tatlidede

Ne Masî Ne Çûk

Ne Masî Ne Çûk
Hemû mexluqatên xwezayê formên wana hene. Di nava formê xwe de naverokek wana jî heye. Ji pêkhatina form û naverokê em navekî li van maxluqatan dikin. Em dibêjin çûk e, masî ye, teyr e, gumgumok e, silemanê dunikil e…
Di civat û siyasetê jî de ev metod û binavkirin derbas dibe. Li gora  form û naveroka tevgerên siyasî em navekî li wana dikin. Em dibêjin faşişt, sosyalîst, liberal, muhafakar, ekolojist, demokrat, şoreşger, paşverû, pêşverû…
Ev binavkirin li gora raman, fikir, bahwerî, proje, pratik, pêşneyar û metodê xebatê tên kirin. Hilbet her binavkirinek xwedîyê dîrokekê ye jî.
Hemû tevgerên sîyasî fikir û ramanên xwe ji rewtên sîyasî digirin. Ango her binavkirinek pêşnavekî wêna ji heye.
Ji bona mînak; mirov nikare sosyalîzmê ji sifrê destpêbike. Sosyalîzm xwedî dîrok e, xwedî dîtin e, xwedî plan û proje ye, xwedî felsefe ye, xwedî ekonomi ye ûhw.
Gava ku hinek bixwazin wan dîtin û metodan biavêjin ser sergoyan û bixwazin ji nûve pênasiyên sosyalîzmê li gora xwe pêşkêş bikin, ew nabe sosyalîzm. Ew dibe nîhîlîzm. Divê mirov navekî din li vê tevgerê bike.
Navê wêna yê rastî çi be bila nav ew be…
Ev dîtinên ku ez di derbara sosyalîzm de tinim ziman ji bona hemû tevgerên sîyasî derbas dibin. Yên ku tevgeran tenê bi xwe destpêdikin, ew nîhîlîstin.
Ma Mistefa Kemal ne wilo kir?
Partî û dewleta xwe bi vî metodî avakir û heta îro jî partî û dewleta wîna ne dişibe masîyan û ne jî dişibe çûkan!
Navlêkirina wana jî bûye problem!
Li gora vî metodê ku ez qaldikim gelek tevgerên sîyasî û binavkirina wana li hevdû nakin. Gotin û kirin li hevdû siwar naye. Tenbûr tiştekî dibêje û stranbêj maqamekî din dinûhirîne. Tenbûr Xurfanî lêdixîne û stranbêj Derwêşê Evdî dibêje!
Ka yên ku li ber vê hevdengiyê govendê bigire?
Ma govend wilo hêsanî ye?
Sosyal Demokratên Tirkan ne Sosyal Demokratin.
Rastî ev e.
Çepên wana naşibin çepan( hilbet piraniya wana!).
Ev çepên şovenîstin.
Muhafazekar û liberalên wana doşirmen e.
Her kiras li wana tê!
Pêşverûtî û paşverûtîya wana cîh bi hevdu guhertine.
Kundir û şebeş tevlihevdû bûne!
Veca ya rastî ev e; gava ku mirov ne li ser koka xwe hêşîn bibe, frekans tevlihevdû dibin. Mirov ne masî ye û ne çûk e!
Mirov ne li erdê, ne lí ezmana û ne jî di behrê de ye!
Mirov nîvco ye, di halê xwe de ye. Mexlûqateke xerib e. Naşibe tiştekî û tiştek jî naşibê yê.
Ji bona mînak; Ma Kurdên ku bi mejiyê Mistefa Kemal sîyasetê dinirxînin, Kurd in çawa ne gelo? Mirov çawa dikare bi mêjiyê kujerê xwe sîyasetê bike lo?
Ji gelek aliyan de em Kurd bûne kopîya Tirkan. Em weke tûtî gotinên wana dubare dikin.
Ji xwe xitimandina sîyaseta fikrî ji vê yekê xwîna xwe digire. Gava ku mirov destpêkir şibîya dijminê xwe, armancên dijminayetiye ji holê radibin.
Ji bona ku sîyaset, kultur, huner bi serketî be, divê mirov li ser koka xwe,  hêşîn bibe.
Ya mirov masî ye, ya mirov çûk e, ya jî mirov mar e.
Ya jî mirov tenê mirov e!
Mirovantî têra dinyaya me hemûyan dike.

Yorumlar

Image
Türkçe özet
29.09.2015 / 18:17

Köşe yazılarınızın Türkçe özetini yayınlamanız mümkün mü?

Yorum Yaz