Teqemenîya ku li ser rê hatibû danîn hat îmhakirin
Li Artukluya navçeya navenda Mêrdînê teqemenîya ku li ser rê hatibû danîn bi funyeyê hat îmhakirin.
Li Artukluya navçeya navenda Mêrdînê teqemenîya ku li ser rê hatibû danîn bi funyeyê hat îmhakirin.
Li Kerborana navçeya Mêrdîna ku 19 rojan qedexeya derketina derve lê berdewam kir 36 PKKyî hatin kuştin.
Piştî ku qedexeya derketina derve li Kerboranê hat rakirin re ji teref Walîtîya Mêrdînê ve daxuyanîyek hat dayîn di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin nêzî 2 ton teqemenîya ku ji bona teqandinê hatîye amedikirin hat bidestxistin.
Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç malbata Kiliça ku li Kerborana Mêrdînê di êrîşa PKKê de birîndar bûbûn li nexweşxanê ziyaret kir û destnîşan kir zirara herî mezin PKK daye kurdan.
Tê texmînkirin ku li herêmên Marmara, Behrareş, Anatoliya Navîn, Rojhilat û Rojhilata Başûr dê berf bibare. Her wiha hat ragihandin ku ji îro pê ve di gelemperê welêt de barîna berfê dê bibandordar bibe.
Hat ragihandin ku li Qamişloyê di 3 deran de êrîşên bombeyî hat lidarxistin. Di van êrîşan de bi tevahî 17 kes jiyana xwe ji dest dan.
Piştî ku derîyê sînor a Habûrê hat girtin re ajokerê TIRan li Iraqê mahsur man,ji ajokerên ku mahsur man 2 ajoker ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.