# Evîna Xwe Biparêze

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/evina-xwe-bipareze
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2014-05-05T22:04:42+03:00
- Güncelleme: 2014-05-05T22:04:42+03:00
- Yazar: İSLAMEDDİN DEMİRKAYA
- Kategori: KÖŞE YAZISI

             Li ser binyadek
bedew hatine afirandin mirov. Binyadek qedirbilind. Di serî de wek hêzarekî spî
ye giyanê mirovan. Ezmanekî çik sayî çawa ye werê. Ev paqijî heta pîleyekê
didome. Lê ji astekê pêve giyan çarmedor di bin êrîşên bandorî de dimîne. Evîn
jî ev arîşe…
            Evîn hestek pir serbixwe ye. Ji ber ku evîn nayê pîvan,
ne berbiçav e, kes nikare dest dirêjî wê bike û dora wê jî nayê dorpêçkirin. Ew
jî wek hevalên xwe di kulmoza hestan de dijî. Lê evîn ne hestek mozî ye. Çiqas
berhemên wê hingivîn bin jî.
            Darazê tu kesî li ser evînê tune. Bi kê re hebe evîn,
wî/wê ekla jiyanê çêjandiye.
            Çêjeke dilînî ye evîn. Birîdeya nava dilan e. Evîndarên
ber awêneyan dimizicîne. Miczekê dixe jayana wan.  
            Tê gotin ku dil her car di nava fetlekê de ye. Fetleke bê
betil. Ma ne destar e em ku bixwazin, em berê wî bidin wir. Danaturuze dil. Tebatî
lê tune. Ne xew lê heye, ne qetekê. Her car çirivîtikan dide xwe. Carcaran
difûre dil, carcaran dikûre, carcaran jî mazûban e dil. Mêvanên wî yên dilhejên
li derî dixin carna.
            Tevliheviyên dil xelas nabin. Ji ber ku ew her car di fetleke
nedîtbar de ye. Ew fetlên razber, bê guman ji êrîşên giyanî xelas nabin. Timî
şiliyek reşebaranî li ser heye. Bê guman ji vê reşebaranê evîn jî bê gîhev
namîne. Ji ber ku jêdera evînê dil e divê dil jî timî ji êrîşên giyanî bê
parastin.
            Evîn sîwana dilşadiyê ye. Sîwaneke hezbelêv. Li bin vê
sîwanê tiştên kirêt naniqutin dilên meriv. Bê guman hesteke sîbelêv û
hênkayiyeke sîwanî jî heye li vê derê.
            Pêwîst e dil timî xwe bispêre spêreyekê. Spêreyeke spare:
Xwedê. Hew bi vî awayî evîn tê parastin û giyan li ser xwe dimîne. 
            Pêwîst e em xwe bi rengê Xwedê birengînin. Ma kî ji Xwedê
xweşiktir direngîne. Divê dil û evîn jî ji vêya bê gîhev nemînin.





















            Spardeyî Xwedê bin.

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/evina-xwe-bipareze)