tatlidede
tatlidede

Li Kerboranê 36 PKKyî hatin kuştin

Li Kerborana navçeya Mêrdîna ku 19 rojan qedexeya derketina derve lê berdewam kir 36 PKKyî hatin kuştin. 
  • 31.12.2015 21:52
Li Kerboranê 36 PKKyî hatin kuştin

Her weke ku tête zanîn ji ber ku ji teref kesên PKKyî ve çal û kort hatin vedan li navçeya Kerborana Mêrdînê derketina derve nêzî 19 rojan hatibû qedexekirin.Qedexe duh hat rakirin.Li Kerboranê di dema pêvajoya qedexê de gelek pevçûnên bi şiddet pêk hatin.Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di pevçûnên ku li Kerboranê pêk hatin de 36 PKKyî hatin kuştin û 13 PKKyî jî birîndar bûn.PKKyîyên ku birîndar bûn piştî tedawîya wan a nexweşxanê hatin  tewqîfkirin.

Walîtîya Mêrdînê bi daxuyanîyeke ku da destnîşan kir 36 PKKyî hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne.

Di daxuyanî ku ji teref walîtîyê ve hat dayîn de hat ragihandin di operasyonên ku li dijî PKKê  hatin kirin de 17 keleşkof, 2 çekên M16, kanasek, biksîyek, 5 tifingê nêçîrê, damançeyek, 2000 hezar teqemenî, 3 roketavêjên RPG-7an, 60 fîşekên sewqê û muhîmatên roketavêjan 3 telsiz, dûrbînek,30 bombeyên destan, êlekeke şer,  9 teqemenîyên ku ji tupan hatibûn çêkirin,  22 bombeyên ku di nava gogan de hatibûn amadekirin, 2 bilgîsayar, 4 kamera, dokumanên rexistinî, alavên hawarîyê û gelek cil hatine bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin li navçê 25 çal hatine girtin, 8 teqemenî hatine îmhakirin û li 110 adresan lêgerîn hatiye kirin.Di operasyonên ku hatine  kirin de 4 polês û 8 hemwelatî birîndar bûne û 2 hemwelatî jî jiyana xwe ji dest dane.

Her weke ku tê zanîn di 23ê kanûnê de ji teref PKKyîyan ve êrîşa çekdarî li mala Necîm Kiliç(70) hatibû kirin, di êrîşê de Necîm Kiliç û qîza wî Sabahatt Kiliç jiyana xwe ji dest dabûn û ji heman malbatê Fatma Kiliç û Selamet Kiliç jî birîndar bûbûn.

Yorum Yaz