ji dîsa sizaya mirovan e…

Ev rastî ne tenê ji bona kesan lê belê ji bona hemû miletan, civak, dewlet û hemû cûre komikan jî derbas dibe…

Di vê tevgirêdanê de jî hilbet mirov xwedî aqil e û hilbijartinên xwe ji divê li gora pîvanên aqilî bikin…

Belê, ez baş dizanim ku Miletê Kurd gelek dua ji bona azadî û serbixwebûna Kurdistanê ji Xwedayê xwe kirine. Miletê Kurd Bahwermend e, gelek xizmet ji ola xwe re kirine. Lê heta nûha miletê me tu xêr ji wan dua nedîtiye. Miletê ku em û wana xwediyê heman ol in, ciranê hevdû ne welatê me perçekirine, zimanê me qedexe kirine, Kurd bi sedan caran qirkirine, bajar û gûndên me werankirine, gelê me nefî kirine, Kurd asimile kirine, kîmyawî bi ser gelê mê de barandine.

Di wan kiryaran de birayên me yên misliman ji Mesihi û Cihuyan bêtir Kurd ji xwe re kirine armanc. Ango mislimanan heta nûha Kurd weke dijminan nirxandine. Wana her gav xwestinê ku Kurdan ji dîroka mirovantiyê tüne bikin û dest deynın ser dewlemendiya Kurdan ya sererd û binerd. Li erdnigariya me ew bi xwe bûnê milet, bûnê xwedî dewlet û bûnê dewlemend lê miletê Kurd li ser xaka xwe heta nûha nebûye serwer, serbixwe û azad…

Ji ber van kiryaran jî biratiya mislimanan li ber lingan diperpite…

Ango nirxên islamî yên utopîk ji hela mislimanan de ji holê hatine rakirin… Pratika siyasetê welatên misliman zora hemû nirxên islamî biriye. Siyaseta mislimanan di gelek waran de nirxên islamî bê wate kirine… Kes nema bihêsanî dikarê tixubê di navbêna mislimantiya sexte û ya rast de zelal bike. Iro mislimantiya sexte li welatên misliman hespê xwe bi çargavê dibezîne. Di hemû waran de derfetan wana ji yên ku mislimantiya rast diparêzin bêtirin. Dewlet û aborî destê mislimanên sexte de ye. Mislimanên rast ji hîna bi dilgermî ji me re qala dema çar Xelifan dikin…

Le ew ji heta nûha di hewara Kurdan de nehatine!..

Belê, bi vê mijarê ve giredayî duayeke balkêş li Herema Botan heye. Hiskoyê me yê Botî ev dua ji me re wilo bilêvkirîyê;

“Ya Rebî Tu cuhera kerê min tije ka bike

Ya Rebi Tu tûrikê min tije zêr bike

Ya Rebî Tu rêya ku kaşê li ber min berwar bike

Lê bi Xwedê ez dizanim ku te ji kesî re nekiriye

Tu ji min re jî nake!”

Ango him duayan bike û him duayên ku tê kirin jî wan bahwer neke! Hûn jî ji min bahwer bikin ku Hiskoyê me yê Botî weke Kurdekî resen duayan dike. Ew derdora xwe û ola xwe baş nas dike. Hisko baş dizane ku daxwaza wîna bicîh naye, lê ji bêçaretiya xwe Hisko dîsa hewara xwe dibe Rebê Alemê. Baş xuyadike ku di duaya Hisko de du dilîtî heye. Hisko di nava taswaseke pratik de ye. Him bahwer dike û him ji hêviya wina ji duayên wî tüneye. Heke duaya Hisko girt, ji xwe xêr li ser xêr ê ye, na heke duaya Hisko negirt, ji xwe her tişt dîsa weke berê ye.

Ez jî baş dizanim ku gelek Kurdên bahwermend duayan ji bona serbixwebûn û azadiya Kurdistanê dikin. Ev ji weke Hiskoyê Botî dizanin ku Xweda heta nûha ev tişt ji kesî re nekiriye. Û ji Kurdan re ji nake. Ma ne gotinek bav û kalan heye, dibêje; xûra xwe bi destê xwe bixûrîne!

Heta Nûha ne Ahura Mazda, ne Melekê Tawûz, ne jî Xweda ji bona serbixwbûn û azadiya Kurdistanê tiştek ji Kurdan re nekirine!

Serbixwebûn û azadıya Kurdistanê incex bi destê Kurdan pêk were, heke di vê têkoşinê de Xweda jî ji me re alikar be, mala Wî ava be! Na heke nekir jî, dîsa mala Wî ava be! Heke nikaribe tiştekî şênber bike jî, bila Ew bi xêra xwe dua ji me re bike!

Ma Kurd jî ne ümeta Wî na ne?!


YORUMLAR :::

Yorum Yaz GİRİŞ YAP

DİĞER YAZILARI :::

Hepsini Gör
# YAZI TARİH
1. Yerel Basının Önemi 20 Eylül 2018 Perşembe Saat 13:58
2. Ziman Hebûna Me Ye… 15 Eylül 2018 Cumartesi Saat 12:02
3. Ma Ji Şeliman Peqlawe Çêdibe? 12 Haziran 2018 Salı Saat 16:08
4. Milîbûn Tê Çî Watêyê? 14 Mayıs 2018 Pazartesi Saat 15:54
5. Hingivê Me Şor Bûye. 24 Nisan 2018 Salı Saat 17:15
6. Durûtiya Welatên Misliman… 15 Nisan 2018 Pazar Saat 15:23
7. Kurd Çima Naxwînin? 17 Mart 2018 Cumartesi Saat 17:52
8. Siyaset Bi Kurdî 07 Mart 2018 Çarşamba Saat 17:05
9. Jı bo xwe netew 05 Şubat 2018 Pazartesi Saat 18:21
10. FETÖ Değerlendirmeleri 27 Temmuz 2017 Perşembe Saat 14:48

YORUMLANANLAR :::

Arazisini satarak futbol takımı kurdu

Kızıltepeli Fahrettin ile Yusuf Işık kardeşle [...]

14 saat önce...

Büyük tarihi eser operasyonu

İstanbul Polisi, cumhuriyet tarihinin en önemli [...]

1 gün önce...

“LC Waikiki Aileleri Mardin'de Buluşturdu

Hürriyet Kitap ve LC Waikiki işbirliğiyle, yıl [...]

1 gün önce...

Harire Şenliğinin ikincisi düzenlendi

Mardin Büyükşehir Belediyesi’nin ikinci kez d [...]

1 gün önce...

Kaşıkçı'nın cenazesi Mardinli birine teslim edildiği ileri sürüldü

Suudi Arabistan İstanbul Başkonsolosluğu'nda ö [...]

1 gün önce...

YAZARLAR :::

Bütün Yazarlar
Fırat Ensari
1
M. Sait Ekinci
M. Sait Ekinci

Dünaysır Serencamı

3
Şerefxan Ciziri
Şerefxan Ciziri

Dua û Rastîya Kurdan…

4
Gürsel Ekmen Miroğlu
Gürsel Ekmen Miroğlu

IKBY’de Seçime Doğru

5
Veysi Elmasoğlu
Veysi Elmasoğlu

CHP İş’i

6