# Li gelemperê welêt hişyariya berfê

> Tê texmînkirin ku li herêmên Marmara, Behrareş, Anatoliya Navîn, Rojhilat û Rojhilata Başûr dê berf bibare. Her wiha hat ragihandin ku ji îro pê ve di gelemperê welêt de barîna berfê dê bibandordar bibe.

- Kaynak: Mardin Life
- URL: https://www.mardinlife.com/kurdi/li-gelempere-welet-hisyariya-berfe
- Dil: tr-TR
- Yayın tarihi: 2015-12-31T21:38:18+02:00
- Güncelleme: 2015-12-31T21:38:18+02:00
- Yazar: Mardin Life
- Kategori: KURDÎ
- Görsel: https://cdn.mardinlife.com/2015/12/li-gelempere-welet-hisyariya-berfe-24652.jpg

Midûrtiya Giştî ya Meteororlojiyê di derbarê rewşa hewayê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin gor texmînên herî dawî ; di bakûra welêt, gelemperê navîn û rojhilatê dê hewraw û pir ewrayî bibe. Her wiha tê texmînkirin ku hawîrdora Marmara, Behrareş, Anatoliya Navîn, Rojhilat û Rojhilata Başûrê û Kutahya, Afyonkarahîsar û Kahramanmaraşê dê şilîdar bibe. Şilî; derdorên  rojavaya Anatola Navîn, Kutahya û Afyonê dê bi şiklekî sivik, li bakûra Marmarayê û keviya Behrareş cî cî şilope, rojava û başûra Rojhilata Başûr a Anatolê jî dê wek baran bibe.
Her wiha tê texmînkirin ku dê li Marmara, Anatoliya Navîn, Behrareş û Rojhilata Anatolê  di derdora sibe û êvarê de der der sir û seqem hebe. Tê texmînkirin ku oplgermiya hewayê dê di derdora bakûr û rojhilat de nêzê 4-12 derece bikeve.

---
Kaynak: [Mardin Life](https://www.mardinlife.com/kurdi/li-gelempere-welet-hisyariya-berfe)