tatlidede
tatlidede

Hingivê Me Şor Bûye.

Hingivê Me Şor Bûye.

Gava ku mirov destwerdanê di hingiv de neke, tama hingiv ya xwezayî şêrin e. Hingiv di bingehê xwe de şêrine lê tucara ne şor e. Pişti ku hingiv çêdibe, ji ber hinek sedaman,  dûra dikare şor bibe. Lê taybetmendiya hingiv şêrinbûna wîna ya, mirov,  sûdê  ji bona saxlamiya xwe jî hingiv digirin. Hingiv him xweş e û him jî ji bona tenduristiya mirovan xwirekek neqandiye. Lê gava ku hingiv şor bûbe, di vî mastî de mûyek çêbûye.

Hingiv wê gavê taybetmendiyên xwe yên bingehin windakirine. Heger mirov bixwaze manipulasyonan bike, sixletê hingiv biguhere, hingiv ji xwezayibûna wına bidurbixîne, tiştên ku tama hingiv û ew li hev nakin bine cem hevdû, wê çaxê hingiv ji tama xwe ya xwezayî bidûr dikeve. Hingiv wê gavê dibe tiştekî din. Wê gavê hingiv ji hingivbûna xwe bidûrdikeve.

Ev jî bi rastî karê şarlatan û sextekara ye.

Ji ber wilo jî divê hingiv weke hingiv bîmîne. Em dizanin ku mêşên çalak hingivê xwezayî bêwestan çêdikin, kes napirsê gelo kijan mêşê hingiv çêkiriye, çima çêkiriye, ango ezezitî di çêkirina hingıv de tüneye. Di encam de berhemeke şêrin û ji bona tenduristiya mirovan watedar derdikeve holê.

Belê. Ji bona Kurd û Kurdistanê, di vê konaxa dîrokî–civakî de xeta netewayetî weke hingiv e. Xeta netewayetî ji bona Kurdan taybetmendiyên hingiv di xwe de vedihewîne. Divê ev xet ji karê sextekarî û şarlataniyê bidûrbikeve. Divê ev xet paqij û zelal bibe. Divê ev xet ji berjewendî û kompleksên kesayetiyê bê şûştin. Ji ber ku mafên Kurdan yên netewî hatinê binpêkirin, welat hatiyê perçekirin, nasnamê şelûlî bûye, zordarî ketiyê şuna azadiyê, divê hemû hêz di xeteke netewperwerî de werin cem hevdû. Ji bona armancên netewî divê hemû Kurdperwer xeta netewayetîyê di nava Kurdan de xurt bikin. Xebat, listik, fedakarî, fen û canbazî ji bona bidestxistina post û berjewendiyên taybet divê were rawestandin. Doza netewî divê li pêş be, ne ku sempati û antipatiyên şexsî, ne ku kurtêlxwirî û nêçirvaniya derfetên demkî.

Em dizanin ku xeta netewperwerîyê yêkrêzî di nava netewperweran de li ser Kurdan ferz dike. Bêyî yekrêziyê xeteke girseyî di nava Kurdan de nikare pêş bikeve. Heta ku em xeta netewperwerîyê ji ditinên û kompleksên beradayî paqij nekin, ev xeta netewî nikare li ser bingehekî saxlam ava bibe. Divê qirş û qal ji nava siyaseta netewî bêne safîkirin. Dîtin û kompleksên ku Kurdan ji hevdû de bidûrdixinê, keda wana bertelef dibe, cemidandinê dixe nava civaka Kurdan divê nekevin rojev e.

Di vê tevgirêdanê de armanca sereke hevbeşbûne, bi hevdû re karkirine, ne cudabûne û bexiltiye.

Lê îro di siyaseta Kurdan de bi rastî hingivê me şor bûye. Ango xeta netewî çelqiyaye, ji xwezayîbûna û civakîbûna xwe bidûrketiye. Dibin navê netewayetiyê de gelek helwest û dîtinên qirêj xwe veşartine. Tembûr meqamekî lêdixîne, stranvan jî li gora daxwazên xwe stranan dibêje. Gotin û kiryarî îca nema hevdû digirin, dibin navê netewperwerîyê de helwestên ezezîtîyê derdikevin pêş. Berjewendiya rêxistinî ketiya pêşiya berjewendiyên netewî û hevbeş.

Ji ber wilo jî ez dibêjim; hingivê me şor bûye!

Hemû kes dizane ku pirsên netewayetî hemû Kurdan digire ber xwe; ziman, welat, kultur, al, nasname, berjewendiyên tevahî pirsgirêkên hemû Kurdan e. Divê em li ser wan têgehan bêne cem hevdû û siyaseteke hevbeş bi hevdû re biafirînin. Ev siyaset di kesayetiyan û di rêxistinan de bê serifandin, bi pîvanên hemdemî bê parzûnandin, bibe beşek ji kesayetiya mirovên Kurd, bibe nirxên hevbaş di nava siyaseta Kurdan de.

Dîsa em hemû jî dizanin ku di xebata netewî de xebat û keda gelek mirovan heye. Divê siyaseta Kurdan ya netewî rêzê ji vê kedê re bigire û mafê wana teslimî wana bike. Herkes li gora ked û zanebûna xwe, li gora jêhatbûn û tecrûbeyên xwe divê cîh di nava tevgera netewî de bigire. Cihê hunermendekî, zimanzanekî, rewşenbîrekî, teknisyenekî, bazirganekî tu cara ji yê siyasetmedarekî nabe biçûktir bê ditin, bê nirxandin. Her kes li gora jêhatbûn û keda xwe divê bibe xwedî paye, bibê xwedî nirx, bibe xwedî derfetên rewa.

Ji ber wilo divê siyaseta netewî xwe ji bona pêşeroja Kurdistanê baş amade bike, nirxên xwe zelal bike û rê ne de ku hingivê me şor bibe!

Yorum Yaz