Dekanê Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê (ZMA) Prof. Dr. Yûsûf Çetîndag bû alîkarê rektor û Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar jî bû Dekanê Fakulteya Edebiyatê.

Ji bo Çetîndag û Ozcoşar merasima dewîr teslîma wezîfeyê hat kirin.

Çetîndag li vir axivî û got ku Fakulteya Edebiyatê ji bo zanîngehekê zehf girîng e.

Ozcoşar got ku ji bo ew bû dekan kêfxweş e û Çetîndag jî ji bo wezîfeya nû jê re serkeftin xwest.

Piştre Ozcoşar plaket û çîçek da Çetîndag.