# Di‘eya Serşuştinê û Du Têbinîyên Li Ser Analîza Wê

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/dieya-sersustine-u-du-tebiniyen-li-ser-analiza-we
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2015-08-22T15:00:11+03:00
- Güncelleme: 2015-08-22T15:00:11+03:00
- Yazar: ABDULSELAM AKTAŞ
- Kategori: KÖŞE YAZISI

Bi Gelemperî Folklor


Di warê folqlora kurdî de ji bilî berhevkirinê hê tu gavên sîstematîk ê
nirxandinên aqedemîk ne hatine avêtin. Ew war hêjî weke qadeke herî balkêş vala
xuyadike. Ji ber ku  qadeke gelekî fireh û
bê sînor e heta niha tukesî xwe nedaye berê.  Bi pîvanên aqedemîk û zanistî hê di hundurê
xwe de bi rêkûpekî nehatîye tasnîfkirin û hê ji gelek tişta re pênaseke tekûz
nehatîye danîn. 


Folklor anjî bi peyva kurdî zargotin gelik tiştên cur be cur di hundurê
xwe de dihewêne: Ji stranan bigre heta reqsan ji mamikan bigre heta heyranokan
ji dia û nîyazan bigre heta nifiran û ji şîn û behîyan bigre heta dîlan û
şadîyan û hwd. 


Tiştên bi hişmendî û bîrewerîya gel ve girêdayî tev di bin sîwana zargotînê
de cihê xwe digrin. Ji ber ku qadek berfireh e tukes zû bi zû xwe nadê ber
sîstematîze kirin û tesnîfa vî karî. A rastî ew ne karê kesekî û diduwa ye. Ji
ber ku qadeke têkilîya wê bi gelek disiplînên zanistî ve heye divê wî karî rêkxistinek
an jî enstîtuyek bispêre xwe. Ê ku bi xwazin bi şixulin di vî warî de divê li
gorî quwet û zanebûna  xwe xalekê anjî
diduwa (belkî  bi tenê çendeka) bidne ber
xwe.


Folqlor û Din


Zargotin bingeha çanda miletekî û neynika jîyan û ramana gelekî bi xwe
ye. Mirov karê tê de şopa gelek tiştên kû îro wunda bûne û anjî li ber
wundabûne ne jî bibene. Zargotin ji hêla arkeolojîya peyvan û kulturê(çandê) ve
derfetên bê hempa dide yekî. Ne hewceye ku yek bibêje ji hêla dîroka çandê
(culture history) ve jî girîngîya wê li holê ye û mirov karê bi wê awirê
lêbikole û bi vî awayî mirov li ser paşîya milletekî gelek daneyên kargîr pêde
bike û çand û jiyana wî  gelî bi wan
daneyan  şîrove jî bike. 


Weke ku min li jor jî xwest bibêjim, dema ku mirov berê xwe dide zargotinê
mirov leqayî gelek qodên ku bi dîn û nirxên exlaqî ve girêdayîne tê. Ew qod
gelek caran  dergehên perspektîveke kûr û
dûr li hember me vedikin.Berya ku em derbasî mijara xwe bibin ji bo dupatkirina
wê tezê emê weke mînak li ser biwêja xwelî li serê xwekirinê bi
seknin.Weke ku em tev  dizanin Kurd ji
hêla nijadî ve arya nin ;arî ne. Ji ber wê yekê hê şopên dîn û çanda
hindo-iranîyan kêm zêde di çanda kurdî de têne dîtin.


Ew biwêj heta ku min belge-filmekî di derheqa Hindûyan de temaşe nekir jî
qet bala min nekişandi bû. Di Hînduizmê de berya ku xwelîya mîrîyan bavêjin nav
rubara evra têne şewitandin. Hezkiryê mirî jî hinik ji wê xwelîyê ji bo şîn û
heznê bi serê xwe dadikin.Dema ku min li wî tiştî temaşekir ji nişkêve ew biwêj
hate bîra min.Min di dilê xwe de got heye ew bi wê seremonîyê vê têkildar be.


Zargotina Kurdî ji hêla mijarên
dînî ve ji bilî çend xebatan, hê nebûye mijara  lêkolînên berfireh. Ew xebatên ha jî, bêtir li
ser edebîyata devkî a êzidîyan û li ser qewl û beytên wan hatine kirin. Xebatên
ku li Sovyeta Kevin hatine kirin, bi berhevkirina berhemên folqlorik û bi hinek
analîzên wa ve maye sînorkirin[1].
Ji ber sedemên ku bi rejima sosyalist ve girêdayî bûn, lêkoliner û folqlorîstan
di wê mijara edebîyata dinî a devkî de, ji bilî ku numûneyan berhev bikin[2],
tu xebat û analîzên berfireh nekirin. Encax piştî ruxandina sowyeta kevin
nivîskar û rewşenbîrên êzîdî li ser çanda xwe yî a dînî dest bi nivîsandinê
kirin.[3]



Di wê çarçewê de beyt û qewlên
musulmanên kurd jî hê bi berfirehî nebûne mijara lêkolînên aqedemîk. Gelek
çîrok, beyt ,qewl[4],
dia û nîyaz hene hê ronahî nedîtine. Divê ew 
jî di çarçoveyeke zanistî de werin berhevkirin û helsegandin. Borêqer,
Zembîlfiroş, çîroka Ûsif û Zuleyxa, Sînem[5]
û çendeke dî weke nimûne em
 bidin. Helbet taybetîyeke 
zargotinê  bi xwe ye ku hertim ji
tiştên kîtabî û tomarkirî  dixwaze dûr bikeve.
Lewra  zargotin bi qewlî/bi devkî tê
parastin û veguhaztin. Ji ber ku ew veguhastin bi hafiza insan ve girêdayîye,
bi xwe re hinek deformasyonên weke jibîrkirinê û bi servezêdekirinê têne.  Ji ber vê yekê ew
qada hanê hêjî valahîyeke bêsînor di xwe de dihewêne. Ew qad li hevîya
lêkolînerên ciwan û pispor e.


 


 


Di‘eya Serşuştinê
û Du Têbinîyên Li Ser Analîza Wê


 


Piştî wê destpêke ez dixwazim werim ser mijara xweyî a resen. Weke ku me
li jor jî bahskir, nifir(beddua) û dia û nîyaz bi xwe jî parçeyek ji folklorê ne.
Heta sixêf(dijun) bi xwe jî …


Dema ku hevsera min serê zarokên me ê biçuk di teştê de dişuştin, di
dawîya şuştinê de av bi wan de diberda û ji bo helalkirine tiştek bi deng
dixwend. Piştî çend cara ku min dêhnê xwe dayê ku bi vî awayî zarokan helal
dike, min jê pirsî bê çima bi vî rengî tevdigere. Li gora wê ew dia’yek bû ku
ji dîya xwe bihîsti bû û dayîka wê ji bo helalkirina zarokan bi kar dianî. Berya
ku ez li wir binivîsim helbet weke taybetmendîyeke berhemên folklorîk wê
waryantên wêyî dî jî hebin. Dema ez bi mamostayê xwe yî tezê re axivîm wî jî
bahsa heman di’ayê guhartoyeke(waryanteke) cuda kir.[6] Ez wê
kurte-dia’ya serşuştinê aniha pêşkêşî we dikim: 


 


 Ava se‘etê ya qewetê


Ya mezin
bûnê û ya birêveçunê


Rahmel
‘Eyşa’yê û li Fatîma’yê


Ko şuştin û
veşuştin


Dane ruwê
dinyayê


Wa xwe şuşt


Me jî xwe bi
arava wan şuşt


 


Helbet li ser wê babetên jî mirov karê çend tiştan rapêşî xwendevanan
bike. Li gorî min mirov karê du encaman ji we diayê derxwê:


1.Weke ku ji wê dia’yê tê fêmkirin jinên kurdan zêde zêde qimet dana
malbata pêxember. Li wir evîna û
mihabeta li hember ehlî beyt’a pêxember bi awayekî vekirî hatîye dîyarkirin.



2. Li gorî Mircia Eliade, insan
bûnewerekî wiha ye ku seraqet metafîzîkê dihilbirîne/çêdike. Ew tiştekî wiha ye
ku di xwezaya wî bi xwe de heye ne ku peyre di pêvajoya jîyanê de ew bi xwe
hîndibe. Di wê di’ayê de jî ew taybetmendiya mirov derdikevê pêş. Şuştin û veşuştin
bi şîyan(îrade) û qudreta Xwedê ve girêdayî ye lêbelê li wir bi şîyan û vîna
evda wî ve hatiye girêdan. Jiber ku ew evd li ber dilê wana bi pêwana pexember
gelekî şerîn in, ew xeslet bi dayîka me Eyşê û bi keça wî Fatîma ve hatiye girêdan.



Dema ku mirov di çerçoveya  dîroka dîndarîyê de bifikre di wê di’ayê de şopên
çandeke politeist xwe di dine der. Ew bawerîyên bi wî rengî helbet ê li gorî aqîda
İslamê wê ne rast bin. Weke ku me li jor jî got mirov fitren meyildarê bîr û
bawerîyên metafizîk û ma’newî ne. Lewra rast û ne rast mirov seraqet xwedîyî
xesleteke çêkirin û avakirina bawerîyên bi wî rengî ne. Ev bawerî her çiqasî
bawerîyên vala û betal jî bin, bi awayekî berfireh ji wir û pêde ê cihê xwe di
zargotina kurdî de bibênin. 










 


[1] Li Rusyayê,
xebatên zanistî ê li ser kurdan dighê nîveka sedsala 19’an. Ew xebat ji nêt û
xwestekên dewleta Rusya a ku daketina bahrên germ ji xwe re kiribû armanc xalî
nabê. Mirov karê bibêje ku ew xebat, piştî şoreşê,  ne weke berê jî bê, disa bi heman nêtan heta
derekê hatîye domandin. Her çiqasî bingeha xebatên folqlorîk di serdema
Çarîtîya Rusyayê de hatibû avêtin jî berhevkirina berhemên folqlorîk li Sowyeta
Kevin bi destê zaneyên Kurd giha asteke bilind. Lewra Yekîtîya Sowyetê
yekemîn  dewlet bû ku çanda Kurdî weke
gefekê li ser desthilatdarîya xwe ne didît. Lê dîsa jî ne dixwest ku
rewşenbîrên kurd têkilîyê bi kurdên derve re jî deynin. Ê ku têkilî didanîn jî bi
awayekî serê wan bi rejîmê re dikete belayê. Weke mînak em karin tiştê ku
hatiye serê Hecîyê Cindî bidin. Hecîyê Cindîyê ku weke Pispor û zaneyê
zargotina Kurdî dihate zanîn ji ber ku têkilî bi Hewara Mîr Celadet Bedirxan re
danî bi du sê salan hate cezakirin.  






 


[2] Binerin
Zargotina Kurda, Weş: Nauka, Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, 1978, Moskow , Berg.2.






 


[3] Êzidîyat,
weşanxana Lis, Êzidîyatî Mîrzikê Zaza Fermanên Reş, Weş Dengê Êzidîyan.
Oldenberg Eskerê Boyîk






 


[4] Peyva
qewl ji bo berhemên dînî ê ku bi devkî bi xesmayî jî di ayînên dînî de tên
xwendin. Wan salên dawî li ser qewlên êzidîyan çend xebatên berfirah hatin
weşandin. Lê hê li ser qewlên Misilmanan û li ser qewlên filahan hê tu xebatên
berbiçav nehatine bi rêve birin. Jixwe Philip G. KREYENBROEK qewlan weke ê
êzidîyan bi xwe dibêne û qet bahsa qewlên misilman û filahan nake.( Philip
G.KREYENBROEK û Xelîl Cindî REŞOW Tanrı ve Şeyh Adi Kusursuzdur, r 91-92,
Avesta, 2011,İstanbul) Jibo mînakek ji qewlên filahan hûn karin li hejmarên 25
û 29 ên Hewar’ê binerin. (Hawar (hejmar 25, 1934) Cilt 2.Weşanên Nûdem r 654.
Stockholm.1998, Hawar (hejmar 29, 1941) Cilt 2.Weşanên Nûdem r 727.
Stockholm.1998.)






 


[5] Ji bo
Sinem’ê hûn karin li berhevoka bi navê Kayıp Dîwan a Muhsîn KIZILKAYA a ji hêla
weşanxaneye İletişim’ê ve hatiye weşandin meyzê nin.






[6]  Ji zanîngeha Dicleyê Hayrettin Kızıl ji min
re bahs waryanteke dî kiribû

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/dieya-sersustine-u-du-tebiniyen-li-ser-analiza-we)