# Merhemeta Mûhemmedî û Aşîtî

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/merhemeta-muhemmedi-u-asiti
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2013-04-17T23:31:11+03:00
- Güncelleme: 2013-04-17T23:31:11+03:00
- Yazar: M.BURHAN HEDBİ
- Kategori: KÖŞE YAZISI

Ev bû çend hefte, ji bona “Ji dayikbûna
pêxemberê me”  (s.) konferans, semîner û
panel têne lidarxistin.


Beriya her tiştî ez jî “Ji dayikbûna
pêxemberê me”  pîroz  dikim. Ez, dilşadiya xwe ji bo pêkanîna
semîner, konferans û panelên werengî 
diyar dikim û spasiyên xwe ji dil, pêşkêşî avakir û birêvebirên
çalakiyên wiha dikim.


Lê bi vê munasebetê min xwest ku ez jî
çend tiştan ji jiyana pêxemberê xwe (s.) bibêjim. Ji bona ku di vê demê de
mijara aştiyê di rojevê de ye, ez ê jî bi kurtayî vê mijarê binirxînim.


Duhî li deverin diyar zalimin navdar zilm dikir, dîrok
vê şehdeyê dide. Bêkes û belengazên mîna Bîlalê Hebeşî di bin zilm û zoriyê de
bûn. 


Ew bi merhemeta Mûhemmedî xilas bûn. Îroj jî pêdiviya
cihana me ji şexsiyeteke wiha heye. Heke Pêxemberê me (s.) bi xwe ne li nava me
be jî, lê sunet û sinc/exlaqê wî dê dîsa bi kêra me were. Ger em li gor wî sinc
û rewiştê ku wî ji me re hiştiye bimeşin, em dê tim bextewar bin.


Divê em ji bîrva nekin ku di şefqet û merhemeta wî
de înkara tu nasnameyê tunebû. Jixwe ev yek di “Peyama Medîneyê” de jî diyar
e.  Di vê peyamê de navê temamê qebîleyên
ereban heye.  Heta meriv dikare bibêje ku
pêxember (s.), aştî bi naskirina nasnameyan aniye. Pêxember (s.), Hebeşî, Farisî, Kurdî û Romî bi
vê felsefê kir birayê hev.


Ewî bi xwe jî li nik pêdiviyan digot: “Ez kurê
Abdulmutalib im.”  Û digot: “Hezjêkirina
miletê xwe, ne nijadperesî ye. Digel neheqiya miletê meriv arikariya wan,
Nijadperesî ye. 


Ez bawerim ku aşîtî, dê li gorî asta bi cihanîna vê
merhemeta Mûhemmedî bi cih were. Ez hêvî dikim ku êdî ji gotinê zêdetir, em
pêxemberê xwe bijîn.


Em îroj gelek muhtacê vê merhemetê nin.


(M. Burhan HEDBİ) 17 : 04 : 2013

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/merhemeta-muhemmedi-u-asiti)