tatlidede
tatlidede

Hişmendîya Kurdî

Hişmendîya Kurdî

Hişmendîya kesan heye, hişmendîya netewan heye, hişmendîya navnetewî heye, hişmendîya partîyan heye, ya komikan heye… Belê, babeten hişmendîyê cuda cuda ne. Hişmendî dikare xurt be, dikare qels be, dikarê nivco be, dikare şaş be, dikarê rast be û bi realîteyên civatê re li hevdû bike. Weke ku tê zanîn hişmendîyên sexte jî hene. Gelek caran hişmendî weke têgihiştineke tevahî  tê nirxandin. Lê ev nêrineke şaş e. Hişmendî divê ji hevdû were cudakirin, dûra analîz kirin, dûra sentezkirin, carekê din ji hevdû were cudakirin û bibe têgihişitineke berbiçav. Wê gavê hişmendî watedar dibe. Hişmendîyeke şênber ne zêde watedar e. Dîrok, ziman, bûyer, kultur, zanebûn, sîyaset ûhw, gava ku berbiçav be dibe xwedî wate û karên mirovan hêsanî dike. Lê gava ku ev realîtê şênber bin, hişmendîya mirovan şelûlî dibe, mirov rêbaza xwe şaş dikin û wê gavê ne bikêrî xwe tên û ne jî bikêrî civatan xwe. Ango ev mirov ji aliyê hişmendîyê de pûç dibin û zanebûnên wana bê wate û bê fonksiyon dibin. Bi gotineke din hişmendîya wana sexte ye…
Ez dikarim di vê mijarê de wilo bibêjim; hişmendîya netewa kurd ne gelekî xurt e. Aliyên me yên xurt hene lê belê hişmendîya Kurdî li ba mirovên me ne bi şax û per e. Ev hişmendî ne gelekî kûr e. Di bûyerên netewî de, di helwestên dîrokî de, di bilindkirina zimanê kurdî de, hişmendîya me ya netewî qels maye.
Hişmendîyeke Kurdî divê bi rastiyên civata kurdî re seranser bimeşe. Gava ku hişmendî li ser rastîyên civata kurdan be, wê gavê hişmendî li ser himê têgihiştineke tebût pêş dikeve. Gelek caran hişmendîya siyasî, îdeolojî û olî dikeve pêşîya ku hişmendî di nava netewa kurd de bi hemû şax û perên xwe ve pêşde here.
Kurd gelek caran heremî dimînin, ola xwe, malbat û êşîra xwe, berjewendiyên xwe yên şexsî  dikin sêncek û li pêşîya hişmendîya netewî têdikoşin. Em hemû dizanin ku netewîbûn di bingêhê de xwe weke kes, malbat, herem, çîn û komikên sosyal derbaskirine, xwe tebayî kirine, xwe vegûhêztine nava komeke ji xwe mezintir. Hilbet beşek ji netewîbûne, sembol avakirine, sembol serifandine û yekgirtine.
Mirov bi netewîbûnê ji bertengiyê derdikeve û berfireh dibe. Hergav netewayetî hişmendîyeke hevbeş derdixîne pêş û xwe ji girêdanên heremî û malbatî gav bi gav dûr dixîne. Lê netewayetî kok û bingeha xwe ji tucara jibîranake û nikare bide dûv dilbijandinên bejik. Netewîbûn xwîn û goştê xwe ji rastiya civata xwe digire. Netewayetî navekî hevbeş e ku  ji hemû endamên civatekê re tê gotin û li ser himê daneyên vê civat, dîroka hevbeş, nasnama hevbeş û zimanê mirovan formata xwe digire.
Di hişmendiya netewî de hemû danê divê werin bêjing kirin. Daneyên ku em bi wana re dibin yek hene û daneyên ku li dijberî me ne jî hene. Ev tişteki xwezayî ye. Ji ber wilo divê hişmendîya Kurdî karibe wan herdû babetên daneyên di hişmendîya xwe de kombike. Xerabî û başî di heman tûrikê debin û di heman bêjingan re derbas bin. Ji bona mînak em wilo bibêjin; di hişmendiya hunerî de divê him danê û pîvanên bedewbûnê û him ji yên mekruhbûnê hebin. Ma ku mirov nizanibe bê çi bedew e, dê mirov çilo bizanibe bê çi mekruh e? Ma ditinên li ser şer û aşitîyê jî ne wilo ne? Ma civat bê dîrok dibe? Ma dîrok bê civat dibe?.. Hişmendiya kurdî divê him tevahî be û him jî taybetî be, divê him civatî be û him kesî be..
Hişmendîya Kurdî jî divê him xwe nasbike û him ji dijminê xwe nasbike. Ma ku hemû kes leheng û jêhatibin, wê gavê qîmeta xain û nêkirkêran tê çi wateye gelo?
Di hişmendîya Kurdî de divê tara bêjinga me tebût be. Wê gavê daneyên netewî ku bi ser bêjingê ketine yên hemû kurdan e û stûna hişmendîya netewî pêktînin.  Hişmendîya Kurdî heyvanê xwe ji vê rastiya hanê digire; danêyên ku dibin bêjingê de mane jî hergav xwedî nirxen bilindin lê ew ne netewî ne. Nasnama wana tişteke din e. Mirov dikare bibêje ku ev heremî ne , eşîrî ne, rojane ne, dem demî ne û divê di vê tevgirêdanê de werin fêmkirin.
Gava ku mirov qala hişmendîya Kurdî bike, divê kurdîbûn bi hemû babetên xwe vê  raman û bîra mirovan ronî bike. Kurdîbûn divê bibe nasnamaya serek e. Bibe sîvanok ji bona hemû kurdan. Ango hişmendîya kurdî divê Kurdistanî be, ango ne tenê sîyasî be, ne tenê dîrokî be, ne tenê kulturî be, ne tenê civatî be, divê ev hemû bihevre hebin. Ji xwe ew wê gavê dibê hişmendîya Kurdî. Hişmendîya Kurdî bê zimanê kurdî, ji xwe weke safareke rij e, weke şorbayeke nekelîyayî ye, weke goşteke xav e, weke tirîyê hersim e, weke şebeşekî kal e…
Hişmendîya Kurdî bê ziman û kultura Kurdî wate tê de tuneye!
Weke qûrqûra beqa ye!

Yorum Yaz