tatlidede

Pratîka Demokrasîyê

Pratîka Demokrasîyê
Nûha ku mirov hinekî li ser demokrasîyê hûr û kûr bibe, eşkere tê xuyakirin ku him ramanên hevbêş hene û him jî ramanên cûda hene. Berî her tiştî demokrasî ne tiştekî fizîkîye ku mirov bi destan pêbigire û bi çavan bibîne. Demokrasî ne çarçik e, pir alîyê û qorzîyên wêna ne gelekî dîyar in. Berî her tiştî demokrasî tevger e, raman e, pratîk e, bahwerîye, pêşketin e, duristîye, xeyal e, helwest e, exlaq e…

Ji ber wilo jî pênasîn û danasînên li ser demokrasîyê hergav têne guhertin. Ya ku geleki xeribê ne ev bi xwe ye. Lê di tevgera demokrasîyê de çend raman û pratîkên bingehîn hene ku mirov nikarê wana biavêje ser sergoyan. Dendikek û cewhereke demokrasîyê heye ku hemû mirov dikarin qebûl bikin. Tu tevgerên sîyasî û rêxistinên ku bi navê demokrasî tevbigerin nabe ku dev ji wan raman û pratîkan berdin û navê demokrasîyê li xwe bikin.

Demokrasî bêyî wan prensîban qet nabe.

Yek; ji van prensîban ku nabe mirov qet dev jê berde, hibijartinên giştî ne, dengdanê û pêwendiyên di navbêna piranî û hindikayîyê de ne. Mafên hindikayiyan divê hergav were paraztin lê divê tevger, rêxistin, komel, sazî li gora piranî bi rê ve biçin…

Dido; divê organên temsîlî hebin û ev ji bi hilbijartinên giştî bêne bicîh kirin.

Sisê; divê sîstemek ji maf û azadiyên mirovan hebe ku bikaribe organa temsilî bi haweyekî maqûl û aqilanê bike bi tixub. Rişma desthilatdariya civatê berdîberdan nebe. Ango maf û azadiya mirovan divê bikevin pêşîya ku organên temsilî bibin despotîk û bikevin dijî prensîbên demokrasîyê.

Çar; divê maf û azadiyên mirovan baş werin zelalkirin. Çi mafê giştî ne û çi civatî ne û çi jî mafên şexsa bi xwe ne? Divê ev yek gelekî zelal bibe. Di civatê de naş bene serifandin û pejirandın. Ji bona minak; bikaranîna eroîn û gelek tiştên din î ku zirarê dide bedena mirovan, zêde bikaranîna alkolê, çixarê kişandin, cil û bergên mirovan, dilbijandinên şexsî û gelek tiştên din, gelo ew lebat û helwest dikevin nava mafê kesan an jî pirsgirêkên civatî ne? Mafê desthilatdarîya fermî heye ku midaxeleyî wan tiştan bike, an jî ev dikevin nava tixûbên mafê kesan?

Penç; mafê demokratîk ku ji bona hemû kesan e, ku ji bona hemû endamê civatê ne, tucara nabe ku bikeve dengdanê û li gora prensîbên piranîyê ji hole werin rakirin. Minak; mafê tu organên temsilî tuneye ku mafê mirovan ji holê rakin! Mafê jiyana kesekî ji holê rake, dengdana giştî li hinek kesan qedexe bike, azadîya raman û fikir ji holê rake, ûhw.

Hilbet ev tişt jî wê di şert û mercên awertê de çava bêne bikaranîn, divê ji bona organên temsilî gelekî dîyar be. Ango muamela kêfî di rêzanek demokratîk de derbas nabe…

Ez dikarim wana ramanan zêdetir bikim lê pêwist nîne.

Gava ku hayê mirovan ji dîroka nîqaşên li ser demokrasîyê hebîn ev raman ne bîyanî ne. Ji nîqaşên li ser demokrasîya Yunan bigirin heta ku bigihêje niqaşên li ser civatên demokratîk yên hemdem, ev niqaş berdewam in. Sed rê û rêçîk hene. Carna rê bi timamî rast e, carna bi xiram û kaş e, carna azman sayîye, carna ewr û baranê, heta tofan e, heta gelek caran qîyamete jî!

Bi hezaran otorîte, ramanwer, fîlozof, lêkolîner û sîyasetmedaran ev raman nîqaş kirine…

Kî li hesabê wîna çî tê wêna ji xwe re hildibijêre…

Em dizanin ku mirovên wilo qurnaz in, fenek in lê çareserîyek bingehîn ji pirsgirêkan re nabînin.

Di raman û pratîka demokrasîye de dendikek mirovî û exlaqî heya ku kes nikarê înkara wêna bike; demokrasî him gotin e û him jî kirin e! Gava ku yek ji wana tune be, demokrasî bicîh naye, perê wêna dişke û ji derb de dikeve.

Gelek caran biryarên demokratîk dikarin şaş jî bin, lê ev yek nayê wê wateyê ku ev biryar ne demokratîk in.

Bi vê mijarê vê girêdayî Serok Wezirê Swed yê Kevin, Sosyal Demokratê navdar Olof Palme wilo digot; ‘Gelek ji sefîltîya dinyayê di encamê rêzaneke demokratîk de hatiyê dayin’ Palme

dixwaze bibêje ku gelek caran biryarên demokratîk dikarin şaş bin û encamê wana zirarê bidin mirovan.

Ma xizanî, çewsandin, tade, kujtin, bêkarî li civatê demokratîk tune ne?

Ew tê vê wateyê ku demokrasî û ramanên ku pêve girêdayîne baş nakevin pratîkê. Em dizanin ku pratîk bi xwe mirêka bûyeran e. Ango ku gotin, raman û pratîkê li hevdu nekiribin, zanibîn ku di vî mastî de mûyek heye.

Ma kî qala demokrasîyê bike, ew dibe demokrat?

Ma kî navê hinek ramanwerên navdar bihêjmêrê, ew dibe humanîst?

Ma kî çend gotinên tûj û vala dubarê bike, ew dibe sosyalîst?

Ma ki here mizgeft e, ew dibe misliman?

Ma ki çar gotina bi Kurdî bibeje, ew dibe zimanzan?

Ma ki navê hinek nivîskaran jiber bike, ew dibe nivîskar?

Ma ji wan taybetmendiyan re pratîkek jî ne lazim e?..

Yorum Yaz