tatlidede

Teqemenîya ku li ser rê hatibû danîn hat îmhakirin

Li Artukluya navçeya navenda Mêrdînê teqemenîya ku li ser rê hatibû danîn bi funyeyê hat îmhakirin. 
  • 31.12.2015 21:52
Teqemenîya ku li ser rê hatibû danîn hat îmhakirin

Li navçeya Artuklûya Mêrdînê paketeke şikdar li taxa Yalimê hat dîtin.Hemwelatîyên ku paketa şikdar dîtin xeber dan polêsan.Polêsên ku hatin cihê bûyerê tesbît kirin ku di paketa şikdar de bombe heye.

Ji ber vê yekê polêsan li derdorê tedbîrên ewlehîyê standin.Kesên ku di avahîyên derdorê de diman hatin   tahlîyekirin.

Ekîbên bombê, piştî ku hatin cihê bûyerê bombeya ku di nava paketê de bû ji dûr ve bi kumandê îmha kirin.Ji ber tesîra teqînê camên dikan û malên derdorê şikestin.

Di derheqê bûyerê de lêkolîn hat destpêkiirn.

Yorum Yaz