tatlidede

Kurê Dewletê

Kurê Dewletê

Ji bekçiyêkî gundan bigirin heta girgirekên mezin, di nava hemû cûre rêxistinên fermî de, mirov dikare qala kultureke dewletê bike. Ev kultura serdest kulturekî fermandariyê bi xwe re pêde dike. Fermandarî hergav xwe weke navend dibîne. Rasti, maf, exlaq fermandarî bi xwe ye. Di vir de jêrdestî û jordestî hene. Mirovên ku di nava çerxa dewletê de bin, vi kulturê serdest ji xwe re dikin mertal. Şaşiyan ji bikin, rastiya ji bikin, qenciyê jî bikin, xerabîyê jî bikin, sûc bikin, guneh bikin, ev kultura dewletê ji wana re dibe palpişt. Ew çawa bin jî, ew dîsa kurê dewletê ne!..
Bi vê mijarê ve girêdayî serpêhatiyek li herema Mêrdînê heye.Li gundekî herema Torê bekçiyekî dewletê mirovekî Êzîdî kuştibû. Gava ku derdora wîna jê dibirsîn, ma ka te çima ev mirov kuştiyê, bersiva wîna hergav amade bû; ez kurê dewletê me, min kûçikekî Êzîdî kuştiye. Ma dinya xerabûyê digot…
Li gora vî zilamê bekçî, ango kurê dewletê û Musliman tu mafê mirovên Êzîdî tunebûn.
Mirovên derdora wîna baş fêmkirin ku; ev mirov ehmeq e û tewtewe ye. Dest bi şîretan kirin; li dadgehê wilo nepeviye gotin. Belê, tu kurê dewletê ye lê ma ne dewlet xwedî qanûn e, xwedî maf, xwedî hiqûq e, çênabe ku tu wilo Kurmanckî biaxivî…
Emê îfadeyeke maqûl ji te re binîvîsînin û tu ji li dadgehê zêde nepeyive. Gava ku hakim ji te pirsî, bibêje; waye îfada min li ber te ye…
Nepeyive…
Dadgehê bi hemû formaliteyèn xwe destpêkir; Hakim ji bersûc pirsî;
Te çima ew kuşt?
Te çilo ew kuşt?
Te kengî ew kuşt?
Te bi çi ew kuşt?
Çikasî hejmara pirsan zêde dibû; fırt fırt li bersûc diket. Kelecana wîna zêde dibû, xwîna wîna germ digeriya, çawên wîna beloq dibûn, bibû ziqziqa diranên wîna, rehên ber çawên wîna dijenîyan… Di dawî de bersûc teqîya…Bersûc bi dengekî bilind û bi temtêleke zirtoleyî got; Hakim beg, ez kurê dewletê me, min kûçikekî Êzîdî kuştiye, waye îfada min jî li ber te ye, ewê ku ji min bahwernake jî, ezê çawê wîna derxinim!
Hakim got; ev zilam dêhn e, aqilê xwe winda kiriye û nizane çi dibêje…
Veca li gora mirovê bersûc gava ku tu kurê dewletê be, mafê te û hertiştî heye. Mirovan bikuje, çavê xwe berde namusa xelkê, bertilê bixwe, xelkê talan bike, bêbextî û derewan bike, dek û dolaban bizivîrîne. Hertişt mafê teye…
Mirov xiyala xwe baş bide vê bîrdozîyê, firdikên wêna li cem hemû olên Semawî hene, li cem xulamên xûlamokan hene, li cem kolên desthilatdariyê hene, li cem mirîdên şêxa hene, li cem kûrtêlxwirên mafîya hene… Belê, hemû li ser navekî, li ser dozekê, ji bona armancekî, ji bona berjewendiyên xwe, mafê mirovan binpê dikin û wijdanên xwe diavêjin ser sergoyan. Ma çi cudahî di bingeh de heye di navbêna ku tu bibêjî; ez kurê dewletê me, ez mirîdê şêxim, ez şervanê padişahim, ez canfidayê fermandar im… Di bingeh de referans heman prensîb e. Gava ku mirovan xwe wilo pêşkêşbikin jî, ma ne dîsa divè pîvanên exlaqè rind û wijdanê mirovan dewra xwe bileyîz?… Mirovên ku bê wijdan û exlaq bin mirovên çawa ne gelo?

Yorum Yaz