tatlidede

Aramî, Aşîtî û Edalet

Aramî, Aşîtî û Edalet

Aramî û aşîtî bi edaletê ve girêdayî û pêwendîdare!

Xweda di sûreyê Nehl ayeta 90 î de emrê me bi edaletê kiriye.

“Xweda emrê edaletê û qenciyê-ihsanê û dayînê ji bo merivên nêz û dûr dike. Ji fihuşê û neqencîyê û zordarîyê jî, men dike. Ji bo ku hûn şîreta bigrin, şîreta li we dike.”

Di rêza yekem de Edalet hatiye ev balkêşe. Mana xwe dema edalet tune be ne ihsan çêdibe û ne ewleyî!

Belê edalet, lê li gor çi?
Divê edalet li gorî danasîn û pîvanên Xwedaî be. Çimkî Xeda gotiye; “Sond be; mînak û mestereyên her tiştî, Me ji insanan re di quranê de vegotiye. Kefh 18/54)

Belê, lê edalet çiye? Bi karanîna her tiştî/kesî li gorî “lîma Xulîqe” ango ji bo çi hatife afirandin an jî wedû şeyin fi mewdiîhî; ango; danina her tiştî di cihê wî/wê de. Tu mafê her tiştî/kesî bide wî.

 

Tê gotin kû yek ji dostê Xweda pîrekekê dibîne kû piştîyek li pişta wê ye, barê wê giran û perişan bûye. 
Ew dostê Xweda, bang li şêrekî dike da barê pîrê hilgire.

Tên nêzî gund, ew dostê Xweda dibêje pîrê tu herî nava gond tê bi çi awayî qala min bike?

Pîrê dibêje; weleh ez ê bibêjim ew meriv merivekî zalim bû.

Ew dostê Xweda dibêje; çima pîrê, ma min çikiriye?
Pîrê dibêje; ma meriv şêr dixe vî halî

 

Divê wek her mijarê ev mijara me jî li gorî pîvanên Xweda û Resûlê Xweda were nirxandin.

 

Xezali gotiye ne lazim em gelekî dirêj bikin, ol dû hevok in:
1) Fermanên Xweda
2) Qedexeyên Xweda

 

Me got edalet ew e ku tu mafê her tiştî bide wî tiştî...
Edaleta Xweda mîna dangiyê ye, dema meriv pez û berxan bera nav hev dide ango li hev dang dike, her berx ji ber xwe ve diçe bin dîya xwe! 
Dema pirsgirêk derket holê û mafê meriv negihajt meriv divê em bizanibin kesê edaletê birêvê dibe teşqeleyek û ne rastiyek di wî de heye ne di edaleta Xweda de û divê li himber rêvebirên werengî de têkoşîn were kirin.

 

Gelek kes behsa xweşikaya îslamê dikin û dê bikin. Raste îslam xweşe. Lê dema em vedigerin pratîkê û em li rewşa misilmanan a niha dinêrin; em dibînin ku berovaciyê tişta tê gotin, li erdnîgariya îslamê heye: Belê huzûr, aramî û bextewarî di islamê de ye lê misilman huzûrsiz û bê aram in.
Em bi teorîkê ola Îsalmê vedibêjin lê di pratîkê de çewtî heye. Em îslamê dibêjin lê najîn.

 

Dînê îslamê kîjan mijarê dinirxîne meriv dibêje qey meriv wê meselê bi cih bîne merivê here bihuştê û ger meriv bi cih nîne meriv dê bibe misteheqê dojehê. Ev bi xwe jî dide nîşandan ku ev mijarên olî tev ji ba Xweda hatine û ji ber vê yekê jî ji bo aramiya insanan wek hev girîng in.

Ez hêvî dikim ku êdî em îslamê bijîn!

 

{ M Burhan Hedbi }

 

Yorum Yaz