tatlidede

Sîyasete Ziman

Sîyasete Ziman
Li ser sîyaseta ziman gotubêjên me ne zêde biserketine. Gelek mirovên me di vî wari de qûrmiçî ne. Ji ber wilo jî hestên wana tevlihevin. Dirin vî ali û tên wî alî. Hinekî sergêjin. Pirsgirêka ziman ji bona wana ne gelekî pirsgirêkeke mezin e.
Lê em hemû dizanin ku pirsgirêka zimanê kurdî, ji bona hebûna kurdan pirsgirêkek sereke ye. Ji ber ku gelek çalakîyên sîyasî, kulturî û sosyal ku di civata me de tên lidarxistin, bêyî zimanê kurdî, bi hêsanî dikarin deforme bibin û têkevin xizmeta serdestan.
Gelek kesên me hene ku di nava helwesteke wûha de tevdigerin;
Dibêjin; zimanê kurdî gelekî dewlemend e, pêşketiye lê ez nizanim biaxivim! Bi zimanê serdestan ez xwe baştir îfade dikim!
Dibêjin; muzika kurdî hest û ramanên welatperweriye derdixe pêş, lê ez geleke zewqê jê nastinim!
Dibêjin; welatê me gelekî xweş e, lê sebra min lê naye!.
Ev helwestên ku dûdili ne, bi wî babetî û gelek babetên din hergav berdewan dikin.
Hilbet ew helwesta hanê bi xwe re bêbahweribûnê jî avadike. Qinyatê mirovan dişikin, birdozî bê wate dibe û sîyaset ji pîvanên exlaqî dûr dekeve. Gotin û kirin wê gavê li hevdû nakin û atmosferekî girikî pêde dibe. 
Em baş dizanin ku heta nûha ji ber hinek sedemên sîyasî û kulturî programeke me ji bona çareserkirina vê yekê çênebûye.  Gelek raman û peşneyarên me derbasî jiyana pratîk nabin û tenê digotinan de diminin. Em tişteki dibêjin û tenbûra me jî delalê bînê beriye dibêje!
Divê em vê rastiya hanê dubara bikin; pirsgirêkên zimanê kurdi û pratika ziman heta nûha nebûye problemeke sereke ji bona tevgera kurdan ya sîyasî. Tevgera Kurdan ya sîyasî ji ber hinek sedeman di vê pirsgirêkê de dûdilî maye. Em di vê pirsgirêkê de zû kilit dibin û hergav xwe dubare dikin. Zanebûn û helwesta me, li ser pirsgirêka ziman, ne li gora berjewendiya netewa me û pîvanên zanîyariyê dimeşin. 
Ditin û pêşneyar gelek caran telomelo ne!
Rewşa rojana gelek caran nahele ku em biryarên kûr û dûr bigirin. Hestên serdest û jêhatbûnen ku hene serweriya xwe zû îlan dikin. Pirsgirêka ziman pirali nakeve rojevê.Mirovên ku bi kurdî nizanibin, bihişmendî an ji bê hişmendî pirsgirekê dixitimînin.
Dibêjin; ma ez di vê pirsgirekê de li kudere me? Di vê pirsê de helwesta wana ne zelal e.
Weke ku kurdan gotiya; em tev dikevin û tev radibin, ango xebat bê encam dimîne.
Ji ber vê yekê jî di warê ziman de divê hinek peywirên netewî werin zelalkirin.
Ji bona mînak em bibêjin; programeke çalakiyan ji bona sîyaseta ziman ji me re pêwiste. Di vê sîyaseta ziman de divê hemû sazîyên sîyasî, kulturî, sosyal, bazirganî ûhw cîhê xwe bigirin. Tu sazî divê li derve nemînin. Kî çi di tûrikên wana de heye divê derxînin meydanê…
Piştî vê yekê divê nîqaşên zanyarî, kulturî, pratikî, exlaqî derkevin pêş.
Piştî ku pêşneyar û dîtin stewîyan divê organên sîyasî biryara xwe bidin û çalakiyên me yên li ser ziman jî li gora vê programê bimeşin. Wê gavê ev program dibe ya hemû sazî û kesan. Sîyaseta me jî xwe li gora vê rastîye dizayn dike û gav bi gav berbi tekûzbûne de diçe.
Ku em wilo bireve biçin wê tu kes xwe li derveyî vê pirsgirêka hanê nabine.
Ji ber vê yekê ez dibêjim; pêwistiya me bi programeke ji bona zimanê kurdî heye. Em hemû dizanin ku ziman bi tenê li cem çend rewşenbiran, helbestwanan, nivîskaran, hunermandan nikare bigîhêja asteke bilind û cihê xwe di nava civata de bigire. Zimanê kurdî divê rojane were bikaranîn. Divê ziman bibe navgîneke sereke ji bona hemû kes, sazî û çalakiyên sîyasî. Ango ziman bibe malê civata xwe. Bibe nasname. Sîyasetmedar bi vî zimanî sîyasetê bikin. Civat li zimanê xwe xwedî derkeve û bi hevre bi vî zimanî biaxivin. Qerf û sohbetên me bibin bi kurdî. Divê kurd bir kurdî bikenin! Em divê di hemû warên çalakiyan de hewlbidin ku bi zimanê xwe pirsgirêkên xwe îfade bikin. Divê her Kurd zimanê xwe bixwaze û lê xwedî derkeve.
Ewê ku li Kurdî xwedî dernekeve jî, hertim bala wana bikişîne û Kurditiya wana dibîra wana de werine.
Hergav bipirsin; ma tu kurdekî çawa ye?

Yorum Yaz