tatlidede
tatlidede

Kultura Netewî

Kultura Netewî

Kultur ji hemû babetên jiyana madî û manevî pêk tên. Kultur gotineke tevahiye. Aliyê kultur yê manewî ji wan beşên hanê sazdibe; bahwerî, raman, bîrdozî, edeb, huner, ziman û hemû çalakiyên ku rastarasta ne bi jiyana madî ve girêdayî ne. Kultura manewî bi taybetî li ser nirxên ku ji bona jiyaneke bi rumet pêwistin, piralî tê hunandin.

Em hemû dizanin ku kultur berhemên mirovan in, heywan nirxên kulturî nikarin biafirînin. Ango kultura heywanan tuneye. Ji bona minak em dikarin wilo bibêjin; mêşa hingiv bimilyon salan şanê hingiv weke hevdu dihûne. Bilbil hêlîna xwe bi hezar salan bi heman formî çêdike. Lê mirov kultur û derdora xwe digûherînin, ji bona mînak; mirov avaniyên xwe curbecur avadikin, alavên wan avaniyan hergav ne weke hevdu ne. Carina xanî ji keviran, ji kelpîçan, ji daran, ji konan tên avakirin…

Cil û berg ji wilo ne…

Ev yeka hanê ji afirînerbûna mirovan nîşan dide.

Di ve tevgirêdanê de hilbet ziman û hişmendî roleke sereke dileyize. Yek ji bingehê kultura netewî hilbet zimanê Kurdî ye. Kultur bê ziman nabe. İro zimanê me hîna jî nebûye zimanê perwerdê. Ev rastî bi xwe jî komkujiye, kultur kujiye…

Sîyaseta kolonyalîst li himberî miletê Kurd heta nûha çawa bûye? Berhemên Kurdan dibin û wana bi şildim bildimî li me vedigerînin. Hemû hebûnên Kurdan di qada navnetewî de dikin yê xwe. Govend û muzîka me dikin ya xwe, şîn û warên me dikin yê xwe, di dawî de xwestin newroza me jî bikin nevroz? Nevroz weke ku tê zanîn navê nexweşiyeke psîkolojiye, ango newroz li ba kultura Tirkan bûye nexweşî!? Wate hatiye guhertin.

Ma we helbesteke an jî straneke wana li ser newrozê bihistiye heta nûha?..

Asimîlasyon li ser kultur, ziman, nasname û jiyana Kurdan piralî dimeşe. Stranên me didizin, weke Canê Canê, Xûmxûmê Torîvanê, Adlê Rabe Sibehe ûhw. Heta marşên wana yên leşkerên ji jî kîsî Kurdan e kuro!

Li ba wan dizên kultura Kurdî hêvî dibe hewî, welat dibe velat, pismam dibe pîsmam, newroz dibe nevroz ûhw.

Ev aliyê manewî ye.

Madî jî Kurdistan dibin zordariyeke gelek mezin de ye. Sermaya Kurdan dibin Rojavayê Tirkiye, hêza ekonomiya welatê me dîsa wilo, mirovên me yen xwenda û jehatî dewleta serdest wana dixe bin hûkme xwe û ji miletê me didize. Hebûnên welatê me bi haweyekî biaqilane û ku bi kerî miletê me werin nakevin tevgerê.

Ango bi kurtî komkujiyeke plankirî li ser kultura miletê Kurd heye lê hayê gelek Kurdên me ji wan plana na tuneye. Ji aliyê kultura Kurdî de gelek mirovên me hîna ji di xewa şêrin dane…

Xeşîmin…

Li bendî çi ne?

Ez bi rastî nizanim.

Di gelek waran de kultura me li paş hiştine, dewlet nahele kultura kurdan bi haweyekî azad pêşbikeve. Minak, kutubxane, arşîv, mûze, weşanên Kurdî di kijan pileyî de ne? Heger bi rastî em hemwelatiyê Turkiye bin çima devlet di warari de bedeng e, çima alikariya kultura Kurdan nake?

Ma Kurd bacê nadin vê dewletê?

Avakirina kultureke netewî ji ber xwe vê yekê çênabe. Statûya Kurdistanê rê nade vê yekê. Ji ber wilo divê em hebûnên Kurdistanê bi mirovên xwe bidin hezkirin. Divê zanebûnen me li ser welatê me berfireh bibin. Hişmendiyeke Kurdî avabibe. Mirovên me divê li Kurdîtiya xwe miqatebin. Mirovên ku tahm û behna Kurdayetiye jê ne ye, em tucara wana nedin pêşiya xwe! Bila pêşi ev mirov bibin Kurdên çak û pak û dûra werin nav me!

Ya na sîyaset dibe weke qûrqûra beqan!

Be wate dibe…

Em baş dizanin ku di kultura netewî de zanebûna zimanê Kurdî heye, dîroka Kurdan heye, eşîr û heremên me hene, bajar û gundên me hene. Keda me heye. Nasnama me heye.

Em gelek caran navê gund û bajerê Filistinê dizanin, em yên Ewrupa dizanin lê em Kurdistana xwe baş nasnakin!

Ma ev ne şerme gelo?

Em çiqasî Rojhilat û Başurê Kurdistanê nasdikin.? Çiqase ji me helbestvanên weke Hêmin Mukrîyanî nasdikin? Em çiqasî Cegerxwînê Hêsari nasdikin? Em çiqasî edebiyata xwe ya devkî nasdikin? Çenda ji me lehengîya Hemê Gozê bihistiye? Em diroka xelkên biyanî dizanin lê em ya Kurdan nizanin!

Em şîretan li xelkên dinyayê hemûya dikin lê em xwe jibira dikin…

Divê Kurd li welatê xwe, li zimanê xwe, li kultura xwe vegerin. Rêyeke din tuneye. Ku hebe ji ev rêya hanê ya çûn û nehatê ye! Ji bona ku em xwe baş nasbikin divê em pêşî li xwe vegerin.

Wexta ku em dibejin li kultura xwe wegerin, em jibîra nekin ku ev kultur divê libêjinge bikeve. Ji bona kulturekî demokratik, sosyal û netewî divê ev bêjing bi destên hostan were lidarxistin. Heyvanê kultura netewî, sosyal û demokratik divê bi destê mirovên zana, hostê, dinyadîti û kurdperwer avabibe.

Bi sê gotinen ezberkirî, bi qûretiye nav sikakan ev kultura netewî, sosyal û demokratik ava nabe. Divê em tecrûbeyên tevgera hemû Kurdan ji xwe re bikin rêber. Kultura netewî divê Kurdistanî be!

Kurdên ku pişti ewqase tevger, fedakarî, çalakî, êş, koçberî, kujtin, talankirin ûhw, hîna ji nebûbin Kurd û xwedî li Kurdistanê dernekevin, xwelî li sere wana be!

Heger ew zilam be; çariya pireka wî li serê wî be, heger ew jin be; simbelên zilamê wê jê rebin!

Bi kurtî kultura netewî bêyî kurdperweriyeke xurt tucara nikare avabibe.

Yorum Yaz