# Îroj Cejn e!

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/iroj-cejn-e
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2013-10-15T11:06:47+03:00
- Güncelleme: 2013-10-15T11:06:47+03:00
- Yazar: M.BURHAN HEDBİ
- Kategori: KÖŞE YAZISI

Rojên cejna
rojên kêf û şahiya ne. Rojên bexşandinê ne. Nexasim heke meriv erka stûbariya
xwe jî bicih anîbe û gihajtibe van rojan, cejn û şahiya mezin ew e.
Lê mixabin
di rojên cejnan de jî dengê teqînan ji erdnîgariya me dernakeve. Ev teqînana
her roj pêk tên. Lê sosreta mezin ew e ku di rojên cejnên misilman de jî; “bi
navê îslama pîroz”, li devê mizgeftan teqîn pêk tê û insan dimrin. Me hêviye ku
ev kevneşopa îthal di demeke nêzîk de ji erdnîgariya me derkeve.
Îroj cejna
boraqê ango cejna heciyan e. Çawa ku hecî cil û bergên xwe ji xwe dikin û
dikevin îhraman; her wiha divê di derûniya xwe de jî rewiştin kirêt ji xwe bikin.
Bi kêmasî divê meriv rewiştên gurîtî û rovîtiyê ji nefsa xwe bike û divê meriv di
derûniya xwe de, îhramekê ji hezjêkirin û rastiyê li nefsa xwe bike. 
Heke meriv
xwe tenê bibîne û xwe biecibîne, dê cihan li meriv teng bibe. Wek mînak li
erdnîgariya me, 76 milyon kes dijîn, divê meriv wan jî bibîne û binirxîne.
Hezjêkirin humikê şidandî vedike. 
Mihyedînê
‘Erebî dibêje ku; “Gerdûn li ser bingeha hezjêkirinê ava bûye.”
Ji Hz. Elî
hatiye pirsîn ku, “Cejn kîjan roj e”? Hz. Elî gotiye ku; “Roja ku tu tê de
gunehan nakî.”
Maka gunehan
hesed û hirs e. Ev her du nexweşiyên derûnî tenê bi hezjêkirine tê tedawî
kirin.  Lê hezjêkirina bi rastî. Ma heke
hezjêkirina Hz. Îbrahîm ne hezjêkirina rastîn ya ji dil bûya dê karîbûya kurrê
xwe bikira boraq ji Xweda re.
Carinan hezjêkirina
gel ji yekî jî dibe sedema hirs û hesûdiyê. Meriv dibêje; “Gelo çima gel ji wî
kesî hez dikin û hesûdî bi meriv re çêdibe.” Lê di vê mijarê de û mijarên mîna
wê de jî pirsa rastîn dibe ku ev be; “Çima gel ji min heznake, ew hêjayiyên ku
di wî ciwanmêrî de heye û di min de tuneye çi nin?” Heke meriv bi rastî
tevbigere û bersiva wan pirsan li gorî ûcdan bide dibe ku meriv jî bi serkeve û
were hezkirin. 
Hezjêkirin,
hezjêkirin û dîsa hezjêkirin! Lê bê dek û dolab û bêyî ku hêviya berjewendiyan
bihête kirin.
Divê di van
rojan de meriv heta bikaribe li derûdora xwe miqate be, nexasim merivên
xwe.  Ji ber ku pêxember (S.) gelekî temya
merivan ango sila rehmê kiriye. Sila rehmê heke ne bi hezjêkirinê be pêk nayê.
Çimkî danasîna sila rehmê ji pêxember (S.) hatiye pirsîn; “Sila rehmê çawa
ye?” pêxember gotiye ku; “Yê neyête bal meriv, meriv biçite bal wî ve, ev sila
rehmê ye.”
Îroj jêdera
gelek arîşeyan, helwesta pirtirkirinê ye. Di nava pirbûnê de jî; doza pirtirkirinê
insanan heta dewletan gêrî newal û qadên şer û bêaramiyê dike. Çawa ku Xweda jî
gotiye; “Pirtirbûnê hûn birin hîlakê. 102/1”
Divê em
rehmê li hev bikin, li hev werin rehmê da yê li asîmanan jî li me we re rehmê.
Me hêviye ku
Xweda dilekî qinyatkar bide me da em bi hezjêkirinê ji hesed û hirsê dûrkevin.
Pêxemberê
(S.) me  gotiye; “Wan rojan bi tekbîran
bixemilîn in.”
Me hêviye ku
ev roj bibe sedema ku em li xwe hay bibin û yekîti di nava me de jî çêbibe da
jiyaneke bi adan û aramî konê xwe li rojhilata navîn û rûkala cihanê vegre. 

































@/MBHedbi

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/iroj-cejn-e)