tatlidede
tatlidede

“Zirara herî mezin PKK daye kurdan”

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç malbata Kiliça ku li Kerborana Mêrdînê di êrîşa PKKê de birîndar bûbûn li nexweşxanê ziyaret kir û destnîşan kir zirara herî mezin PKK daye kurdan.
  • 31.12.2015 21:39
“Zirara herî mezin PKK daye kurdan”

Li Kerboranê di êrîşa ku ji teref PKKyîyan ve hatibû kirin de ji  heman malbatê 2 kes hatibûn kuştin û ji heman malbatê  Fatma Kiliç(50) û qîza wê Selamet kiliç(35) jî di êrîşê de giran birîndar bûbûn. Tedawîya her du kesên ku di êrîşa PKKyîyan de giran birîndar bûbûn li nexweşxanê berdewam dike.

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç û  heyeta digel wî hatin nexweşxanê  û ji malbata ku birîndar bûbûn re şifa xêrê teleb kirin û tazîyên xwe anîn ziman.Kilinç dema ku ji nexweşxanê derket bersiva pirsên rojnamegeran da.

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Mahmut Kilinç destnîşan kir naskirîyên Beşîr Kiliçê ku Serokê Navçeya Kerboranê yê AK Partîyê ne dema ku di malên xwe de bûn êrîş li wan hatîye kirin û diyar kir  di êrîşê de 2 kes hatine qetilkirin û 2 kes jî giran birîndar bûbûn ku ew ji bona sersaxîyê û telebkirina şifayê hatine nexweşxanê.

Kilinç dûvre axavtina wiha domand: “Em di destpêkê de destnîşan dikin dixwaze ev êrîş û dixwazê ew êrîşên ku berî niha hatine kirin em teswîb nakin û em vê êrîşa ku hatîye kirin bi şidet şermezar û lanet dikin. Ev êrîşa menfûr a ku ji teref PKKê ve hatîye kirin destnîşan dike ku rêxistina PKKê li heremê rêxistineke çi qas destpot, êrîşker û wehşî ye.Em dixwazin ev tişt baş werin zanîn; ev tewra PKKê ji îro re ne xas e.PKK ji roja ku hatîye damizrandin heta niha li ser vê felsefê dimeşe.Rêxistin bi van cinayetên wehşîyane  cardin nîşan daye ku ew ji kesên ku mîna xwe nafikirin nexasim ji kesên misliman re mafê jiyanê nade û vê yekê bi şikleke zelal aşkere kiriye.

PKK vê yekê di her firseda ku bi dest dixe de destnîşan dike.PKK di bûyerên 6-8ê cotmehê de endam û dildarên me yên ku di eyda Qurbanê de goştê qurbanan belav dikirin bi şiklekê wehşîyane wan qetil kirin. Her wiha li gelek bajarên Kurdistanê bes ku dîndar in êrîşî kesên dîndar kirin û wan têxistin  hedefên xwe. Ev êrîşa  herî dawî cardin nîşan kir ew ê ev êrîş berdewam bikin.”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de destîşan kir zirara herî mezin PKK daye xelkê kurd û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ew siyaseta çal û barîkatan di serî de zirarê dide xelk û bajarên me.Bajarên me tên şewitandin, malên xelkê me tên talankirin û ewlehîya can û mal a xelkê me davêjin xeterê.Divê berî kêlîkê ev şer û pevçûn ji nava bajêran werin kişandin. Her wiha hêzên dewletê jî di wan operasyonên ku dikin de divê bi diqqettir bin û zirarê nedin can û malê xelkê.Ev pevçûn ji borîna sînora hiqûqa dewletê re ne hincet e. Divê dewlet ji van ki yarên xwe  yên ku ewlehîya can û malê xelkê dixe rîskê terk bike.”(

Yorum Yaz