# Li Welatê Leylankên Spî...

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/li-welate-leylanken-spi
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2014-08-25T16:06:03+03:00
- Güncelleme: 2014-08-25T16:06:03+03:00
- Yazar: İSLAMEDDİN DEMİRKAYA
- Kategori: KÖŞE YAZISI

Li ser
pirtûka Grigory Petrov û Lehengê Wê Snelman…
Em binêrin
bê welatê gol û goncalan çawa dibe welatê leylankên spî.
Petrov di pirtûka xwe de welatê
Fîniyan, bi gotineke din welatê Sûoman dişeyisîne. Snelman lehengê pirtûkê ye.
Petrov, gelên Ewrûpî û Fîniyan
dide ber hev. Fînlandiya bi zêdeyî ji ciwanan pêk tê.
Li gorî Petrov, fînî nizanin bi
dengê bilind biaxivin. Ev taybetmendiya, hurmeta wan a li hember mirovan rê
dide.
Mirovên Welatê Leylankên Spî,
berî her tiştî li maf û azadiya mirovên din difikirin. Li wê dera nirxê azadiyê
pir bilind e. 
Li wî welatî ji ‘’mirov’’ tê
bawerkirin. Li wir araq jî nayê vexwarin û li jinên bê xwedî û beradayî jî kes
rast nayê. 
Li gorî Petrov, ji bo nifşên nû
kes nikare bi qanûnên berê daraz bike. Li gorî wî gel çawa be rêvebir jî wiha
ne. 
Lehengê vê pirtûkê dibeje ku gel,
wekî axek bêber e, divê destê hunermendekî li vê axê keve. Qala nûsaziyên
Martin Luther jî dike û vê jî lê zêde dike: ‘’Heg bi gelekî re taybetmendiyên
lehengî û mezinayê hebin ji wî gelî birûsk hiltên.’’
Gelê Fînlandiya tu carî tam
serbixwe nebûne. Her car di bin êrîşên derdorê de mane. Heg serxwebûnek demkî
bi dest xistibin jî her dem bi tirs in. 
Fînlandiya ji bo li hember
dewletên dagirker û bi hêz li ser xwe bimîne divê bi çand û şaristaniya xwe ji
wan bilindtir be li gorî Snelman. Ji vê, wan jî têkoşîn di vî warî de dane. Mafdar
jî derketine fînî. Bi zanistê û çand û şaristaniya xwe li ser piya mane.
Li gorî leheng Snelman, divê
mînaktî ji gel re bê kirin. Li ser vî awayî li Welatê Leylankên Spî di her
aliyî de tevgerên nûsazîyî destpê dikin. Di perwerdeyê de, di rêvebiriyê de…
Ronakbîrên  fînî gelekî hewl didin ku gelê xwe ji van
tarîtiyan, bi gotina Snelman, wan ji tajanga hizrî xelas bikin û wan derînin
roniyê.  
Piştî vê ked û têkojîna xwe û
hevalên xwe, rewşa ku Fînlandiya gihaştiyê wiha tîne ziman Snelman:
‘’Maleke mezin û xerabe… Şibakeyên
wê tev girtî ne. Wekta ji derve lê tê nêrîn meriv dibê qey kes lê najî… Ev mala
hundirê wê tarî û bi rutûbet goristaneke mezin tîne bîra meriv. Lê komek xortên
bi hêz û mêr derdikevin û tên. Mirovnî pir kêfxweş û zîrek… Zû bi zû destên xwe
dirêj dikin, perdeyan didin alî û deriyan vedikin. Hundirê malê bi tîrêjên rojê
bi hewa paqij û bi bêhna kulîlkan tije dibe.’’

































Belê… Welatek, bi veguhêrînê wiha
digihê lûtkeya şaristaniyê. Mirovên wê bi dengê xwe kesî naêşînin. Li wî welatî
qedrê mirovan bilind e û kes xwe daqûl nake ji bo mafê kesî bixwe. Li wî welatî
asta hurmetê bilind e.

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/li-welate-leylanken-spi)