tatlidede

15 hezar ajovanê TIRan li Iraqê mahsur man

Piştî ku derîyê sînor a Habûrê hat girtin re ajokerê TIRan li Iraqê mahsur man,ji ajokerên ku mahsur man 2 ajoker ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. 
  • 31.12.2015 21:35
15 hezar ajovanê TIRan li Iraqê mahsur man

Derîyê sînorê ya Habûrê piştî ji ber ku li Silopîyê bûyer destpêkirin û ji ber ku derketina derve hat qedexekirin hatibû girtin.Ji ber ku derîyê sînorê hatibû girtin şoferên Tirkîyê ên ku li wê rexê sînorê mabûn li Zaxoya Kurdistanê mahsur man.Ajokar destîşan kirin ew perîşan bûne  û daxwaz dikin demildest kesên rayedar alîkarîya wan bikin.

Ji ajokaran Niyazî Çîftçî bi rêya telefonê ji ÎLKHAyê re axivî û serpehatîyê xwe û yên hevalê xwe anî ziman.

 “2 hevalên me ji sermayê jiyana xwe ji dest dan”

Şifêr Çîftçî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji ber bûyerên ku li Silopîyê diqewimin derîyê sînorê girtîye.Ev bû 20 roj ku ez li vir im. Hinek hevalên min jî ev bû mehek ku li vir in.Nêzî 15 hezar şifêr di vê sermaya zivistanê de li Zaxoyê disekinin.Em di vê sermayê zivistanê de perîşan bûn. Berî vê 10 rojan 2 hevalên me ji ber sermeyan jiyana xwe ji dest dan.

 “Pereyê gelek hevalên min xelas bûn û em li van dêran  perîşan bûn”

Çîftçî di dawîya axavtina xwe de bang li kesên rayedar kir da ku alîkarîya wan bikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “A niha ez li îstasyoneke sotemenîyê dimînim. Li garajên TIRan cî nemaye.Li kevîyên rêyan bi TIRan hatine dagirtin.Nêzî 15 hezar TIR li vê derê hene.Malbatên me pir meraqa me dikin.Em bang  li rayedaran, li Serokwezîr û Serokomar dikin da ku alîkarîya me bikin.”

Yorum Yaz