tatlidede
tatlidede

Milîbûn Tê Çî Watêyê?

Milîbûn Tê Çî Watêyê?
Di van demên dawî de, di qada siyaseta Kurdan de têgeha milîbûnê di rojevê de ye. Hema hema hemû rêxistin, rewşenbîr, malper, komele, televizyon, rojname û partiyên Kurdan qala milîbûnê dikin. Qala tifaq û hevkariya milî tê kirin. Qala helwesta milî û kongra netewî tê kirin…

Bi rastî ji bona Kurdan ev gaveke pozitif e û divê baş were parastin. Kurd hemû bi hevdû re divê xwedî li vê helwestê derkevin. Ev dîtin dikare Kurdên ku belawela bûnê bîne cem hevdû û tevgerên Kurdi bike aktorekî çalak ji bona çarenivîsa xwe. Kurdan bi hêza wana bihisîne û wana bike xwediyê hişmendiyeke rast. Bi vê helwestê Kurd dikarin bigîhêjin mafê xwe û li dinyayê weke hemû miletan bi serbilindî bijîn.

Tê zanîn ku ji hêla dîrokî de Kurd gelekî dereng bi milîbûna xwe hisyane. Ev sêsed salan ku Kurd qala tifaq û milîbûne dikin, lê pêwistiyê vê helwestê heta nûha bicîh nehatiye. Ev yek jî tê zanîn. Ji ber wilo jî hîsmendiya milî di nava tevgerên Kurdan de qels maye. Pirsa milîbûne nebûyê pirsa sereke di rojeva siyaseta Kurdan de. Gotin heye lê kiryarî heta nûha qels maye. Qolincên di siyaseta Kurdan ji ber vê sedemê demdirêj bûne û miletê Kurd bi van qolincan gelekî êşiya ye.
Ma qolincên ku sêsed salan berdewan kirine gelo li kîjan deverên dinyaye hene?... 
Ma wê qolincên siyaseta Kurdan heta kengî berdewam bikin?..
Belê, milîbûn di esl û feslê xwe de tê wateya ku em weke Kurd zimanê xwe, ax, al, nasname û berjewendiyên netewî bikin qala sereke di siyaseta Kurdan de. Kurd beriya her tiştî divê bibin Kurd! Li dora wan nirxên netewî û dîrokî tevgereke siyasî derbixin pêş.  Ji ber ku nirxên netewî ji bona hemû Kurdan destkeftiyên mayinde ne, divê hemû Kurd xwedî li van nirxan derkevin. Baş tê zanîn ku Kurd hemû ji van nirxan sûdê werdigirin, bi van nirxan li heremê û li dinyayê dibin xwedî nasname û statû.
Gava ku em hemû bi dildarı qala milîbûna siyaseta Kurdan dikin, dive wê gavê em helwest û nirxên xwe yên siyasî jî li gora vê rastiyê dizayn bikin. Divê em Kurd ji hêla siyasî de hinekî xwe dawşînin, hinekî xwe helal bikin, li nirxên xwe yên bingehin vegerin. Projeyeke milî bi hevdû re ava bikin, li ser bingehê milîbûne li hevdû bibanin. Ji bona vê yekê format û naveroka siyaseta ku berê ne milî bû divê were guhertin. Dîtinên nû di vê tevgirêdanê de divê derkevin pêş, li ser vî bingehî divê pêvajoyeke xwenûkirine were parastin. Pêvajoya milîbûnê divê bibe pêvajoyeke afirîner û rê yên çareseriya li pêşberiya siyaseta Kurdan veke. Ji Kurdan re pêşeroja Kurd û Kurdistanê divê baş dîyar bibe. 
Nabe ku em hergav di cîhê xwe stêrkên li ezmanan bihejmerin. Ma kî dizanin bê çend stêrik li ezmanan hene? Sed in an jî sed û yek in? Divê em pêş de biçin û bi pîvanên aqilanê tevbigerin.  Ma di qula derziyê re çend cin derbas dibin? Ma di keştiya Nebî Nuh de çend mix hebûn? Divê em nîqaşên bêwate dernexînin rojeva siyasetê. Bi helwest û dîtinên kevnare û negatif pêvajoya xwenûkirine qûrmiçî dimine. Di cîhê xwe de dimîne, diqerime. Divê em weke Kurdên milî dev ji berberiya kevnare berdin. 

Divê em nirxên hevbeş û hevkariya milî derxînin pêş. Rêya çareseriya ev e.
Weke ku tê zanîn milîbûn hevbeşi ye, helwesteke kolektif e, seranser e, Kurdî ye, hemû Kurdan himbêz dike û wana weke hebûn qebûl dike. Milibûn him yek rengî ye û him jî pir rengî ye! Him yek dengî ye û him jî pir dengî ye! Milibûn cudabûnê naxe nava Kurdan, kultura diyalogê derdixine pêş.  Keda mirovan bilind dike, weke Kurd hez ji Kurdan dike, rêzgirtinê ji hemû Kurdan re digire, Kurdan weke beşeke ji xwe dibine, wana weke hevdû di nirxîne…
Milîbûn armancên milî derdixinê pêşberî civaka Kurdan. Li derdora van armancan mirovên Kurd birêxistin dike, saziyan ava dike, avakar e, bi xwe bahwerbûnê di hişmendiya Kurdan de pêş de dibe. Milîbûn Kurdên bê aqil dike xwedî aqilekî hevbeş, wana dike xwediyê hişmendiyeke rast, rêya rizgarî û azadiya dide ber wana. Kurdên ku ji refê xwe qetiyana, ketina nava helwestên asmilasyonî, wana vedigerine nava refê xwe…

Belê, gava ku mirov bi haweyekî çalak ji bona van nirx û helwestan kar neke, ji hevkariyê bireve, ji hevbeşbûnê bazbide, wê gavê têgeha milîbûnê naveroka xwe winda dike, silûk dibe.
Heke em sosyalist bin, divê pêşî em milî bin, heke em oldar bin, divê pêşî em milî bin, heke em liberal bin, divê pêşî em milî bin, heke em şoreşger bin, divê pêşî em milî bin…

Gava ku Kurdistana me bindest be, perçekirî be, bê dewlet be divê hemû Kurd pêşî milîbûnê derxînin pêş û dura jî di nirxên xwe yên civakî de azad tevbigerin. Divê herkes li gora zanebûn û jêhatbûna xwe paleyê ji Kurdistanê re bike. Divê herkes li gora jêhatbûn û keda xwe di civaka Kurdan de bibe xwedî rûmet!Nirxên milîbûnê incex wilo pêş de biçin û bibin heyvan ji bona civaka Kurdan! Yan na emê dîsa ji hevdû bipirsin; Ma di keştiya Nebî Nuh de mixên darin an ji yên hesinî hatibûn bikar anîn? 

Yorum Yaz