# Yek ji Rûreşiyên Mirovahiyê: Helepçe

> 

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/yek-ji-ruresiyen-mirovahiye-helepce
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2014-03-17T22:11:19+02:00
- Güncelleme: 2014-03-17T22:11:19+02:00
- Yazar: M.BURHAN HEDBİ
- Kategori: KÖŞE YAZISI

Kes nekujtibûn, malê kesî
talan nekiribûn, warê kesî wêran nekiribûn, dest navîtibûn namûsa kesî…
Lê ew dihatin kuştin.
Kujtineke dirînde û hovane.
Zagonek şeran jî heye. Di
dujminatî û kujtinê de jî ast û zagon heye… Lê yên ku ev sosret li cihanê kirin
mal, ji van taybetmendiyan bê par bûn.
Zarok dikujtin, dayik, pîr û
kokim dikujtin û ev yek bi çekên kimyayî dikirin.
Dinyaya du rû jî li vê
sosreta han tamaşa dikir û bê deng dima!
Hêla
herî xemgîn, bê dengiya misilmanan bû…
Ew
helwesta misilman ku ji bo Filistîn, Azerbeycan, Bosna Hersek, Çeçenîstan û birayên xwe yên
din rê didan, di vê bûyerê de nehate nîşandin. Ka ew têgih û feraseta
“ Momin weke azayên laşekî ye” !
Hêla xemgîntirîn, ev komkujî û hovîtî “ Bi
destê bawermendan” diqewimî.
Çi gotibû pêxember (s.), “ Momin birayê
momin e. Xwîn, mal û namusa bira li bira ne helal e.” 
Komkujiya Helepçeyê. Dîrok 16 Adar 1988…
“Wê rojê
dinyayê li bavên di nava kuçe û kolanan de dirêjkirî ku zarokên xwe hemêz kirine,
dayikên ku xwe li ser zarokên xwe kirine sîper û xwişk û birayên hev himbêzkirî
mirî temaşa dikir.”
Zarokan dogotin
“Dayê bêhna sêva tê” û bê giyan diketin erdê…
Komkujiya
Halepçeyê di dilê wan kesên ku hêj mirovatiya xwe winda nekirine de, dê wek lekeyek
reş ku li insaniyetê ketiye veşirtî bimîne.
Di
binbîra mirovatiyê de Hîroşîma çibe Helepçe jî ew e. Ne Hîroşîma û ne jî
Helepçe ji bînbîra mirovatiyê nayê ji bîrbirin/bîrkirin! Hem kesên di van
bûyeran de xwedî par in û hem jî sersedemên wan dê her dem di dilê gelan de
mehkûm bin.
Lê
bi sedema salvegera vê komkujiyê da em komkujînin nû yê mîna Helepçe nejîn divê
em hin rastiyan bizanibin. Ev yek pêwîst û girîng e!
Di
26. salvegera komkujiya Helepçe de divê bizanibin ku ev yek ne tenê encama
cesaret an jî dirîndetiya Sedam Huseyîn bû, ev yek bi xwestekên emperyelîstan
ve jî girêdayî bû. Emperyalîst, ji bona bighêjin wan helwest û daxwazên xwe yê
di rojhilata Navîn de, ji wê xwîn rijandina ku gelên rojhilata Navîn bi hev re
dikir dijmin re bê deng man, heta carinan cesaret jî didan, da bûyerên werengî
biqewimin û bicirên. Divê êdî bihête zanin ku ev bûyer, encama vê helwesta
Emperyalîstaye jî û tilên wan jî di nav de ye.
Me hêviye ku ji nuha û pê de li Rojhilata Navîn ne evrên reş, kevokên aştiye bigere
û bi azadî bifire. Ji bona vê yekê jî dem dema pevrebûn û yekîtiya Gelên
Rojhilata Navîn e. Divê gelên rojhilata navîn, êdî helwesta yekîtiyê
binirxînin. 
Ji
bona Helepçeyên nû çênebe û tixûbên derûnî li rojhilata navîn dernekeve holê
divê gelên rojhita navîn jî ji bona parastina mafê zar û zêçên xwe ala yekîtiyê
li dar bixin.  J bo ku ji hev dûrketin û
ji hev qetandinên derûnî çênebe û tixûbên derûnî li rojhilata navîn dernekeve
holê, divê li ser esasê dadî, wekhevî û jiyaneke hevbeş têkoşîna aştiyê were
domandin û ji bona ev rê û rêbaz tengav nebe jî divê polîtikayên werengî bi
durustî were saz kirin.
Ma
tişta ku îroj li Sûryeyê diqewime çi ye? Ma ne ji bona tunebûna yekîtiyêye
kesên biyanî wiha bi hêsanî hespên xwe li rojhilata navîn dibezîn in?
Bi hêviya
pêşerojeke rewa da Helepçeyên nû çênebe!





















































































 @mbhedbi 

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kose-yazisi/yek-ji-ruresiyen-mirovahiye-helepce)