# Berika hawanê hat avêtin Qoserê: 2 mirî 12 birîndar

> Ji ber hawana ku ji Sûrîyê hat avêtin Qosera Mêrdînê 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kurdi/berika-hawane-hat-avetin-qosere-2-miri-12-birindar
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2019-10-15T19:45:01+03:00
- Güncelleme: 2019-10-15T19:45:01+03:00
- Yazar: Mardin Life
- Kategori: KURDÎ
- Görsel: https://cdn.mardinlife.com/2019/10/berika-hawane-hat-avetin-qosere-2-miri-12-birindar-40297.jpg

Hat ragihandin ji ber  hawana ku ji Sûrîyê hat avêtin Qosera Mêrdînê 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji Dirbasîyeya Sûrîyê berika hawanê hat avêtin Xerabkorta gundê girêdayê Qosera Mêrdînê. Di encama bûyera ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

 

Kesên ku di bûyerê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

 

Hat hînbûn gundê ku berika hawanê îsabetî kir tê tahlîyekirin

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kurdi/berika-hawane-hat-avetin-qosere-2-miri-12-birindar)