# Ramûsanên Pêtî

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/ramusanen-peti
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2014-07-02T23:56:35+03:00
- Güncelleme: 2014-07-02T23:56:35+03:00
- Yazar: İSLAMEDDİN DEMİRKAYA
- Kategori: KÖŞE YAZISI

Sernivîsek çawa
bavêjim ji bo te

Bi vegotinek
çawa te vebêjim
 Bi kîjan pênûsê 
Li kîjan lênûskê
Ez te çawa
biresimînim?
Bi destên bi
salan ji te dûrketî
Yan bi vî dilê bi
te gihîştî?
 
Vay dîsa ramûsan
li hev kom bûne
Pêtan di nav xwe
de dirijînin
Dixwazim bi wan
re derkevim şevînê.
 
Li kêleka çemê
evînê
Daxwaz dikim
birqeke ji te
Ristikekê ji
ramûsanên te
Çêkim û têxim stûyê
salên bêyî te.
 
Dilxwazim janên
jîndar tev bikujim
Nebînim tu car
gerasîskên ji hestan
Û bes rûqalî
tenêtiyê bibim
Heta ku
bigihîjim xwêdana pevrebûnê.
 
Ez ê li ser delavên
çeman kulîlkên awirên te biçînim
Û  li ser rûyê erdê kûzê romantîzmê bişikînim.



















































 

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/ramusanen-peti)