# Saîd Îbnû Amîr El Cûmahî

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/said-ibnu-amir-el-cumahi
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2015-05-12T18:29:49+03:00
- Güncelleme: 2015-05-12T18:29:49+03:00
- Yazar: İSLAMEDDİN DEMİRKAYA
- Kategori: KÖŞE YAZISI

            Hûbeyb Îbnû
Adîyy, ji sehabiyên Resûlê(s.x.l.) Xweda bû. Qureyşiyan ew girtibûn. Wê ew bikuştana.
Ji bo li kuştina wî binêrin Qureyşiyan gel vexwendibûn Tenîmê. Tenîm,  li derveyê Mekkeyê bû. Saîd Îbnû Amîr jî, ji
vexwendiyan bû.


            Ji ber ku Saîd xort bû, gel da alî û
çû ket rêza pêş. Di dêlindêzan de kî pêwîst e li pêş be, wî jî xwe gihand wir.


            Zarokan, pîrekan û xortan Hûbeyb
zincîrkirî dibirin qada kuştinê. Saîd Îbnû Amîr vana giş ji nêzîk de didît.


            Wê koma mirovan, ji bo ku bikujin
wexta dîl/êsîr anîn, Saîd bi bejna xwe a dirêj xwe nêzîkî Hûbeyb kir.


            Hûbeyb got: Bihêlin berî mirinê ez
ji xwe re du reket jimêj bikim.


            Tiştê ku Hûbeyb xwest anîn cî.


            Dawî Saîd li jimêja Hûbeyb nêrî.


            Saîd, dawî nêrî Hûbeyb nêzîkî
pêşketiyên Qureyşiyan bû û wiha got: ‘’Wellehî ku min zanîba hûn ê nebêjin viya
ji tirsa mirinê limêja xwe dirêj kir, min dixwest ku ez hîna limêj bikim.’’   


            Bi vî awayî Saîd dît ku qewmê wî Hûbeyb
bi saxî qet qetî kirin. Wexta ku qewmê wî laşê Hûbeyb qet qetî kirin, ji Hûbeyb
re wiha gotin:


            Tu dixwazî tu bê berdan û
Mûhemmed(s.x.l.) di şûna te de be: 


            Wî jî got: ‘’Wellehî,  ji dêvila striyek di Mûhemmed(s.x.l.) re rabe,
ez naxwazim ku ez bêm berdan û ez naxwazim ku ez li nav zarokên xwe rihet bim.’’


            Ji ber vê axaftina Hûbeyb, gel
qeherîn û gotin: ‘’Wî bikujin! Wî bikujin!’’


            Berî daliqandina Hûbeyb, dengê vê
peyva Hûbeyb jî hat Saîd:


            ‘’Ya Rebî! Wan jibîr neke, wan xelas
bike û kesî sax nehêle.’’


            Bi vî awayî Hûbeyb di nav derbê şûran
de giyan da.


            Qureyşî vegeriyan Mekkeyê. Meşxela
dinyê zû Hûbeyb bi Qureyşiyan da jibîrkirin. Lê ji bîra Saîd neçû Hûbeyb. Berî
ku Hûbeyb daliqînin, Hûbeyb li Qureyşiyan nifirek kiribû. Saîd ev nifir jibîr
nedikirin. Ditirsiya ku belayek bê serê wî. 


            Hûbeyb gelek tişt rê Saîd dan. Saîd îdî
fêm kir ku, jiyana rast baweriya li ser îmanê ye û cehda wê ye. Hûbeyb tiştkî din
jî rê Saîd da: ‘’Hz. Mûhêmmed(s.x.l.).’’ 
Saîd, di nav her kesî de rabû û got: Tiştê ku Qureyşiyan kiriye ez jê dûr
im. Ez pûtê wan davêjim erdê.


            Û Saîd misilman bû.


            Saîd Îbnû Amîr koçî Medîneyê kir. Di
herba Heyberê û di herbên piştra, bi Resûlûllah(s.x.l.) re bû.


            Piştî wefata Resûlûllah(s.x.l.),
Saîd, bi Hz. Ebûbekir û Hz. Umer re ma. Li cem wan, xwe ji îslamê re kir şûr.
Riza Xwedê di ser her tiştî re girt.


            Van her du xelîfeyên Resûlûllah
(s.x.l.), rastiya Saîd zanîbûn û li şîretên wî guhdar dikirin.


            Wexta Hz. Umer bû xelîfe, Saîd lê
wiha şîret kir: ‘’Wexta te karê mirovan kir, ji Xwedê bitirse, lê wexta te emrê
Xwedê bi cî anî ji mirovan netirse û bila peyva te ne zêdeyî emelê/karê te be.


            ‘’Ya Umer! Ew mirovên ku tu karê wan
dikî bi wan re bitêkile. Tiştê te ji xwe û malbata xwe re xwest ji wan re jî
bixwaze. Tiştê ku te ji xwe û malbata xwe re nexwest ji wan jî re nexwaze. Heta
ku te heqî bidest xist hewl bide. ‘’


            Hz. Umer carekê ji bo alîkariya wî
bike ba Saîd kir û ji Saîd re got: ‘’Saîd! Em dixwazin te bikin parêzgarê Humûsê.’’
Saîd: ‘’Ji bo Xwedê ez ji te dixwazim ku tu vêya li serê min nekî bela.’’ Hz. Umer
qeherî û got:


            ‘’Xwelî li serê we! Hûn vî karî(xelîfetiyê)
dixin stuyê min û hûn taliyê jî, min tenê dihêlin. Wellehî ez te bernadim.’’ Û
wî kir parêzgar. 


            Carekê Hz. Umer derket herêma Şamê.
Gel, ji bo xêrhatinê çû pêşiya Hz. Umer. Hz. Umer ji wan re got: ‘’Hûn
parêzgerê xwe çawa dibînin?’’ Çar heb gazinên gel hebûn ji Saîd.


            Hz. Umer bi xwe dibêje:


            ‘’Min Saîd û gilîdar anîn cem hev û
min ji Xwedê re, ji bo ku ez di derbarê Saîd de ne xelitî bim min dua kir. Baweriya
min bi Saîd hebû. Hîna em li cem hev bûn min pirsî:


            Ji parêzgar gazina we çi ye?’’ Wan got:        


            ‘’Heta roj bilind dibe nû tê cem me.’’


            ‘’Min got di vê mijarê de tu çi
dibêjî Saîd?’’ Saîd kêliyekê sekinî û got: 


            ‘’Wellehî min nedixwest ez bêjim lê
divê îja ez bêjim. Berdestiyê malbata min tune. Her sibe ez radibim, ez ji wan
re hevîr dikim. Heta ku hevîr hiltê ez xwe hebkî diştexilînim. Dawî ez nan lê
dixim. Taliyê jî ez desmêj digirim û ez derdikevim nav gel.’’


            Hz. Umer dibêje:


            Min ji wan re got:


            Wekî din gazinên we çi ne? Gotin:


            ‘’Bişev karê me kesî nake.’’


            Min got di vê mijarê de tu çi dibêjî
Saîd?


            Saîd got: ‘’Wellehî min nedixwest ez
vêya jî bêjim. Ez roja xwe, didim karê wan û şeva xwe jî didim îbadeta Xwedê.’’


            Min got wekîdin gazina we çi ye? Gotin:


            ‘’Mehê rojekê dernakeve nav me.’’


            Min got ev çi ye Saîd? Got:


            ‘’Ya fermandarê bawermendan!
Berdestiyê min tune ye. Ji cilê li ser min pêve tu çilê min jî tune ne. Mehê
carekê ez cilê xwe dişom û heta zuha dibe ez disekinim. Ber êvarî ez derdikevim
nav wan.’’ 


            Min dîsa pirsî: Wekîdin gazinên we
çi ne? Gotin: 


            ‘’Carna xwe wenda dike û hayê wî ji
yên cem wî çênabe.’’


            Min got ev çi ye Saîd? Wî jî wiha
got:


            ‘’Wexta ez muşrîk bûm, min şehadeta
Hûbeyb Îbnû Adîyy dît. Min dît ku Qureyşiyan laşê wî qet qetî kirin. Berî ku
şehîd bibe jê re wiha gotin:


            Tu dixwazî Mûhemmed(s.x.l.) di dewsa
te de ba? Wî jî wiha gotibû:


            ‘’Wellehî ji dêvila striyek di
Mûhemmed(s.x.l.) re here, ez naxwazim ji dêvila wê ez li nav zarokên xwe rihet
bim.’’ Tiştê wê rojê yên tên bîra min, jiber ku ez muşrîkekî ji Xwedê
nebawerkir bûm û min alî Hûbeyb nedikir, ji ber vî awayî ez ditirsim Xwedê tu
carî min efû neke. Îja ji ber vî awayî ez carna ji hiş xwe derim.’’


            Li ser vê peyva wî, ji ber ku di heqê
Saîd de xelit derneket Hz. Umer hemd ji Xwedê re kir.
Çavkanî: Sahabe Hayatından Tablolar,  Dr. Abdurrahman Re’fet el-Başa, (Werger:
Taceddîn Uzun)


            


 


 

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/said-ibnu-amir-el-cumahi)