# Wer Em Saetekê Îmanê Bi Rebê Xwe Bînin

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/wer-em-saeteke-imane-bi-rebe-xwe-binin
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2015-06-30T10:44:45+03:00
- Güncelleme: 2015-06-30T10:44:45+03:00
- Yazar: İSLAMEDDİN DEMİRKAYA
- Kategori: KÖŞE YAZISI

 
Tiştê ku kêfa
meriv jê re tê, gelek caran meriv dixwaze kêfa mirovên din jî jêre bê û meriv dixwaze
timî alîgirên meriv pir bin. Tiştê ku meriv jê hez dike meriv dixwaze berbelav
be. Berbelav bûna tiştên hezkirî, kesan dilşad dike.
Ev peyva ku min
di sernivîsa xwe de bi kar aniye jî, peyvek ji alî min de hezkirî ye û dixwazim
ev peyv di civakê de berbelav be. Ji ber vî awayî min ew kir mijara nivîsa xwe
û min xwest bi vê navgînê ez ramanên xwe bi we parve bikim. Bi vî awayî dibe ku
ev peyva xweş berbelavtir bive.
Vê peyva qedir
bilind û xweş, sehabe Ebdullah bîn Rewaha wexta digihaşt sehabiyan bi kar tanî.
Digot: ‘’Wer em saetekê îmanê bi Rebê xwe
bînin.’’ Ango, em îmana xwe nû bikin, em perwerda xwe a giyanî bikin. Sehabiyan
wexta tevgerek cuda bidîtana guman bi wan re çêdibû û ew tiştê ku guman bi wan re
çêdikir bi Resûlûllah(s.a.w.) re dişêwirîn bê ew tevgera wan îslamî ye an na. Ev
peyva Ebdullah bîn Rewaha jî jê re gotin. Resûlûllah (s.a.w.) werê got: ‘’Xwedê dilovaniya xwe li Îbnî Rewaha bike!
Ji civata ku melek dipesinînin hez dike.’’
Bi rastî ev
peyva Ebdullah bîn Rewaha ji bo nûkirina îmanê bû, ji bo bîranîna Xwedê Teala
bû. Wî dixwest ku kêmanî nekeve îmana wî.
Wek vî awayê
Ebdullah bîn Rewaha, sepanek Muaz bîn Cebel jî hebû di derbarê îmanê de. Ew jî
pir li ser nûkirina îmanê disekinî. Wexta ku ew û hevalên xwe bi rêkê de diçûn,
Muaz ji hevalên xwe re digot: ‘’ Werin
rûnên em hebkî îmana xwe nû bikin.’’
Bê guman Ebdullah
bîn Rewaha û Muaz bîn Cebel sepanek pir xweş kirin e. Ji ber ku zanîbûn pêdiviya
wan timî bi îmanek xurt heye.
Bi tevger û
sepanên sehabiyan peravên îmanê ava bûbûn bê guman. Bi pêlên wan peravan, gelek
mirovan xwe hênik dikir. Hûn dikarin lê bifikirin. Peravên îmanê, pêlên li wê
peravê…
Bi rastî
giyanê me her wext pêwîstî nûkirinê ye. Her tevgerek rojane ya ne paqij,
çipikek gemarî li giyan dixe. Ev çipikên gemarî ku di giyan de pir dibin, dibe
wek ku giyan bi vê gemarê bê seyandin. Ji bo ku giyan dîsa xwe nû bike, ji wê
gemarê xelas bive û têkeve halekî spehî, divê peyv û ramanên Xwedayî bên
bîranîn û bên bilêvkirin. Dilê ku bi zikrê Xwedê nê şên kirin, bi tiştnî din tê
pêçandin û dihedime ew dil.
Bi rastî em
pir birçiyê hevpeyvînên ku îmanê nû dikin in. Wexta li seyrangehan, li kolanan
xwendekar û wekîdin mirov bigihên hev û di civatên xwe de li ser nûkirina îmanê
û giyan rawestin wê dîmenên pir xweş bên holê û bi rastî dixwazim ez jî di nav
van hevbîn û van hevpeyvînan de hebim. Hevbîn û hevpeyvînên îmanê…
Ji ber ku dil
navenda îmanê ye, divê em li ser dil jî rawestin. Dil, timî tê qulupandin. Her
car di cihêrengiyekê de ye. Car caran bi evîn e, car caran bi coş e, car caran
gerok e, car caran lihevxistî ye dil. îja ji bo ev cihêrengî encamên erênî
bide, divê dil her car bi îmanê bê xemilandin. Di dilê bi îmanê xemilandî de jî
bê guman wê ava îmanê biherike.
Dixwazim ez bi
şîretek Resûlûllah(s.a.w.) mijara xwe bi encam bikim. Carekê Resûlûllah
(s.a.w.) ji sehabiyên xwe re werê got: ‘’Îmana xwe nû bikin.’’ Jê re gotin:
‘’Em çawa îmana xwe nû bikin?’’ Wî jî got: ‘’Peyva Laîlahe îllallah pir bêjin.’’ (Ehmed)
Laîlahe îllallah,
Laîlahe îllallah, Laîlahe îllallah…





























 

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/wer-em-saeteke-imane-bi-rebe-xwe-binin)