# Êrîşa bi kêr Kesek mır

> Li Qosera Mêrdînê êrîşa bi kêr li malbateke Sûrîyeyî hat kirin, di encama êrîşa bi kêr a ku hat kirin de kesek mir, yek jê pitik 3 kes birîndar bûn.

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kurdi/erisa-bi-ker-kesek-mir
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2019-07-30T21:21:41+03:00
- Güncelleme: 2019-07-30T21:21:41+03:00
- Yazar: Mardin Life
- Kategori: KURDÎ

Êrîşa çekdarî li malbata Sûrîyeyî hat kirin: Kesek mir, yek jê pitik 3 kes birîndar bûn

Bûyer li Tilkerêya gundê Qoserê pêk hat.

 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Tilkerê di navbera kesên bi navê Azad Muhammedê Sûrîyeyî(34) û A.B.yê welatîyê Tirkîyê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn nîqaş derket. Ji ber ku nîqaş mezin bû A.B. kêra xwe derxist û Azad Muhammed da ber kêran. Yusra Abdoya xanima Azad Muhammedî xwest ku mudaxeleyî bûyerê bike, di dema kirina mudaxelê de çend derbên kêran li wê û li zarokên wê yên bi navê Şêxa(11) û Emgihan(2) jî ketin.

 

Azad Muhammed li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kesên ku birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.

 

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û kesê êrîşkar A.B. ji teref cendirmeyan ve hat binçavkirin

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kurdi/erisa-bi-ker-kesek-mir)