tatlidede

Hilbijartina Şaredarîyan.

Hilbijartina Şaredarîyan.

Li Kurdistana Bakur pirsgirêkek gelek dijwar li himberî Partiyên Kurdistanî heye. Welatê me ji aliyê qanûnî ve li gora huquqên serdestan dimeşe. Mirov bixwaze-nexwaze rastiya me ya siyasî-huquqî ev e. Partiyên siyasî dikarin bibêjin em vî huquqî ji binî de nasnakin, emê tene ji bona Kurdistaneke serbixwe biçek siyasetê bikin. Ev ji hilbet rê ye ke… Hatiyê ceribandin…

Na heger emê çek jî dewrê derxînin, xebata sivîl bikin, wê gavê demkî be jî, emê qanûnê serdestan qebûl bikin. Heke mirov ev qanûnê demkî qebûl kir, wê gave divê rê û rêbaz jî li gora vê rastiyê formata xwe bigirin. Heta ku mirov vê pirsgirêkê û astengên ku bi vê pirsgirêke re aktûel dibin baş analiz neke, çareseriyan nebîne û li gora vê rastiyê helwesta xwe zelal neke, ewê hergav niqaşên bêarmanc derkevin pêşberî me…

Wê gavê yek ji me dibêje; dar, yên din jî dibêjin; mişar! Ma gelo kûndirê Diyarbekirê çend kilo ne? Ango nîqaşa me li ser heman pirsgirêkê, rêbazê û helwestê bi rê ve naçe. Ji ber van sedeman tevlihevî çêdibe, ziman û têgeh bêwate dibin û tu encameke birêkûpêk ji van niqaşan jî dernakeve. Tenê gilî û gazin, tawan, hîsterî, çeloxwaribûn, bêaqilbûn, megolemanî, qûretî ûhw derdikeve pêş û hişmendiya netewî şelûlî dike…

Baş e, çi ye ev pirsgirêka ku heye?

Gava ku mirov weke partîyeke siyasî bixwaze beşdarî hilbijartinan bibe, divê minîmûm be jî, daxwazên ku ji bona hilbijartinan, ji bona partîyên siyasî, ji bona namzetan bi giştî hene bicîh werine. Yan na partî û namzet nikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Partî û namzet nikarin bi darê zorê beşdarî hilbijartinan bibin. Encamê hilbijartinan dikarin werin betal kirin, namzetên ku bi darê zorê hatine hilbijartin, çawa bê ji divê bêne erêkirin. Ev mafê erêkirinê jî di destê sîstema serdestan de ye…

Nuha hinek tiştên ku di warê hilbijartinan de tên zanîn emê li vir dubarê bikin; Ji bona ku partîyeke siyasî bikaribe qanûnî beşdarî hilbijartinan bibe, divê li zêdetirin 41 bajarî birêxistin bibe. Dûra disa divê li gelek navçeyan jî rêxistina xwe ava bike. Divê kongra xwe ya asayî lidarxistibe. Divê delegeyên kongra eşkere bin. Ev kongre û delege ji aliyê dozgerên Komarê ve werin qebûl kirin û gelek tiştên dinî formalite jî bicîh werin…

Ango partîya ku beşdarî hilbijartinan bibe divê legal be, destûr û programê wêna eşkere bin..

Baş e. Gava ku mirov li 41 bajarî birêxistin bibe, gelo mirov dibe partîya Tırkiyeyî an na? Mafên ku hene rê li ber partiyên Kurdistanî girtine, tenê ji bona partiyên Tirkiyêyî mafê beşdarbûna hilbijartinan hatiyê pejirandin. Gava ku navê partiya me Kurdistan be û mirov biçe li bajarên Tirkan xwe birêxistin bike, ji bona çi? Ev çawa helwest e? Ma çend bajarên Kurdan li Bakur hene? Heke mirov li hemûyan jî birêxistin bibe dîsa mirov qanûnî mafê hilbijartinan bidest naxine…

Ji ber van sedeman jî divê mirov bi partîyeke ku li seranserê Tırkiyê bırêxistin bûye hevkariyê bike. Ev partî jî dîyarê ku divê ne partîya sîstema kolonyalist be… Divê ev partî partiyeke mixalifê sîstemê be…

Gava ku mirov bixwaze beşdarî hilbijartinan bibe jî dû re li ber mirovan hene. Yek jê namzetên serbixwe ne. Yek jî hevkarî di nava partiyên ku mafê hilbijartine girtinê de pêk were. Ji bona namzetên serbixwe gelek asteng hene; meclîsa şaredariyê û serok şaredar cihê cihê tên hilbijartin. Meclisa bajêr ji endamên partiyên ku beşdarî hilbijartinan dibin pêk te. Şaredarê serbixwe jî ne ji van partîyan ne. De îca were vî kêrî di vê neqabê re derbaske? Ango namzetên serbixwe bi meclîseke mixalif re ewê çava bajarê xwe birêve bibe? Budçe, îmar, personel, xebatê kulturî, perwerde, jîngeh, tendûristî, pirsên aborî, hatûçûn ûhw ewê çawa di meclîsa bajêr de derbas bibin? Ango şaredarê serbixwe wê fîşeke vala berde nav bajarê xwe!

Kurt û Kurmancî şaredarê ku weke namzetê serbixwe were hilbijartin di destê meclîsa bajêr de dibe mirovekî girtî û bê desthilatdarî… Tenê şaredare û hew… Şût e, stûxwar e û rût e… Sitara wîna tüne ye…

Partîyên ku îro mafê hilbijartinê li Bakur girtine jî HDP û Huda Par in. Yên ku bi partiyên sîstemê re hevkari dikin ji xwe dîyarin. Partiyên me yên din nikarin yasayî weke partî beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber van sedeman û gelek nirxên din divê xeta hevkariyê li Bakur were parastin. Mirov dikare hevkariyê bi kîjan partîyan re bike, ev jî hilbet pirseke siyasîye û li gora program, helwest û birdoziya partîyan dikare were guhertin…

Ki dixwaze hevkariyê bi ke re bike, ev jî mafê wana ye!

Hevkarîya ku partîyên siyasî bi hevdû re bikin, ew partîyên ku di programa wana de mînîmûm çareserî ji bona pirsa Kurdan heye, xebata wana bi hevdû re dikare bibe destpêkek ji bona pêşeroja pirsa Kurdan, ji bona yekitîya netewî û ji bona hevbeşbûna Kurdan li Rojhilata Navîn. Berîya her tiştî em Kurd divê hevdû qebûl bikin, derfetan û desthilatdarîyê bi hevdû re parve bikin, derî û pencerên xwe ji hevdû re vekin, helwesta pêkvejiyanê derxînin pêş, hevbeş bibin, rêzê ji maf û nirxên hevdû re bigirin…

Ango divê bahwerî di nava rêxistin û partîyên Kurdan de were ava kirin. Ev jî divê di xebata pratîk de bibe. Divê amintîya me li hevdû were. Divê em Kurd derzan ji dîroka xwe derxînin û şaşiyên ku bûne sebebe têkçûnê, bûne sebebe ku Kurdan bi hezaran cangorî dane, bûnê sebebe koçkirinê ji welat û di encam de dijminê me xurt kirine li dûv xwe bihêlin...

Divê pelekî nû di nava Kurdên Bakur de vebe. Em incex bi hevdû re dikarin bibin aktorekî balkêş û di doza Kurdan de bibin pêşengê civaka xwe…

Ev xebat bi demê re wê hêvîyekî bide Kurdên ku di nava partîyên sîstemê de cîh girtinê jî…

Eşkereye ku em bi hevdû re Kurd in, em divê bi hevdû re mafê netewî-demokratîk biparêzin, pêşeroja me di yekrêzîya me re derbas dibe, di hevkariya navxweyî de ev rêzgirtin realîze dibe, di aşitiya navxweyî de jî dibişkive…

Heke em naxwazin keda salan bertelef biçe divê em hevbeş bibin, netewî bibin, demokratîk bibin û ji gelê xwe re, ji doza xwe re xizmete bikin. Di warê ziman, kultur, statü, nasname û mafên netewi- demokratik de em divê bi hevdû re karbikin.

Li bajarên Kurdistanê divê em karibin kultura demokrasi, bi hevdû re karkirinê û pêkvejiyanê pêşde bibin.

Hilbijartina heremî dikare bibe çirûskeke erênî ji bona xebata netewî - demokratîk.

Yorum Yaz