# Xaçirêka Evîndariyê

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/xacireka-evindariye
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2014-06-22T19:09:46+03:00
- Güncelleme: 2014-06-22T19:09:46+03:00
- Yazar: İSLAMEDDİN DEMİRKAYA
- Kategori: KÖŞE YAZISI

Di xaçirêka
evîndariyê de

Xeyalên min
teqlo meqloyî


Hêl di min
de namîne


Ez ji qudûm dikevim


Li
gustîlkekê rast nayêm


Evîn li min
dibe zêdebarî.


 


Sal sala
dilê min


Evîn min bi
çolan dixe


Şevên tarî
dibin hemrazên min


Çav stêrkan dişopînin


Ji bo yarê
tê de bibînin.


 


Yar yarek
xemrevîn


Ne rawestan
lê heye ne biqasî min pê re evîn


Nizane ku ev
dil îro ji bo wê bûye birîn


Dîsa jî li
bende mizgînekê ye


Yan ji aliyê
xerbî yan ji aliyê bayê bêrîn.


 


Diçim bi alî
asoyê ve


Li pê min xaçirêkek
vedibe


Li rastî kulîlkan
têm


Ji wan
kulîlkan Kurdistan û yarê bîn dikim.

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/xacireka-evindariye)