# Êrîş çekdarî li konvoya polêsan hat kirin: Zarokek jiyana xwe ji dest da

> Li navçeya Nisêbîne êrîşa çekdarî li konvoya polêsan hat kirin,di êrîşê de zarokekî 12 salî jiyana xwe ji dest da.

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kurdi/eris-cekdari-li-konvoya-polesan-hat-kirin-zarokek-jiyana-xwe-ji-dest-da
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2016-02-15T09:47:00+02:00
- Güncelleme: 2016-02-15T09:47:00+02:00
- Yazar: Mardin Life
- Kategori: KURDÎ
- Görsel: https://cdn.mardinlife.com/2016/02/eris-cekdari-li-konvoya-polesan-hat-kirin-zarokek-jiyana-xwe-ji-dest-da-25248.jpg

Li Nisêbînê êrîşa çekdarî li konvoya polês û eskeran hat kirin, ji ber êrîşa ku hat kirin polêsan bersiv da û pevçûn derket.Di encama pevçûna ku derket de zarokek jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Êrîş li taxa Dîcleyê di derdora seat 15.30an de pêk hat. Di encama êrîşê de zarokên bi navê Mugdat Ay û Azat Denkerê 17 salî birîndar bûn.Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Ji kesên birîndar Mugdat Ayê 12 salî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kurdi/eris-cekdari-li-konvoya-polesan-hat-kirin-zarokek-jiyana-xwe-ji-dest-da)