Gava Ku...

07 Temmuz 2017 Cuma Saat 15:44

Gava ku bi dehan bajarê Kurdan weranbûn, Kurd ji warê xwe koçberbûn, kesi tu protesto ji hêla CHP nebihistin. 

Gava ku bi dehan paralementerê Kurdan ketin zindana, bi sedan şaredar ji erkên wana hatin bidurxistin, gava ku bi hezaran xort û qîzên Kurdan hatin kuştin, gava ku bi hezaran gundên Kurdan vala bûn, kesi tu protesto ji hêla CHP nebihistin. 

Gava ku mafên Kurdan yên netewî hatin binpêkirin, gava ku bi sed hezaran şagirtên Kurdan bêperwerde man, gava ku timên taybet li bajar û gundên Kurdistanê nejatperesti dikirin me tu protesto ji hêla CHP nebihistin. 

Gava ku dewleta Tirkan careke din axa Kurdan dagırdikir, gef li serokê Kurdan dixwarin, êrişî axa ciranên xwe dikir, zirt û fort dikirin kesi tu protesto ji hêla CHP nebihistin…

Belê, îro CHP ji bona parlamenterekî xwe ji Enqera heta Stenbolê meşek dadweriyê lidardixîne! Serokatiya vê meşê jî Serokê CHP Kemal Kılıçdaroğlu dike. 

Bi Kılıçdaroğlu re hinek aktıvistên Geziyê dimeşin. Ji xwe hinek ji wana piştî Geziyê deng ji wana bilîya bû. Zirt û fortên wana ji li dera hanê mabûn! Gava ku yazdeh bajarê Kurdan bi erdê re bûne yek, kesî dengê wana, li tu deveran nebihistin…

Kılıçdaroğlu di gelek pirsên sîyasî de weke Gezicîyan bêdeng mabû. Ji ber ku ew hevalên hevdu bûn!

Ev Kılıçdaroğluyê ku hinek ehmeqên fikrî wina binavê Gandî dişibinin, lê ew di eslê xwe de serokê partiya kolonyalistanê Tirkan e. Ew li kuderê û Gandî li kuderê ye! Kılıçdaroğlu qet ne weke Gandi serkêşiya miletê xwe dike. Ev miletê xwe temsil nake û ji koletiya Tirkan pêve jî tu rêyên din ji bona Kurdan rewa nabine. Kılıçdaroğlu Kurdekî Elewî ye û asîmîle bûye. Ew nedişibe Kurdên Elewî û ne jî weke Kurdan bi tevahî tevger dike. Weke ku tê zanîn Kılıçdaroğlu beriya hemû tiştan militarist e, artêşperest e, kemalist e û Tirkperwer e. Gandî jî aştixwaz bû, li dijî militarizmê bû, li dijî kolonyalizmê bû, Hindperwer û sivil bû.
Ango, ne li gora hemû pîvanan, ne jî li gora hinek pîvanan ev herdu serok qet neşibin hevdu!
Ma kûndir û xeyar dişibin hevdu? Ma kirkidan û meşa hingîv dişibin hevdu?

Gandi li dijî Kolonyalizma İngilıstanê serbixwebûna Hindistanê dabû pêşiya xwe. Wîna serokatiya partiyeke Hindi dikir. Rêberê miletê xwe bû. Lê Kılıçdaroğlu serokê partiya Kemalıstên Tirka ye. Ev Kemalist bûn ku Kurdistan werankirin, rêberên Kurdan daliqandin, komkujiya Dersimê û Geliyê Zilan lidarxistin. Kılıçdaroğlu serokê Partiya wan kujera ye… Serokê van kujera ye ku endamên eşireta wîna bi xwe dabûn ber guleyên miteralyozan.
Ma mirov ji kesên ku esil û feslê xwe înkar dikin re, çi dibêje gelo?!

We heta nûha qet gotineke tenê li miqabili bêdadweriya ku di derbara miletê Kurd de heye, ji Kılıçdaroğlu bihistiye? Tiştên ku Kurdan ji aliyê partiya Kılıçdaroğlu de bihistiye, heta nûha tenê gotinên vingîvala ne! We qet bihistiye ku Kılıçdaroğlu ji bona dadweriyê li Kurdistanê, ji bona maf û azadiyên Kurdan tiştekî watedar gotibe gelo? Di dinyaya dadweriya Kılıçdaroğlu de, ji xwe Kurd tune ne. Di dadweriya Kılıçdaroğlu de tenê Kurdên ku ji Tirkan re xizmetê dikin hene. Yên ku weke wîna ne! Tenê dadwerî ji Kurdên ku ji esil û feslê xwe bidurketine de heye. Kılıçdaroğlu ji Tirk û Kurdên weke xwe re dadweriyê dixwaze…

Ma bav û kalên me jî ne gotine; yê ku zane, ji xwe zane, yê ku nizane jî baqê nîskaye!
Ev rasti ji hêla Kurdperweran ve îca baş hatiye fêmkirin…
Lê li miqabilî hemû van rastiyên siyasî, civatî û dîrokî, dîsa ji hinek Kurdên sergêj dixwazin beşdarî meşa Kılıçdaroğlu bibin! Hinek Kurdên sergêj qala vê meşê bi haweyekî şermokî dikin û hinek ji dibêjin; ji xwe cîhê me yê rasteqinî li vê dereye! Yên ku nizani be jî, wê bibêjin qey Kılıçdaroğlu ji bona Kurdistanê dimeşe lo! Di meşa Kılıçdaroğlu de Ala Tirkan ku 1111 metroyan pêkhatibû, li ba dibe. Wê Kurdên me yên sergêj jî dibin vê Ala Tirkan ku 1111 metroyan pêkhatiye bimeşin!
Ma ne bav û kalan ji berê de gotinê; navekî giran û mezelekî weran!
Heta ku Kurdên me yên sergêj hêviyên xwe ji partiya Kemalistên Tirkan qûtnekin, heta ku li berjewendiyên Kurd û Kurdistanê venegerin, heta ku şaşiyên xwe yên siyasi û ramanweri dubara bikin, ev e keda wana bertelef biçe.
Belê, Kurdan gotiye; Xelef keda wîna çû bertelef. Mala min e! Ma ku dikên Kurdan li ser sergoyên Tirkan bang bidin, Kurdistan rizgar dibe lo?
Gava ku Kurdan berê xwe bi rasti danê Kurdistanê, wê gavê tu pirsgirêkên ku Kurd di nava xwe de nikaribin çaresernekin wê tunebin. Ji ber ku qet nebe emê bi Kurdî bi hevdu re biaxivin!
Gava ku em bi Kurdî axivin jî.


YORUMLAR :::

Yorum Yaz GİRİŞ YAP

DİĞER YAZILARI :::

Hepsini Gör
# YAZI TARİH
1. Mesexbûn 02 Haziran 2017 Cuma Saat 17:20
2. Pirzimanî Û Pirkulturî 03 Mayıs 2017 Çarşamba Saat 15:03
3. Netewe Dewlet? 06 Nisan 2017 Perşembe Saat 18:47
4. Mirov û Ziman 13 Mart 2017 Pazartesi Saat 17:18
5. Kultura Netewî 07 Şubat 2017 Salı Saat 13:34
6. REWŞENBîR û YEKîTîYA NETEWî 12 Ocak 2017 Perşembe Saat 10:10
7. Dewleta Me 30 Kasım 2016 Çarşamba Saat 15:32
8. Hewcedarî Bi Zanyarîyê 14 Eylül 2016 Çarşamba Saat 02:40
9. Militarizmi Kutsamak 25 Temmuz 2016 Pazartesi Saat 15:14
10. Kompleksa Bindestîyê! 13 Temmuz 2016 Çarşamba Saat 17:20