Kurd Çima Naxwînin?

17 Mart 2018 Cumartesi Saat 18:52

Xiyala xwe bidin civaka Kurdan li Bakurê welêt, hınekî ji xwe re biponijin, li derdora xwe temaşe bikin û destê xwe deynin ser wijdanê xwe; bi rastî hûnê wê gavê pêrgî rastiyên civaka me yên ku tehlin, him ji bona xwe û him jî ji bona mirovên Kurd bibin. Weke kurdperwerekî hûnê çawa van rastiyan şirove bikin? Ma gelo seqa li gora heqa ye? Hûnê li derdora van rastiyên civaka me li hev bigerin, nêzikî hevdû bibin û helwestên mirovên Kurd bixwazin veşer in an na? Hûnê ser tiştan, pirs û pirsgirêkan bixwazin binuxwimînin an na? Hûnê bixwazin rastiyan berovajî tranformeyî nava siyasetê bikin an na? Hûnê bixwazin bêdeng bimînin an jî hûne bixwazin bi rastîyên civaka xwe re rû bir û bibin an na?

Belê, di civaka me de tu ji kê bipirse; wê ji were qala giringiya ziman û kultura Kurdan bikin. Wê ji mirovên derdora xwe re qala giringîya zimanê dayikê bike. Bêşik wê qala zimanê perwerde bi Kurdî bike, wê qala nasnama Kurdan bike, wê qala edebiyata Kurdan bike, wê li ser Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî,  Cegerxwîn û Tirêj ûhw çawaleke gotin bibêje. Wê qala giringiya axavtin û nivîsandina bi Kurdî bike. Wê bi dengekî bilind bibêje; ku zimanê Kurdi winda bû, an jî hate jibirkirin, ku Kurd ji aliyê ziman de asmilê bibin, wê doza gelê Kurd vemire, nemine, ûhw.

Lê di vê navê re zimanê Kurdi çiqasî tê axavtin, kedkarên zimanê Kurdi di nava civakê de çiqasî xwedî qîmetin, civak çiqasî li nivîskarên xwe guhdar dike, çiqasî berhemên wana dixwîne, ev helwest jî baş nayê niqaşkirin. Di vê mijarê de bêdengîyeke xaîn li pêşberi me ye. Ev bêdengî divê were qelişandin û Kurd ji hevdû hesaban bipirsin. Em bi hevre dikarin çi bikin? Rêxistinên siyasî, yên sivil, rewşenbir û niviskar, weşanger dikarin bi hevdû re çi bikin? Ma em hemû bi hevdû re ne hewcedarên Platformên Kultur û Zimanê Kurdî ne? Hevkariyeke madî-manewî emê çawa bikaribin organize bikin?

Divê ev pirs û çareseriya wana bi hevdû re û bi dildarî bikevin nava rojeva Kurdan.

Belê, ne ku ez dixwazim nostaljiyê derxinim pêş, lê belê nifşê siyaseta Kurdi ku beriya 12 Îlonê çalak bû, bi rastî jî aliyê xwendin û niqaşên fikrî de gelekî li pêş bûn. Qayîş û berberiyeke fikrî û teorîk hebû. Her kesî dixwend û beşdarî niqaşên ramanwerî dibûn, zanebûn xwedî qimet bû, mirovên nezan nedibûn pêşeng, rêber, berpirs, rêvebir. Vê helwesta hanê tevgera Kurdan pêş de dibir, pileya hişmendiya siyasî û teorîk bilind dibû û bi hezaran berhem jî dihatin afirandin. Bi sedan pirtûk, kovar, rojname dihatin weşandin, dihatin xwendin, dihatin belavkirin, dibûn zanebûn û di nava siyasetê de cihê xwe digirtin. Çalakvanan ev berhem bi careke re -tev rastî û şaşiyên wana- dadiqûrtandin û derdiketin mazata xebata siyasî û rewşenbîrî.

Lê îro li Bakurê wêlet qelsiyeke xwendin û axavtina bi Kurdî heye. Rewşa Kurdan xerab e. Kurd ji nirxên xwe yên bingehin bidûrdiketine. Di rewşeke wilo de bi tevahî tişt tên gotin lê ev gotin bi pêwistî nayên bi cih kirin. Çewçew ketiyê rojeva civaka Kurdan û qimeta zanabûnê jî nemaye. Cahil şîretan li rewşenbîr û nivîskaran dikin! Ango gelek tişt berovajî bûne.

Berê dihatê gotin ku zanebûn desthilatdariye, nûha dewlemendî û nezanî bûye desthilatdarî. Nûha berjewendîparêzî û şelefî bûye desthilardarî. Her kes bi qasî şelefî, nezanî û dewlendiya xwe bûyê xwedî gotin. Canbazîya siyasî û sivikbûna civakî bûnê sixletên sereke di xebatên rewşenbirî de. Yên ku perê wana hebin di her warî de quretiyan dikin, derfetên siyasî bi destdixin, yên ku şelafiyan dikin jî nanê xwe di nava satilên hingîv dadikin.

Ango aşê me çûyê û em jî bi dûv çeqçeqê ketine!

Veca, Kurdperwerîyeke bê zanebûn û bê helwestên etîk nikare bi hûtên Rojhilata Navin re têkeve nava berberiyeke sîyasî. Di vê tevgirêdanê de  civaka Kurdan divê nirxên xwe yên dîrokî, civakî, kulturî derxinê pêş û li wana bi baldarî xwedî derbikeve. Xwe li miqabilî bahozên asîmilasyonê ragire. Ji bona jîyan û siyaseta Kurdî, nirxên Kurdperwerîyê ji xwe re bike bingeh. Pêşî devê derîyê mala xwe, nav mala xwe paqij bike û ji mirovan re bibe mînak. Dûra jî, bêşik û mitale divê mertalê Kurdan ji bona pêşeroja welêt nirxên Kurdperweriyê bin.  

Ji ber vê yekê, Kurd divê bixwînin, divê bi hevre biaxivin, divê canbazî û şelefî ji nava Kurdperweran bar bike. Divê zanebûn û taybetmendiyên erenî bibin nirxên sereke di nava siyaseta Kurdperweran de. Divê em hemû bi hevrê rê û rêçikan li ber Kurdên jîr û jêhatî vekin. Xwedî li wana derkevin. Divê em hemû bi hevdû re, hevbeş û bêcudakirin xwedî li nirxên welatê xwe derbikevin.

Di Kurdperweriyê de divê hesûdî, zikreşî, bêbextî tüne be. Siyaseta ku qerpalî be û li ser nirxên neyenî ava bibe ne bi kêrî xwe tê û ne ji bi kêrî doza welatê xwe tê. Di siyaseta Kurdperwerde quretî û qerpalîbûn, nirxên neyenî asta siyaseta Kurdan nizm dike. Siyaseta ku bingehê xwe ne li ser zanebûnên ekonomî, kultur, ziman, dîrok, felsefe, edep, bajarvanî, îdarî, hûqûqî bigire, civaka xwe baş nasneke wê di pêşerojê de nikarıbe biserketi be. Em hemû dizanin û dibêjin ku siyaset ne ji bona listikên siyasîye, siyaset ji bona çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Rastîyan û encamên siyasî di dîrokê de heta nûha wilo formata xwe girtine. Ji ber vê yekê divê Kurd xwe di her warî de têkûz bikin, divê bixwînin, derdora xwe bibinin, xwe nasbikin, baş li hevdû guhdar bikin, xwedî li zanebûnê derbikevin û qimetê bidê nirxên sivilayetî û hemdemî.

Di vê tevgirêdanê de medya Kurdî xwediyê roleke sereke ye. Medya divê pirsên civakî derxîne rojev e. Divê pirsên kulturî derxine pêşberî mirovên Kurd. Divê kovar, malper, weşanxane, rojname, tv ji bona ku xwendinê pêş de bibin çalakîyan watedar bikin. Programan li darbixînin. Divê pirtûk werin danasin, niqaşkirin, stratejı werin formulekirin, bi nivîskaran, mamosteyan, rewşenbiran re gotûbêj werin kirin. Divê Kurd fikir û ramanan di nava xwe de baş niqaş bikin, ne listkên sîyasî û êrişkirinên şexsî.  

Heger ku em wilo bikin, wê magazina siyasî li himberî mezinbûna doza Kurdan gav bi gav, roj bi roj biçilmişe û asta siyaseta Kurdan berz bibe. Wê gavê emê têkevin ser rêya ronahî û sivîlayetiyê.

Ji bona ku em bigîhêjin vê encamê, divê em xwendinê stîmule (teşwîq) bikin, qimet bidin zanebûnê, fikir û ramanan niqaş bikin, derfetan pêşkêşî mirovên jêhatî bikin û rê li ber Kurdperweriyeke jîr vekin.


YORUMLAR :::

Yorum Yaz GİRİŞ YAP

DİĞER YAZILARI :::

Hepsini Gör
# YAZI TARİH
1. Ma Ji Şeliman Peqlawe Çêdibe? 12 Haziran 2018 Salı Saat 16:08
2. Milîbûn Tê Çî Watêyê? 14 Mayıs 2018 Pazartesi Saat 15:54
3. Hingivê Me Şor Bûye. 24 Nisan 2018 Salı Saat 17:15
4. Durûtiya Welatên Misliman… 15 Nisan 2018 Pazar Saat 15:23
5. Siyaset Bi Kurdî 07 Mart 2018 Çarşamba Saat 18:05
6. Jı bo xwe netew 05 Şubat 2018 Pazartesi Saat 19:21
7. FETÖ Değerlendirmeleri 27 Temmuz 2017 Perşembe Saat 14:48
8. Gava Ku... 07 Temmuz 2017 Cuma Saat 15:44
9. Mesexbûn 02 Haziran 2017 Cuma Saat 17:20
10. Pirzimanî Û Pirkulturî 03 Mayıs 2017 Çarşamba Saat 15:03

YORUMLANANLAR :::

Duyan Ailesi'nin Mutlu Günü

Mardin Mimarlar Odası Başkanı Mimar Önder Duya [...]

1 gün önce...

Tedbirsizlik az daha can alıyordu

Nusaybin ilçesinde Mardin Yolu Caddesi olarak bil [...]

1 gün önce...

400 Yataklı Ek Hastane için ilk kazma vuruldu

Mardin'de 150 yataklı eski devlet hastanesi binas [...]

1 gün önce...

5 bakanlıkta bakan yardımcıları belli oldu

Adalet, Gençlik ve Spor, Kültür ve Turizm, Sağ [...]

1 gün önce...

3 yetim annesi kadının 'İş' çığlığı

MARDİN'de, eşi kanser hastalığı nedeniyle vef [...]

1 gün önce...

YAZARLAR :::

Bütün Yazarlar
Tekin Oruç
1
Fırat Ensari
Fırat Ensari

….. dir 15 Temmuz

3
Nezir Güneş
Nezir Güneş

Gençlere Dair...

4
Mehmet Kızılkaya
5
Veysi Elmasoğlu
Veysi Elmasoğlu

Beklentiler…

6