tatlidede

Epilog - Hesenê Metê Kitap özeti, konusu ve incelemesi

Epilog kimin eseri? Epilog kitabının yazarı kimdir? Epilog konusu ve anafikri nedir? Epilog kitabı ne anlatıyor? Epilog PDF indirme linki var mı? Epilog kitabının yazarı Hesenê Metê kimdir? İşte Epilog kitabı özeti, sözleri, yorumları ve incelemesi...
  • 26.01.2023 19:00
Epilog - Hesenê Metê Kitap özeti, konusu ve incelemesi

Kitap Künyesi

Yazar: Hesenê Metê

Yayın Evi: Avesta Yayınları

İSBN: 9789757112822

Sayfa Sayısı: 128

Epilog Ne Anlatıyor? Konusu, Ana Fikri, Özeti

Darine Daryo, Darin i lehenge ve çiroke daxwaza xwe ji min re bi lev kir. Li ser ve daxwaza wi li peş mir Celadet Ali Bedirxan ü li hafa seydaye erd ü asiman Ahmede Xani min ji soz daye ku ez li dawiya ve çiroke van gotinan ji binivisinim ü bibejim: "Ev çiroka ha dive bi zimaneki din neye xwendine, dive her ü her bi zimane xwe i male bimine."

Herweha nive eşa lehenge xwe min je girt, nive titüna qelüna wi ya dawin min kişand, nive hesiren wi min ji kaniyen çaven xwe rijandin, li nive texte wi ye rezane min ci da xwe, we şeve nive baliva wi min sere xwe da ser ü em bi hev re ketin xewe.

Epilog Alıntıları - Sözleri

  • Kurd merxas in lê zû têne xapandinê.
  • Lê dibêjin her dawîyek destpêkek e.
  • Binivisîne! îllam binivisîne! Şerm neke, netirse. Edebiyat xweş e, binivisîne!... Dive tu binivisînî. Nivisandin baş e. Çi dinivisînî binivisîne. Hemû tişten nivisandî baş in. Li ser çi dinivisînî binivisîne. Ji ber ku hemû tişt ji bo nivisandine hatine afirandin. Li ser nivisandina hevale xwe binivisîne, peşine doste xwe bide, peşine niviskariya wî bide. Dive em peşine hev bidin, dive em peşine hev bidin ku em bilind bibin. Peşin xemla mêran e.
  • Le dîsa jî, dîsa jî ez dizanim ku kesek e bi van gotinan bawer neke lê...
  • Ez dibêjim, ku meriv bixwaze yekî bixapîne divê meriv bi tirkî bipeyive û ku meriv bixwaze xwe bixapîne dive meriv bi kurdî bipeyive, te got çi?
  • Ku meriv wî bibîne têra meriv û jiyane dike..
  • Ez şerm dikim, mîre min, ez şerm dikim ku ez di dem û dunyayeke weha de dijîm.
  • Xelk çawa dinivisînin, çima ew hîkmet û ew cesaret li ba min tuneye?
  • Pirî caran bêyî daxwaza xwe ez diketim ramanan. Min xwe dûr berdida û ez dûr diçûm, mîre min.Di her carên weha de min xwe di qunciken şikeftên reş û tarî de didît.
  • Bibêje ka kî miriye û kî maye

Epilog İncelemesi - Şahsi Yorumlar

ERÊ BİXWÎNİN!!! DİNYA XİRA NABE HA!!!: ---ev pirtûk ji 9 çîrokan ava dibe. Nivîskar Hesenê Metê ye. Hêja sax e. Li Swêdê dijî. Yê lêkolîna vê pirtûkê gelek dirêj be, ji ber wê ez naxwazim zêdetir dirêj bikim. Ye ku jîyana wî dixwaze bi berfirehî hîn bive bila li ser jîyana wî lêkolîn bike. Ezê pêşî çîrok bi çîrok analîz bikim û paşîyê ez ê bi tevahî li ser pirtûkê analîz bikim. Hevîdarim hûn lêkolînê tevî bixwînin û gava we xwend jî hûn aciz nebin. De ka îcar kerem bikin vê lêkolîna dirêj. 1-Êş-: Çîroka herî dirêj e hema bêje nivê pirtûkê ev çîrok digire. Di vê çîroka yekemîn de lehengê çîrokê Darînê Daryoyê. Darîn di destpêka çîrokê heta dawîya çîrokê bi portre Mîr Celadet yê ku di mala wî de ye pê ra xeber dide. Di vê xeberdanê de behsa nivîskarîyê dike, behsa van nivîskarên ku hema bi tu tişkî nizanin radibin pirtûka dinivîsin dike. Û wa zehf bi zimanekî hişk rexne dike; -Xwedê, heta mirineke bi destê te bila haya ev yên ha ji hunera xwe nebin, lewra wê roja ku wan hay jê bibin, wê çaxê ne bi deste te, ew ê xwe bi destên xwe bikujin û têkevin ber xwîna xwe!-(rûpel 55) Navê çîroka yekemîn jî wekî min di serî de jî bi nav kirîye:-Êş-e. Ji ber êş a wan, Darîn pirtûk nanivîse lê dixwaze ku fikir û ramanên li ser nivîskarîya yan jî serbuhûrîyê wî werin nivîsandin. Navê pirtûkê jî Epîlog e û epîlog tê wateya -beşa encama berhemekî.- Yanê piştî çîroka yekemîn diqede hûn beşa epîlogê dixwînin û hûn divînin ku Hesenê Metê fikir û ramanê kesekî din nivîsandîye( pirtûk navê xwe ji ber ku beşa encama çîroka yekemîn e standîye ) Û ew kes jî dixwaze ev çîroka wî bi kurdî were xwendin; -Ev çîroka ha divê bi zimanekî din neyê xwendinê, divê her û her bi zimane xwe î malê bimîne.-(rûpel 59) Û wekî din di çîroka yekemîn de serhişkîya xelkê me, mînak dana 'zarokê xelkê' tîne ber çavan. ( Zehfê me jî dizanin ku dê û bavê me zarokên xelkê mînak danê û gotine: -kurê/keça filankeso nizanim xwend bû çi, kurê/keça filankes ê din nexwend tu halê wî dibînî...-) Gava ku dawîya hevokên xwe bi peyva; -mîrê min- diqedan zehf xweş bû bi min. Mînak; -Nabe mîrê min nabe-(rûpel 44) 2-Nakokî-: nakokî tê wateya neyarîyê, Ev çîrok min bir zarokatîya min. Li ser nakokî û li hev nekirina birayên mezin û birayên piçûk behsa buyerekê piçûk dike. Gava min xwend a rastî jî zarokatîya min ket bîra min. Êzing şikandina bavê min, lêdana bavê min, hembêzkirina dîya min, ew -kuçik-( ocaxên derva, yê di nav bira du heb kevira da ne û li bînî jî êgir tên pêxistin ) ên li derva ku dîya min li ser nan dipêjand, û ew lihev nekirinê şêrîn ê zarokatîyê di nav xwûşk û bira yan de. Yaw rastî jî ew demên berê çiqasî xweş bûn û aniha jî ew dem çiqas ji me dûr in. Carînan ez difikirim hama -zarokatî- xweş e, yan jî zarokatîya me xweş bû? Zarokên aniha jî ku mezin bivin yê ew jî bêrîya zarokatîya xwe bikin an na? Nizam ji bo min pirsên cûda ne û min dixwest bersiveke baş bistînim ji van pirsan. Lê a rastî dem û dewran diguhere û em jî diguherin, zarokatî jî diguhere. Ya xêr em bêjin. 3-Xocê Xizir-: ser vê çîrokê kî bixwaze dikare wateyek derxe li gor xwe. Wekî ji xwe nebawerbûnê. Li hevdû ne gohdar kirinê.... -ji bona Xwede peyva min nebire û tu jî careke bi qedire Xwede bike. Ma kevir ê bibare!-(rûpel 71) Erê yaw hama yê kêvir bibare ku em hev dû gohdar bikin? Yaw Ka bînin bîra xwe, xwe hinek( hinek na pir ) rexne(eleştiri) bikin Ka em çiqas mirovên dora xwe -ji dil- gohdar dikin? wellehî hema em nikarin wekî mirova li hev dû gohdar bikin. Ez vî tiştî, vê kêmasîyê carînan ji xwe dizanim. Kêmasîyek zehf û zehf Mezine jî. Ne ji vê kêmasîya mezin e ku em ketin e va hala!!? Wellehî ji van halên nebaş ez jî û tu jî em berpisîyar in. -Sorumluyuz-!!! Hema em nabêjin mirovê rû me tiştê dibêje, xeber dide ji bo wî girînge, ji bo wî girînge ku em wî xweş gohdar bikin û bidine hîshîsandin jî, vê gohdarkirina xwe. Hema em divêjin kengî xeberdana wî biqede û dor bigihîje me. Yan jî carînan em qe persayîyê jî nakin!!! Gunehên mezinin ev haya me ji me hebe. Xwedê me efû bike :):( 4-Monsieur et Madame N.-: çiroka wî bi vî navî, hin cîyên wê ku meriv Dide kenandin ne tê da ne xweş bû ewqas, min zehf ne eciband 5-Panorama-: lehengê çîrokê -Faro- pişti 16 salan ji deverekê( cîh ne xûyaye) bi dayîka xwe re xeber dide û rewşa mal û gundî ya ji devê dayîka xwe dibihîse. -Ne hertişt lê gelek tişt guherîye û bi me nû ye: şîn û şayî, bext û marifet tiştekî berê ne maye... berf û barana ku dibare jî edî ne weke berê ye-( rûpel 91 ) 6-Welle-: li Swêdê zilamekî Kurd( Nivîskar Hesenê Metê ) û zilamekî asurî Sargon peyivîna li ser rebenîya Kurdan e. ( zilma ku li Kurda bûye ). Mamoste Hesenê Metê dawîya çîroke zehf xweş anîye. 7-Evîneke melodramik-: wekî ku ji navê çîroke jî tê fam kirin ev çîrok li ser evînê ye. Evîneke bihûrîye, di demên pîrîtîyê de tê îtîraf kirin ji pîrejin ra. Lê ne ji alîyê dildarê pîrejin ê ra tê îtiraf kirin. Çîrokeke ewqas xemgîn bû jî li te di go qey çîroka -Çehov-e. Gelek cîhan kenîyam. Dawî ji gelek xweş bû. 8-Kubarname-: ez divêm ev çîrok ne li gor çand û huner e Kurdan bû. Ji xeynî wê jî ev çirok ne ewqas xweş û balkêş bû. 9-Ya Star-: Ev çîrok, çîrok a dawî ya pirtûka -epîlog-e. Çiroke ke trajîkomîke. Di ve çîroka xwe de jî nivîskar nîşanî me dide ku Kurd li hember neyarê xwe nasekine, ji neyarê xwe yên rasteqîn ra serî ranake, lê di buyereke piçûk î di nav xwe de hevdû tînin halê mirinê. ---Navên zehf xweş û cûda di pirtûkên Hesenê Metê de derbas dibin, zehf xweşê min diçin ev nav: Darîn, Garût,Amojna Bavfile, Sargon, Bengî, Zelê, Pûto, Berot... ---Hinek peyv û hevokên ku pirê caran dê û bavê min yan jî mezinên min bi lêv dikirin, û a niha zehf rast nehatime van peyv û hevoka, ew peyv û hevok di ve pirtûkê de derbas dibin û gava min xwend ez zehf pê kêfxweş bûm; li dara dinyayê...,. A ji te re,. Şîrê xwe helal nakim,. Çi serê te biêşînim, Dayê, Bavo..., Xwedê te salih bike, Xêr û guneh di hustuyê wan be, hezar carî malî ava, ez ji çongan ketim, ma xema te ye, bi tilîyan nişanî hev didan, Pîne, pîne kirin -perçekî qumaş, gava cil ên qetîyayî tamîr dikin, li ser cil ê ketîyayî didirûn jê re dibêjin, pîne- ---Çend cîhên çîrokê peyvên ku Kurdî wateya wa hebû bi Tirkî nivîsandiye. -gerçî, doktor, zaten, sandalye- di cîhê wan peyvan de dikaribû van peyvan binivîsîne; -her çiqas, bijîşk, jixwe, kursî- ---Çawa di jiyana mirov de kêfa me ji mirovên -ji dil-(samîmî) ra tê( yanê kêfa min yên wisa re tê. ) Û Mirovên -ji dil- di jîna mirov de cîhe ki girîng digirin. Nivîskar jî e'ynî wisa ne. Nivîskarê me hêja Hesenê Metê jî çawa pirtûkên xwe di de jî -ji dil- e, di vê pirtûka xwe -epîlog- de jî wisa ye. Zimanekî zehf -ji dil- bi kar tîne ku ne pêkane(mümkün) mirov ji wî û ji zimanê wî hez neke. Û hûn xwendevan ji dizanin dawîya çîroka, ji bo çîrokan zehf girînge. Hesenê Metê dawî ya çirokê xwe zehf bêhempa anîye. Û Mamoste hema bêje di tev çiroke xwe de jî tiştek divîne ku xwendevana pê bikenîne an jî qet nebe rûyê xwendevanan bişirîne. Zehf henekên hêja dike di çiroken xwe de û ev taybetî ya wî jî çîrokên wî bêtir xweş û balkêştir dike. Hesenê Metê teqez bixwînin û bidin xwendin. Tamek cûda yê bide we pirtûkên wî û zimanî wî. ---Di pirtûkê de carînan peyvên ku mirov fam nake derbas dibin. Û ew peyv di ferhengê de jî derbas nabin. Ez divêm wan peyvan hêla Nivîskar bi lêv dikin, lê hûn piçek bi miqate pirtûkê bixwînin û hûn li ser wa peyvan bifikirin ez divêm hûnê wateya wan peyvan fam bikin. Hinek peyvên ku di ferhengê de derbas dibû ez ê wateya wa di şîrovê de binivîsim. --- __Wê şevê min zaroktîya xwe jî dît û ez dîsa pê jiyam, mîre min.__ (rûpel 34) Welleh mamoste çawa di pirtûkê de te gotîyê, van şevên çûyî ku min pirtûka te dixwend min bixwe jî zarokatîye xwe di nav peyv û hevoken te de didît û ez bi xêra wa peyv û hevoken te dîsa diçûm zarokatîya xwe û ez dijîyam zarokatîya xwe. Îcar gelî xwendevan kî ji we dixwaze zarokatîya xwe dîsa bijî û vî zimanê xweş, -jidilî- (samîmî) tam bike bila qet nesekine. Keremkin xwendina -EPÎLOG- Ê Ez dîsa hêvî dikim ku we xwendibe heta vê dawîyê û ez dixwazim kesên ku xwendibin şîrove bikin -hema nokteyek bila di şîrovê de binivîsînin ka ku xwendine an nexwendine- ;) ) (Miheme)

Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê.... Min Hesenê Metê bi pirtûka wî ya bi navê "Labîrenta Cinan" nas kir. Min ew pirtûk pir eciband. Vê pirtûka jî bi şêweyekê balkêş hatiye nivîsandin. Bi rastî jî Hesenê Metê xwedî stîleke balkêş e. Bi taybetî herdu kurteçîrokên yên dawiyê pir xweş bû. (Mehmet)

Epilog PDF indirme linki var mı?

Hesenê Metê - Epilog kitabı için internette en çok yapılan aramalardan birisi de Epilog PDF linkidir. İnternette ücretli olarak satılan çoğu kitabın PDFleri bulunmaktadır. Ancak bu PDF'leri yasal olmayan yollarla indirmek ve kullanmak hem yasalara hem de ahlaka aykırıdır. Yayın evlerinin sitesinden PDF satılıyorsa indirebilirsiniz.

Kitabın Yazarı Hesenê Metê Kimdir?

.

1957, Diyarbakır-Ergani doğumlu. Henüz 11 yaşındayken ayrıldı köyünden. Üç yıl Diyarbakır’da, birkaç yıl da Nusaybin’de, yedi yıl da Tarsus-Mersin’de yaşadı. Birkaç kez tutuklandı ve bir süre hapishanede kaldı. 1980 yılında Türkiye’yi terk etti, üç yıl kadar İran, Irak ve Suriye’de yaşadı. Daha sonra İsveç’e yerleşti, yirmi yıldan beridir bu ülkede yaşıyor.

80’li yıllarda yazmaya başladı. Hikayeleri çeşitli dergi ve gazetelerde yayımlandı. Daha sonra hikayelerini 1991 yılında "Smîrnoff" adlı bir kitapta topladı. Şu ana kadar "Ardû” (geleneksel hikayeler, 1991), "Labîrenta Cinan” [Ecinni Labirenti] (roman, 1994), "Epîlog" (hikayeler, 1998), “Tofan” [Tufan] (roman, 2000) adlı kitapları yayımlandı. Puşkin, Çehov, Dostoyevski ve Göran Tunström’ün birer kitabını Kürtçeye çevirdi.

(1957) Ji Erxaniya Diyarbekrê ye, ev bi qasî 20 salan e ku ji wan deran dûr e, li Swêdê dijî. Kitêbên wî yên ku heta niha çap bûne ev in: Smîrnoff (çîrok, 1991), Labîrenta Cinan (novel, 1994), Epîlog (çîrok, 1998), Tofan (novel, 2000). Hin kurteçîrokên gelêrî bi formeke edebî hûnandine û bi navê Ardû (1991) çap kirine. Ji xeynî van kitêban Keça Kapîtan (1988) a Pûşkîn, çend kurteçîrokên Çehov bi navê Mirina Karmend (1989), romana Dostoyevskî Merivên Reben (1991) û ketêba Göran Tunström Jiyana Rastîn (2003) wergerandiye kurdî.

Hesenê Metê Kitapları - Eserleri

  • Labirenta Cinan
  • Günah
  • Gotinen Gunehkar
  • Tofan
  • Tanrı Oku Dedi Yaz Demedi
  • Hefsar
  • Epilog
  • Pêsîrên Dayê
  • Li Dêrê
  • Epilog Smirnoff
  • Kitêba Salê
  • Smirnoff
  • Ecinni Labirenti
  • Îşev û Çîroka Dawîn
  • Ardû
  • Gotinen Gunehkar
  • Tofan

Hesenê Metê Alıntıları - Sözleri

  • - Deli ve cin çarpmışlar da sevdalanır mı, halacığım? - Özellikle de onlar! Yemin ederim onların sevdası daha güçlü olur ve daha uzun sürer. (Ecinni Labirenti)
  • Di dema me da tenê yek babet şaîr hebûn û bêguman ew jî ji kesên maqûl bûn: mîrzade bûn, begzade bûn, ji malên mezin bûn... esaleteke wan hebû. Lê îro ne welê ye, herkesê ku piyaleke şerab û kevnejinekê li pêş xwe bibîne li serê me dibe Omer Xeyamek... (Îşev û Çîroka Dawîn)
  • Û ji xwe... tu nivîskar î, tu baştir dizanî ku li erdê me meziniya şaîrekî jî tenê piştî mirina wî ye. (Li Dêrê)
  • - Bizewuce... ji zewacê xweştir dîsa zewac e. ______ Evlen... Evlilikten daha güzeli yine evliliktir. (Epilog Smirnoff)
  • Ji bîr neke... dema ku piranî xwe li derekê bigirin, li derekê bicivin, bizane ku rastî ne li wir, lê li dereke din e. Loma ji wir dûr biçe û lê bigere. (Gotinen Gunehkar)
  • Min xwe bi tenê hîs kir, ji herkesên evê dunyayê bêtir min xwe bi tenê û bêkes hîs kir. (Li Dêrê)
  • Çawa bibêjim, piştî mirina dayê, çend wext buhurî ez nizanim. (Pêsîrên Dayê)
  • Ji ber evê hezkirinê, ji ber evê evînê baweriyeke welê li min peyda dibû û dihişt ku ez jî mîna wan evîndarên mertebeyên bilind bibêjim: evîn oleke bêyî pêxember, oleke bêyî kîtêb, oleke bêyî qible ye... Rasterast evîn jî olek e, lê rastî û nerastiya evê olê, heqî û neheqiya evê ne diyar e. (Li Dêrê)
  • Ez ji Mesîh şikiyam, ji Xwedê sar bûm. Serwext bûm ku xêra wan tuneye, wekî din jî cîhekî bi navê dojehê tuneye, serwext bûm ku dojeh tenê rewşek e, weke wê rewşa li pişt dêra Ezîz Gevorg... li wir meriv banî Xwedê nake û meriv daxwaza dilovaniyê jê nake... li wir, li dojehê meriv ji Xwedê nefret dike ku wî çima însan û ji însanan jî zalim afirandine. û herweha... çawa ku di daxwazên mêrekî sermest de cudayiya jineke helal û heram namîne, di bawermendiyê de jî ji bo min ferqa olan nema. A rastî di baweriya min de ol nema. Bi gotineke din, ji bilî golikan êdî tiştek li ber min nema. Diçûm ber golikan. Hêviya min golik, baweriya min golik, pêxemberê min golik û Xwedayê min golik... (Gotinen Gunehkar)
  • Hêvîya min ê ti carî ji êş û xema min mezintir nebe. (Hefsar)
  • Anuha ez ê hertiştî biguvişînim ser hev û bidewisînim wexteke bi qasî heft lêdanên dilê xwe, dilê min î ku piştî dotmama min li vê jiyanê li cihekî û li tiştekî rûnenişt, dilê min î ku her bi êş û her bi kul pekiya. (Li Dêrê)
  • Çirûskek agirê zêde jî li dojehê nîne, herkes agirê xwe bi xwe re tîne. (Pêsîrên Dayê)
  • "Bav pışte belê de her tıştee " Baba sırttır ama Anne her şeydir . (Îşev û Çîroka Dawîn)
  • "Mezinî tenê li mezinan tê." ---- Büyüklük yalnız büyüklere yakışır. (Gotinen Gunehkar)
  • Min dizanîbû ku Xwedê mîna zarokekî ye: ku tu jê hez neki, Ew ê sil bibe, Ew ê bixeyîde û Ew ê ji te dûr bikeve. (Gotinen Gunehkar)
  • Ew dost û yarên hev in, te çi ji wan e? (Pêsîrên Dayê)
  • "Tiştê biçûk mezin neke. Tiştê ku Xwedê piçûk çêkiriye, mezin nabe." (Li Dêrê)
  • Ji xwe tirsa min ev e. Tu ê çima biafirînî û çi ma çavê wan derxî. (Gotinen Gunehkar)
  • Min jê re digot, min weke şêt û şaîran digot: - Dotmam, dema ku ez li ba te me, ez xwe dewlemendtirîn kesê dunyayê hîs dikim, dewlemendl ku ji dewlemendiys xwe bi tirs û bi tatêl. Lê dema ku ne li ba te me, ez xwe xizantirîn kesê dunyayê dibînim, xizanê ku bi hesreta kurtolên nanekî tisî." (Li Dêrê)
  • Min bi Kurdî nivîsî ku ji bilî Xwedê û Kurdan kesek nikanibe bixwîne. (Li Dêrê)

Yorum Yaz