tatlidede

Ziman Hebûna Me Ye…

Ziman Hebûna Me Ye…

Nûha mirov dikare çewaleke dîtinên teorîk li ser ziman û çalakiyên ku bi ziman ve girêdayîne bibêje, wan dîtinana formüle bike, şahîk bike, xweşîk bike. Lê di rewşa me ya pratik û şênber de ev ji bona miletê Kurd ne pêwistiyeke sereke ye. Gelek zanyarên navnetewî û yên me Kurdan jî ev dîtinên teorîk ji hêla felsefî, lenguistîk, kultur û psîkolojî de baş formule kirine. Xuya ye ku miletê Kurd zêde hayê wî ji giringîya wan dîtinên teorîk qet çênebûye.

Hinek entelektuelên Kurdan ev dîtin û teorî dem dem şopandine, lê di pratîka sîyaseta Kurdan de ev dîtin nehatine serifandin, nehatine himbêzkirin. Ev dîtin nebûne pirseke sereke di çalakiyên siyasî de. Ji xwe ji ber vê yekê ji asimîlasyon û oto asmîlasyon di civaka Kurdên Bakur de gîhaye asteke bilind. Heke bi vê tempoyê Kurd asimîle bibin, emê weke milet pêrgî malkambaxiyeke mezin bibin. Wê hebûn û tunebûna miletê Kurd bibe mijareke balkêş di niqaşên dagirkerên welatê me de. Ji xwe li gora wana berê jî Kurd weke milet nîv tunebûn, gava ku ziman û kultur jî ji destê me derket, wê gavê emê weke Kurdan fatihayeke li ser Kurdên Bakur bixwînin…

Di vê pêvajoya aktüel de tawana dewletên dagirker gelekî mezin e. Ev tê zanîn. Di vir de qet şık tuneye, dû dilîbûn tuneye. Ev aliyeke bûyere ye. Ji xwe peywira dewletên dagirker li hemû deverên dinya yê jî ev e. Lê ma gelo em weke milet, weke tevgerên sîyasî, weke entelektuelên Kurd, weke bazirgan û malbatên Kurd, weke medya Kurdî qet gunehê me di vê pirsgirêkê de tuneye?

Di vê pirsê de divê em hinekî rawestin û xwe dawşînin…

Heke di vê rewşa aktuel de ziman û kultura me di nava siyaset û civaka Kurdan de qels ketibe, ketibe ber sikratê û Kurd weke milet berbi tunebûneke kulturî de diçin, bêşık berbirsên vê yekê siyasetên Kurdan e. Siyasetên Kurdan, heta nûha nebûne xwediyê siyaseteke zimanî. Parti û rêxistinên me ji ber ku hergav qala rizgarkirina dinyayê, ekoloji, sosyalizm, kapitalizm û emperyalîzmê kirine, ziman û kultura xwe jibîr kirine! An jî bi baldarî nêzikî pirsa ziman û kultura xwe nebûne. Pirsa ziman û kultur heta nûha ji xwe re nekirine pirseke sereke, ew di kesayetiya xwe de neserifandine, ji xwe re nekirine weke pirseke exlaqî, helwestên xwe di vê mijarê de tebût nekirine. Weke sergêjan tevger kirine. Ziman û kultura Kurdan tenê weke amûrên propagande bikar anîne, ne weke pirseke man û neman e.

Di pirsa ziman û kultur de heta nûha hevbeşiyeke Kurdî ava nebûye. Divê ev pirsgirek ji hemû Kurdan re baş were zelal kirin.

Mînakên weke ya Kurdan li dinyayê pir in; ma we heta nûha qet bihistiye ku Felestinîyekî, Baskekî, Tirkeki, Fariseki, Erebekî ku bi zimanê xwe nizani be bûye parlamenter, şaredar, serokê saziyan, komelan û rêxistinên siyasî?

Lê di nava siyaseta me Kurdan de yên ku zimanê xwe nizani bin, ew dibin her tişt! Dûra ji em bêşerm qala giringiya ziman û kultura Kurdî dikin! Ew çi dem e ev çi dewran e?

Di rewşa aktüel de Kurdên ku ziman û kultura xwe nas dikin, ji hêla siyasî de marjînal bûne, yên ku guh nadin ziman û kultura xwe bûne xwedi derfet, meqam û bûne navdar. Ma ne divabû ku ew rewş berovajî bibûya? Şarezahî di pirsa ziman û kultura Kurdi de divabû bibûya taybetmendiyeke sereke ji bona siyasetmedarên Kurdan. Lê tûrikê siyasetmedarên me Kurdan gelek caran vala ye. Ne tenê vala ye vingîvala ye!

Bi qasî ku miletê me heta nûha guh dide siyasetmedarekî canbaz, vala û şovmen, heke me weke milet guh dabaya nivîskarekî Kurd, hunermendekî Kurd, helbestvanekî Kurd, derweşeke Kurd, wê rewşa me ne evqasî malkambaxî bana. Dibe ku me Kurdan nasnama xwê weke milet bêtir naskiribana. Mafên xwe yên netewî me baştir naskiribana. Emê bi kedkarê zimanê xwe re xwedî li ziman û kultura xwe baştir derketana, me yê rûmeta xwe ya netewî di her warî de hîna bilindtir kiribana…

Ez baş dizanim ku ziman û kultur bê siyaset jî nabe. Em ji siyasetmedar in. Û divê mirov rêz siyasetê jî re bigire. Ez di vê pirsê de rêxne ne li tevahiya siyasetê dikim. Ez bi baldarî siyaseta şaş rexne dikim! Dîsa ez baş dizanim ku pirsa ziman û kultur bêyî siyaseteke xwedi rêgez, tebût û Kurdewar baş nayê çareserkirin…

Vêca aktorên siyasî divê baş zanibin ku ziman û kultur ji bona mileteke weke Kurdan pirsa man û nemanê ye. Welat weke coğrafya ji xwe ya Kurdan e. Kurd li vê deverê bi girseyi dijîn. Ev tiştekî objektif e. Çiya, çem, newal, gûher, dar, teyrik û tilûr ji xwe navê wana bi Kurdî ye. Kurd di vê coğrafya yê de xwediyê ziman û kultura xwe ne jî. Rasta rasta ev coğrafya bi ziman û kultura Kurdi jî dibe ya Kurdan, li derveyî vê rastiyê em dizanin ku bi sedan dewlet û şaristanî yên biyanî hatine Kurdistanê û winda bûne. Nûha navê wana jî nema tê bîra kesî. Yên ku di cihê xwe de mane Kurd in, miletê Kurd e, ziman û kultura Kurda ye.

Gava ku ziman û kultur ji deste me çû, wê bi wextê re welat ji bi heman oxirê de her e.

Ji ber van sedemên berbiçav divê em bêhicet, bê çeloxwarîbûn, bê dîtinên rêzber, bêyî firdikên postmodernîzmê Kurd bibin netew ji bona xwe. Ango xwedî li hebûna xwe ya netewî derkevin. Di vê pêvajoyê de hemû Kurd peywirdar in. Ez dubara dikim; hemû Kurd! Hemû Kurd divê li vê pêvajoya Kurdîbûnê xwedî derkevin. Hemû Kurd divê vê pêvajoya Kurdîbûnê di ser berjewendiyên xwe yên rêxistinî re bigirin. Helwesta me divê netewî be, ne tene berjewendiyên rêxistina me be.

Heke em Kurd bi hevdû re gîhan vê konaxê, wê fereca rizgarbûnê li ziman, kultur û sîyaseta me jî zû hilê…

Yorumlar

Image
sadık okuyucu
15.09.2018 / 14:50

Zimanê kurdi, zımanıki naw hemû zımanede xweşe. Spass mamoste

Image
salih
15.09.2018 / 12:14

ziman ji, cand ji, deste me çûyî. ma çı mayı?

Yorum Yaz