tatlidede

Hewcedarîya Bi Felsefê

Hewcedarîya Bi Felsefê
Em dizanin ku bi hezaran hewcedariyên mirovan hene. Hewcedarî hewcedarî ne. Lê dîsa em dizanin ku hewcedarî heye û hewcedarî heye. Em bixwazin nexwazin hiyerarşiyek di navbêna hewcariyên mirovan de hene.

Ango hinek hewcedarî beriya hinek hewcedariyan tên. Hewcedariyeke bingehin ji bona hemû mexlûqatan ev e ku, mexlûqat karibin derfetin berdewamiya jîyana xwe bikin. Jiyan divê berdewam bibe. Ji bona vê yekê hemû mexlûqatên zindî divê bixwin, vexwin û bêhna xwe berd in. Ji bona ku mirov weke hebûn hergav hebûna xwe berdewam bike, divê çalakiyên seksî di navbêna cinsan de jî pêk werin. Ne tenê ji bona ku hebûna xwe berdewam bikin lê belê di seksê de kêf, hêzjekirin, hest, nêzikbûn, xweşbûn, bi hevdû şabûn ûhw jî, heye.

Ev ji hewcedariyeke…

Tiştê ku ez li vir dixwazim li ser rawestim, hewcedariya bi zanebûnêye, bi raman e, bi hilbijartinên pratîk e. Ji bona ku mirov karibe gavên pratîk li gora daxwaz û ramanên xwe biavêje, hewcedariya mirovan bi felsefê heye. Weke nan, av û hewayê divê mirov felsefê bikêşîne nava darazandinên pratîk. Bê vê yekê pratîk kor dibe. Di hemû çalakiyên civatî de divê felsefe di nava nirxandinan de be. Felsefe û metodên wêna ramanan ji mirovan re zelal dike, pêwendiyên gotin û kirinê li bêjingan dixine, pirsên exlaqî datine ber mirovan û hilbijartinan jî disipêre mirovan bi xwe…

Gelo li ba me Kurdan rewşa felsefê çawa ye?

Bi hêsanî mirov dikare bibêje; di civata Kurdan de kevneşopiyek felsefî tuneye. Ji ber vê yekê jî di civata me de pratîka mirovan xurt e lê darazandina pratîka sîyasî, sosyal, kulturî, ramanî, desthilatdarî pêş de neçûye.

Di van warên de entelektuelîya Kurdî ne zêde çalak e…

Di salen hefteyî de Marksizma ku di nava tevgera Kurdan de pêş ket, ev derî li ber mirovên Kurd vekirin. Bi metod û ramanên felsefa Marksîstî entelektuela û tevgerên sîyasî gelek darazandinên civakî û dîrokî kirin. Niqaşên felsefî di nava hemû civînan de, di nava kom û rêxistinan de hebûn. Kovar û rojnaman di astekê baş de bala mirovên Kurd dikişandin ser pirsgirêkên felsefî û zanyarî.

Di wî warî de niqaş û gotubêjên berhemdar hebûn…

Lê em dizanin ku ev pêvajoya çalak piştî demeke qût bû.

Bi vê qûtbûna pêvajoya felsefî û zanyarî pirsên teorîk û ramanî lawaz bûn…

Mirov baş dibîne ku di nava tevgera Kurdan de , çi sîyasî û çî entelektuelî be, îro niqaş bêtir li ser pirsên pratîk têne kirin. Şaşî û neşaşîya wana di rojevê de ye. Di nava vê pratîka tov de, pirsên raman û felsefe zêde cîh nagirin. Gelek têgeh, proje, pênasin û dîtinên li ser dîrok û civatê ne gelekî zelal in. Ji bona zelalkirin, niqaşkirin û hilbijartina wana atmosferekî bi çoş tuneye.

Gelek mirov westiyan e.

Ji ber ku pratîka sîyasetê enerjîya mirovên Kurd hemû xistiyê bin destê xwe. Bi gotineke din pratîka sîyasetê hiş û ramanên mirovên Kurd xistiyê nava keftleftekê ku tixûbên wêna jî ne bi daxwaz û ramanên Kurdan formule dibin. Kurd piraniya caran rojevên ku li ser civata me hatine ferzkirin, niqaş dikin.

Ango em ji aliyekî de bûne hêsîrê sîyaseteke kevneperest…

Lê çilo be jî divê tevgera Kurdan di nava xwe de derfetên tevgereke entelektuelî biafîrinê û xitmandinên ku di warê sîyasetê de çêbûne, pêşiya wana veke. Divê bi hêsanî entelektuel û tevgera sîyasî karibin di nava xwe de têgehên weke dewlet, mafê netewî, desthilatdarî, yekitiya netewî, berjewendiyên şexsî û civatî, xizmetgûzarî, ked û azadiya mirovan, sextekarî, dûritî, bertilxwûrî, kedxwûrî û gelek tiştên din niqaş bikin.

Gelek caran propaganda, monolog, tirs û ajîtasyon dikeve şûna niqaşên bi rêkûpêk. Ji bedelê ku em karibin bi hevdu re fikir û projeyên baş biafirînin, em tiştên kevn dubara dikin. Bi bahweriya min ev jî zerarê dide tevgera Kurdan.

Ji bona em karibin ji vî atmosfera xesandî rizgar bibin, hewcedariya me bi felsefê heye. Ev jî divê felsefayek hemdemî be ku karibe me ji nîvcehaletê xelas bike û dînamîzmeke fikrî vegûheza nava civata Kurdan…

Em dizanin ku gelek têgeh li ser felsefê hene. Ez li vir tu pênasînan pêşkêş nakim, tene bîranîneke xwe bi we re dixwazim parvebikim;

Li Universiteya Uppsala li Swêdê tibabek xwedekarên biyanî hebûn. Em û xwendekarên Swedî bi hev re me gelek niqaşên berhemdar dikirin. Em hemu mirovên spî bûn. Lê car carna mirovêkî reşîk jî li Universiteyê xûyadikir. Rojekê yek ji wana me vexwend ser masa xwe. Hevalekî me ya Swêdî bi vî mirovê reşîk re mijûl bû. Piştî demekê ji mirovê reşik pirsî; ma tu kijan beşê dixwîne?

Got; ez felsefê dixwîn im!

Hevala Swêdî got; ma felsefe zehmet e?

Mirovê reşik, pişti ku hinekî ponijî got; ev ji pirseke felsefî ye!

Em hemû bi hevdu re keniyan…

Bi rastî ku mirov bixwaze, her tişt felsefe ye!

Yorum Yaz