# Pirr Dengî, Pirr Rengî û Dadmendî

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/pirr-dengi-pirr-rengi-u-dadmendi
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2013-11-02T12:07:14+02:00
- Güncelleme: 2013-11-02T12:07:14+02:00
- Yazar: M.BURHAN HEDBİ
- Kategori: KÖŞE YAZISI

Bi
namê Xwedayê ku pirr dengî, pirr rengî û pirr zimanî gerandiye ji nîşanê
meznahiya Xwe û gotiye: “Afirandina
asîmanan û erdê, (ji hev) cudabûna
ziman û rengên we, ji nîşanên (Meznahiya Qudreta) Xweda ye. Bêguman di vê de ji bo zanayan ders û îbret hene. 30/22”
Hemd,
spas û pesindarî ji Xweda re be ku da em bêne vê temtêla xwe î nuha ya bêhemta,
em di çend qonaxan re derbas kir. 
Selat
û selam li pêxemberê me Muhemmed mistefa be ku gotiye; “Yê me bixapîne ne ji me
ye û qencê mirovan yê bi kêra mirovan bê ye.”
Xweda,
him rûmet daye insanan û him jî bar li wan kiriye. Divê insan wî barî li gorî
wê rûmetê hilbigire, an na dê bibe berpirs!
Rûmeta
herî mezin ew e ku Xweda, bi destê (Qudreta) Xwe insan afirandiye û digel ferişteyan
emrê şeytanî jî kiriye ku ji bavê insanan Ademî re temene bikin! 
Xweda,
insan afirandiye da ku Wî nas bike. 
Çima?
Ferişte
û ji bilî insanan giyanewerên ku hebûn, ne mîna insanan bûn: Li himber emr û
fermana Xweda bê helwest bûn. İnsan ji naskirin û nenaskirinê re musaid hate
afirandin û jixwe ev yek bûye sedama afirandin û rûmetgirtina insan. Tişka ku
insan kiriye berpirs jî ew e. İnsan, dema bi fermana Xweda bike û zora nefsa
xwe bibe derdikeve asta ferişteyan heta 
ji wan jî bi rûmetir dibe. Lê dema bi ya nefsa xwe bike û li dijî
fermana Xweda tevbigere ango Xweda nasneke, wê gavê dadikeve asta ajalan heta
hê nizmtir jî dibe. Çawa ku Xweda jî gotiye: “Ma ji te were ku pirrên wan dibihîzin an jî hişê xwe dixebitînin (ya
ku tu ji wan re dibêjî fehm dikin)?
Birastî ew mîna ajalan in (dewêr in).
Jixwe ji ajalan jî (dewêr jî) rêşaştir
in. 25/44” (Lewra ajal ji
xwediyê xwe re stûxwar e, lê ev; ji Xwedayê xwe re hîç stoxwar nabin).
Ez
dixwazim, li gorî ku Quranê vegotiye bi qonaxê afirandina mirovan dest bi
mijarê bikim: Xweda, piştî qonaxa: “Afirandina
ji heriyê, di qonaxa  bûyina nutfeyê de (dilopa ava meniyê) ew daniye cihekî ewle û saxlem (malzarokê). Piştre ew dilopava han kir xwîneke hişk;
û di peyre ew xwîna hişk kir (pişikek)
goşt. Piştî ew pişika goştî kire hestî (îskelêt) û ew hestiyan bi goştî nixumand, paşîkê aferîdeyekî nû pêkanîn. 23/12-14” Xweda, bi diyarkirina qonaxê
afirandina insanan rûmetgirtina insanan jî diyar kiriye û gotiye: “Me, insan di şekl û awayê herî sipehî de
afirandiye. 95/4”.
Di
ayeteke din de Xweda gotiye ku: “Xweda,
her tiştî aferandiye, sipehî çêkiriye û
di serê pêşîn de insan ji heriyê afirandiye. Piştre zuriyeta insan, ji
(encama) dilopek ava lawaz afirandiye.
Piştre awa-şekil daye insanî, ji giyanê Xwe puf kiriye wî. (Gelî mirovan!) Ji we re guhan, çavan û dilan aferandiye.
Çi qasî hûn hindikî spas dikin! 32/8-9” Ango Xweda dibêje ku; di qonaxa
paşîn de jî, Min ji giyanê xwe giyan daye insan!
Digel
van qonaxana Xweda dibêje ku: “Piştre,
bêşiwar e ku, hûn ê di pey vê (qonaxê)
de hemin bimrin. 23/15” Lê mirin ne tunebûn e. Çimkî Xweda wiha jî gotiye:  “Piştre
jî bêguman e ku hûnê, roja qiyametê dîsan bêne saxkirin. 23/16” Ji vê ayatê
jî tête fêm kirin ku divê kesê bawermend ne tenê ji bo berpirsiyariya vê
cihanê, li gorî berpirsiyariya her du cihanan tevbigere. 
Xweda,
di navbera qedirgirtin û berpirsiyariya mirovan de ahengiyeke gelek sipehî, bê
hemta û pêwist destnîşan kiriye û gotiye belê: “Me, insan di şekl û awayê herî sipehî de afirandiye. 95/4” Lê di
heman gavê de wiha jî gotiye:  “Piştre me ew, li nizmtirînê nizman
vegerandiye. Lêbelê ji bo wan kesên ku baweriyê bînin û karê qenciyan (emelê
salih) bikin perûyeke (xelateke) ku naye birrîn heye.95/6-7”
Belê,
mebest ji vê afirandina insanan û nasîna Xweda çiye?
Bi
naskirina Xweda; divê em rûmetgirtin û mafên hev jî nasbikin, an na dê nakokî,
fesadî, şer û kujtin derkeve holê… Çawa ku dema me jî ji vê re mestere û mînakeke
zelal e.
Weke
ku Xweda jî ev yek vegotiye: “Ji ber
tiştên ku mirovan bi destên xwe kirine li bejî û behrê xirabûnî xuya bûye.
Xweda,  dê (cizayê) hinekî ji wan tiştên ku kirine (li
dinyayê) bi wan bide çêj (tem) kirin; da ew lixwevegerin (ji gunehên
xwe vegerin û tobe bikin). 30/41”
Ev
cihana ku nuha em têde dijîn û ev gerdûna bê hemta beriya insanan jî hebû.
Piştî insan hate afirandin tiştek wek xwezaya xwe nema! Insanan bi guhertina
xwestek û rewiştên xwe re xweza û amûrên di gerdûnê de jî guhert!
Kesê
Xweda nasbike û bi pêxember îmanê bînê dibe momin û momin jî birayên hev in.
Xweda wiha
ferman kiriye. “Çi jin çi mêr momin
birayên hev in. Alîkariya hevûdû dikin û ew dostên hev in. Fermana qenciyê li
hev dikin û hevûdû ji (Riya)
kirêtiyê bi dûr dixin. Nimêjê bi rastîn dikin û zikatê didin. Bi ya Xweda û
pêxember dikin. Dê Xewda rehmê li ê wiha bike. 9/71” 
Ger em li gorî vê ayetê bimeşin: Heke yê zalim birayê me be jî divê em
wî hişyar bike û bi rê û rêbazin hêsan vexwîne riya rast û heq. Ji ber vê yekê jî
em dikarin bibêjin ku: Em, "islama" li gorî berjewendiya
çend birayan saz bûye û biratiyeke werengî li dar dixe naxwazin, em biratiya
islamê dixwazin. Lewra çawa ku insana bi xwezayê dileyze, xirab dike  û li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne, car
caran bi olan jî dileyzin û dixwazin azînan li gorî berjewendiyên xwe deynin.
Divê merivê momin serweqt û hişyar be, nexape!
Beriya
insanan jî di vê cihana me de ajal û hin giyanewer hebûn û cihan bê arîşe û
guhertina xwezayê dimeşiya. Dar, agir hesin û risas ji mêj ve hebû. Lê piştî
afirandina insanan ev jî bûn amûrên xirabiyê! 
İnsanan
ji daran tîr û kevan, ji hesin çek û ji risasê jî gule û fîşek çêkirin!  
Divê helwest parastin be!
Mafê insanê
her welatî heye ku bi Xweda bawer bikin û li gorî azîn û dadiya Xweda bimeşin û
ji bo ku welatê xwe ji destê dagirkeran azad bikin bixebitin, prensîbên rûmet û
îzetê di dilê gelê xwe de biçînin û serxwebûna di her warî de bi dest bixin. 
Çimkî
Xweda gotiye: “Îzzet, ya Xweda, pêxemberê
Wî û ya bawermendan e. Lê minafiq (vê rastiyê) nizanin. 63/8”   
Her
wiha mafê rêber, rêzan û rewşenbîrên her welatî heye ku mirovên welatê xwe bike
yek, peywendiya wan bi hev re saxlem û xurt bike. Ji bona bi hêz bibin û wê hêza
wan ji bona berjewendiya wan bide xebatê jixwe ev yek merc e. 
Li
gorî fermana ku Xweda daye, mafê tu kesî û tu milletî nîne ku pevneşop û adetê
cahiliyetê sax bike. Dîsa jî mafê tu kesî nîne ku milletekî ji ola wan vegerîne
û bi navê rehperestiyê miletekî bi miletekî din bide kuştin. Divê hebûna rengên
ji bilî meriv nebe sedam kêmkirin û piçûk dîtine. Divê neyête jibîrva kirin ku
dîtineke wiha û meşeke bi vî awayî dê bibe sedama lêdana dahola felaketê.
Lêbelê li gorî çarçûveya “(Pêşî) Eşîra
xwe ya nêzîk hişyar bike… 26/214”  
Li
gorî vê ayeta pîroz jî me piştrast dike ku; mafê êl û eşîra mirovî  li ser mirovî heye û pêşdetire. Rast e,  ji curbecur aferandina mirovan armanc ev e ku;
her millet û êl mafê dîgerê xwe nas bike û rêz û hurmeta mafê wan bigre. Divê
tu kes û tu milet destdirêjî mafê tu kesî û tu miletî neke û di tevna
mirovatiyê de tev bigerin da li dinyayê biratî, wekhevî, dadmendî û aştiya
rastîn bibe serdest/hakim...
Xweda,
rê û rêbaz wiha destnîşan kiriye: “Pêxember,
ji bo bawermendan ji nefsa wan bixwe jî çêtir û li pêştir e. Xanimên Pêxemberî
jî, dayîkên bawermendan e. Li gorî kitêba Xweda, kesên ku, xizmên hev û dû ne (di
warê mîratxwerî û malpêmanê de) ji
bawermendên ensarî û muhaciran li pêştir û nêzîktirê hev û dû ne lêbelê; ku hûn
ji dostên xwe re tiştekî wesiyet bikin ew cuda ye (û caiz e). 33/7; 8/75 ”
“Bêguman Xweda, fermana dadmendiyê
(edaletê), qenciyê û arîkariya xizman
(merivan) dike… 16/90” “(Hey mirov!) Mafê xizm (meriv), xizan (feqîr) û rêwî bide û li cihê nepêdivî destbelaviyê (îsrafê) neke. 17/26” “Naxwe tu, mafê xizmî û rêwiyê (di rê de maye) bide. Ji bo yên ku li
razîbûna Xweda bigerin ev, ya herî rind e. Ha ew in, ên ku (li dinya û
axretê) serfiraz bibin. 30/38”
Pêxember
(s.), gotiye ku; “Kî ku dixwaze rizqê wî pirr/fireh û temenê wî dirêj bibe, bila
li merivê xwe binêre.”  Li gorî van ayet
û hedîsan divê yek berê qenciyê bi merivên xwe bike. 
Çimkî
dema Xweda musteheqê laneta xwe jî vedibêje wiha ferman dide: “Heçîka ew kesên ku piştî peymana asê dane
Xweda, (wê) peymana xwe bişkînin,
peywendiya merivan (xizmtiyê, ya) ku
Xweda bi pêgeha wê ferman kiriye bibirrin û li sererdê fesadiyê derînin ha
lanet (dûrbûna ji rehma) Xwedê, ji
wan re ye û dojeh jî ji wan re ye. 13/25”
Xweda, pirr dengî û pirr rengî ji bona ahengî û dadiyê afirand, lê me ew kir amûrê
xirabkirin û bêdadiyê! 
Divê
insan li gorî pîvan û azînên teqwayê bimeşin an na aramî û bextewarî bi dest
nakeve û dê maneya pirr dengî û pirr rengiyê jî nemîne û jixwe dibe ku deng û
reng bêne qedexekirin!
“Gelî mirovan! Bêguman Me we ji mêrekî (ango;
Ademî) û jinekê (ango; Hewayê) afirandiye. Û me we kiriye milet milet, êl
êl da ku hûn (mafên) hev û du nas
bikin. Bêguman çêtirînê we li nik Xweda muteqîtirînê we ne. Bêşiwar e ku Xweda,
Zana û Agahdar e. 49/13”
Digel
ev ayeta pîroz ji bo biratiya mirovan û domandina biratiyê hîmekî pir saxlem e,
pîvanên biratî û çêtirînbûnê jî destnîşan dike. Divê her kes vê rastiyê li ber
çavê xwe bigre. Divê bihêta zanîn ku; ji bilî bilindiya di asta teqwayê de tu
kes û tu milet ne di ser tu kesî û tu miletî re ye. Heke hin kes an milet ji
bilî pîvana teqwayê, çêtiriya xwe bi eslê xwe an bi netew an bi pîvaneke din îdîa
bike ev nerast e. Çimkî eslê mirovan tevan ji Hz. Adem e û Adem jî ji axê ye. 
Lê digel
vê heqîqetê jî mafê her kesî heye ku; ji welatê xwe hez bike, bêriya wî bike û
ji bo pêşveçûn û dewlemendiya wî bixebite. 
Lewra
gava ku Pêxemberê Xweda (s.), wesfê Mekkeyê ji hevalê xwe yê bi navê “ ESÎL”
bihîstiye, bêriya wê derê kiriye, ji çavê wî yên mubarek hêstir barîne û wiha
gotiyê: “ Ya Esîl, bihêle bila dilê me
sakin bibe!”  Her wiha mafê xelkê her welatî heye ku ji bona jiyaneke azad bixebite û prensîbên rûmet û îzzetê di dilê gelê
xwe de biçînin! 
Dema
hin arîşe û tevgerên tund û nakokî derketin holê, divê kesê bawermend li aliyê
mafdar raweste. Çimkî Xweda gotiye ku: “Heke Xweda, hin mirovan bi hinan ranegirta û neanîba
rê. Helbet risteya ser erdê dê xirabûba. 2/251”
Xweda, hişyariyeke li gorî azîna xwe bike nesîbê me!
 

















































































@/MBHedbi

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/pirr-dengi-pirr-rengi-u-dadmendi)