tatlidede

Dua, Dawet û Hezjekîrın

Dua, Dawet û Hezjekîrın
Bismillah
Bi navê Xweda Ew rehîm e hemîn
Selat û selam jî li şahê Emîn
Li malbata pak keştiya ometê
Digel rêhevalan û yarê guzîn
 
Dema meriv behsa duayê/lavayê dike, bi rengê dîyar, du tişt tê pêşberî meriv. Ango dihê bîra meriv.
Yek jê ayeta: “قل ما يعبأ بكم ربي”
Ev ayet dû perçê wê heye.
Perçeyek dibêje “ما يعبأ بكم ربي لولا دعاءكم”
Perçeyê duyem “فقد كذبتم فسوف يكون لزاما”
 
Divê meriv duayê bi tenê dest vekirineke xwerû nebîne. Ji ber ku Pêxember (s.) gotiye: “الدعاء مخ العبادة” . Ango dua, puxteya peresinê ye.
 
Ev hedîs jî ji wan herdu tiştên berçav ya duda ye.
Çendî di siheta lefzê vê hedîsê de ‘ziîfî’ hebe jî lê ji hêla dîrayetê ve sehîh e ji ber ku “Hedîsa: "العبادة هو الدعاء" heye û sehîh e.
 
Ehlê ilmê di lefza-bêjeya duayê de nakokî, ixtilaf kirine... Belê, ixtilafa ehlê ilmê li ser duayê çiye?
Hinekan gotine: “îman e” çawa ku di Buxarî û emsalê wê de derbas dibe.
Hinekan jî gotine: “da’wet e” ango “vexwendin e”, vexwendina bi bal riya Xweda ve.
Ev jî bi ayeta “و من أحسن ممن دعاء إلى الله و عمل صالحا”  ve tê girêdan, an wiha tê şîrove kirin.
 
Sedema hatina vê ayetê ev e: dema hinekan got ev baş e, ev baştir e, ev welîyê Xwedê ye ev ehlê Xwedê ye. Vê ayetê pîvanek danî û got: "و من أحسن ممن دعا إلى الله"
ango; kî çêtir e ji wan kesê ku vexdixînin bi bal rêya-Xwedayê teala û tenê li ser vexwendinê jî nasekinin, "وعمل صالحا" û emelê Salih jî dikin.
 
Di vir de têgeha Salih û Emelê Salih derdikeve pêşberî me. Her wekî hema hema di tevaya ayetên îmanê de têgeha emelê salih derdikeve holê.
 
Emelê Salih çî yê?
Dixwazim di vir de binê tiştekî xet bikim. Ew jî ev e: heke em, têgehên îslamê bi felsefeyeke ku wek Xwedê û resûlê Xwedê xwestiye, bi hev nedin girêdan em ê negihîjin aramî û bextewarîyê. Her wiha em dê neghên armancekê jî. Çawa ku rewşa me ya îroyî jî vê dipeyitîne.
 
Bi kurtayî emelê salih, tişta ku civatê islah dike; ji xirabûnê berbi başiyê ve tîne, berbi aramî û bextewariyê vê dikişîne.
 
Hebûna insan van tiştan tîne holê. Insan heye û berpirse…
MEBEST JI HEBÛNÊ “XULÛD” E
Ji hebûne meqsed xulûd e. Xulûd çî ye; timmayinî ye.
 
Li gor hinek felasîfa du şeklê tekamulê heye.
 
Yek jê xaricî ye yanî berçav e.
Wek tekamula laş-endam, temtêl-bejn û sûretê însanekî ye ku xweşik/lihevhatî be.
Wek tekamula mal, hebûn, pere-zengînî.
Wek tekamula meqam Qadî-Muftî, walî, seroktî ûhwd.
Lê dema em bi çavê heqîqetê lê dinêrin evana tev bi dawî dibin-diqedin. Ango ev rengana tew li tebên jî ji ber ku bi dawî dibin-bi hejmar in, ew naqis in-kêm in.
 
Tekamulek jî heye bi dest nayê girtin ango ne berçav e lê encamên wê berçav in.
Wek exlaq, wek ilm ûhwd ji tiştên derûnî.
Çi baş çi xirab ev û yê weke wan xwediyê wan bimrin ji ew dimînin.
Çawa ku ta îroj jî em behsa ilmê pêşîyên xwe dikin û exlaqê ên beriya xwe dikin. Flankes wiha dikir flankes wiha digot. Tevî ku ne li jiyanêne jî.
 
Di vir de pirseke din derdikeve himberi me. Kîjan exlaq kîjan ilm?
 
Di vir de muxatebê vê ayetê û naveroka wê, vê pirsê û vê mijarê zelal dike û wiha dibersivîne.
Ku çîyê? Daweta bi bal riya Xwedê, vexwendina bi bal wî îlmî, daweta bi bal wî exlaqî.
Heke ne ev baya “ما يعبأ بكم ربي” ango ne ew dawet baya çima Xwedê, wê hûn li ser ruyê erdê bihişta (muxatab di vir de bêbawer ango kafir in).
 
Perçê ayetê ya duyem “فقد كذبتم فسوف يكون لزاما” jî teyîda vê mana hanê dike.
Di hebûnê de du tişt heye. Yek wacîbu-l wucûd. Dudu mumkînu-l wucûd.
 
Mumkun du terefê wê heye. Bibe an nebe. Yanî hebûn û nebûna wî/wê wek heve.
Lê vacîbul wucûd nebûna wî ne mumkun e. Jiber ku ew tune be, tişt tune, çênabe ku Allah teala ye.
 
Heke mînakek bi kêmasî be û motamot mijarê venebêje jî lê ji bo mijar bê fêhm kirin: wek Kehrebê/ceyran û amûrên wê. Heke kehrebe tune be ampul, prîz, qeblo wê bi kêr çi bên.
 
Li kaînatê li rûkala dinyê ji mumkînu-l wucûdan yek jê însan e. Hebûn û mayîna wî ya li vir ne xulûdî-mayinde ye. Lê beriya insan bikeve rehma diya xwe jî hebû. Çawa ku piştî koçkirina ji dinyayê jî wê hebe.
Ketina wî ya rehma diya xwe. Xwînbûn û goştbûn û çêbûna wî ya li dinyê me’dûd e, bi hejmar e ango bi dawî ye-muweqqet e.
Çawa ku megot têgehên îslamî giştik bi hev eleqedar in. Ji hev biqetin bê wate dibin an kêm wate dibin, dixwazim di vir de jî ji bo mijara me ya bê dawîbûnê bê fêmkirin, têgeha şehîd ku Xwedê di mafên wan de dibêje:
“ ولا تقولن لما يقتل في سبيل الله اموات بل هم أحيا”
Ango; “wan kesên di riya Xwedê de tên kuştin ji wan re nebên mirin ew sax in.
Mebest di vir de xulûd e. Ango ew tevger, xebat, ew tekoşîn, helwest û mirina wan ya ji bo dozeke nemir re ye, ew jî ne mirî nin. Ew çax degera meriv, edera meriv, nirxa meriv li gor armanca meriv jê re dixebite an cihê meriv lê disekine. Ew jî dawet-vexwendin an xebata ji bo rîya Xweda ye.
 
Di serî de jî me got ev mijara me weke temamê mijarê olî bi hezkirinê ve girêdayî ye. Heke ne hezkirin be çi hêz dikare vê kefteleftê bi meriv xweş bike.
 
Hem ji bilî Îman û Dawetê maneyek din jî ji bo bêjeya duayê re heye ku ew jî lava-berger, hêvîjêkirin, xwestina xêrê dûrxistina şerê ye.
Meriv dikare van tiştana ji yekî ku meriv jê hez neke bixwaze. Yan jî yekî ji te hezneke van tiştana dike nirx û degera te.
Hem ji ber duakirina bi vê manayê şuûra/pêhesa bi naqisiya xwe û bi Kemala Xweda ango meriv muhtac û Xweda zengîn e dide meriv, dibe tiştekî din.
Dema ev şuûr bi te re çêbû û te bi vî halî û bi vî rûhî îbadet kir tu gihaşt muxxê îbadetê.
Ji zalim dua nayê kirin. Heke bibe îteet tê kirin.
Bele, zalim kîye? Li gorî tabîra Quranê:
“الذين يصدون عن سبيل الله و يبغونها عوجا”
ango “zalim ew in ên ku ji rîya Xwedê dûr dixin an wê berovajî dikin, xwaromaro dikin”.
Ferq û cudahî ji we re...
M. Burhan Hedbi

Editör: M.Burhan Hedbi

Yorum Yaz