# Di xutbeya înê de ji siyaseta çalan re bertek

> Îmam Xatîbê Camiya Mezin Osman Yagmur di xutbeya înê de siyaseta çalan a PKKê rexne kir û diyar kir ev yek tişteke ne rast e.
Îmam Xatîbê Camiya Mezin Osman Yagmur di xutbeya înê de siyaseta çalan a PKKê rexne kir û diyar kir ev yek tişteke ne rast e.

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kurdi/di-xutbeya-ine-de-ji-siyaseta-calan-re-bertek
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2016-01-29T17:55:00+02:00
- Güncelleme: 2016-01-29T17:55:00+02:00
- Yazar: Mardin Life
- Kategori: KURDÎ
- Görsel: https://cdn.mardinlife.com/2016/01/di-xutbeya-ine-de-ji-siyaseta-calan-re-bertek-25015.jpg

“Ev tişt ji ber tiştên ku me kirine tên serê me”
Yagmur di berdewama xutbeya xwe de di derbarê mijarê de wiha axivî: “Divê em van êş û zehmetiyên di vê civakê de baş tahlîl bikin. Em car car sedem û çavkaniya van zehmetîyan difikirin.Ev bela û musibet çima hatin serê me?Çima hizûra me xera bû?Çima însan malên xwe diterikenin.Sedema van êş û eleman kiryarên me ne. Muqabeleya amelên me ne.Muqabeleya kiryarên me yên nebaş Xwedê Teala van tiştan derdixê pêşîya me. Heta ku civatek hal û weziyeta xwe naguherîne û heta ku li dijî tiştê xelet nesekine Xwedê Teala wê bela û musîbetê def neke.Ji ber vê yekê divê civak kiryarên xwe ji ber çavên xwe derbas bike û divê mirovahî xwe biguherîne.”

“Birayên min welleh, billeh ev siyaseta xendekan xelet e”
Yagmur ji siyaseta çalan a PKKê re bertek nîşan da û wiha axivî: “Birayên min welleh, billeh ev siyaseta hendekan a PKKê xelet e. Tu îzaha vê ma heye? Kesên Misliman divê werin ser hişê xwe.Naxwe xezaba Xwedê wê vê civakê helak bike.”

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kurdi/di-xutbeya-ine-de-ji-siyaseta-calan-re-bertek)