Pirtûkêk Li Ser Eşîra Omerîyan

KURDÎ

Nivîskar Şerefxan Cizîrî di vê pirtûka xwe de li ser Eşîra Omerîyan bi hûrgilî rawestîya ye. Xwestiye pergala eşîrtîyê li welatê xwe fêm bike.

Nivîskar Şerefxan Cizîrî di vê pirtûka xwe de li ser Eşîra Omerîyan bi hûrgilî rawestîya ye. Xwestiye pergala eşîrtîyê li welatê xwe fêm bike. Nivîskar hewl didê ku pergala eşirtîyê li herema Mêrdîne bi rêbazên zanistî bi civaka Kurdan re bide nas kirin. Çavkanîyên nivîskî û devkî ku ji bona vê pirtûkê pêwîstbûn nivîskar bi baldarî anîne cem hevdû. Jêderkên ku hebûn nirxandine û kêmasîyên wana, dîtinên şaş û pêşdarazînên ku di derbara Eşîra Omeriyan de hene raxistinê ber çavan.

Ji bona ku xebata xwe hîna dewlendtir bike jî bi pêşkêş, maqûl, hempa, nivîskar û hunermendên Omeriyan re hevdîtinên rû be rû kirine. Beşdarî gelek şahî û şevbûherkan bûyê, serdana gelek dever û gundan kiriyê ûhw. Li Rojava û Başûrê welêt bi Omerîyên ku Koçber bibûn re hevdîtin kirine. Armanca sereke ji bona nivîskar her ev bûye; di derbara civaka eşîrtîya welatê me de zanebûnên rast derxinê pêş û bibe alîkar ji bona ku Kurd xwe hîna baştir nas bikin.

Şerefxan Cizîrî li ser Eşîra Omerîyan zanebûnên berfireh, bi baldarî pêşkêşî xwendevanan dike. Ji bedêla ku gazinan ji taritîyê bike, ew dixwaze findekê pêxîne. Ew bi vê xebatê armanc dike ku rewşenbîr, akademîsyên û nivîskarên Kurdan li rastîyên civaka xwe vegerin. Bi rêbazên zanistî civaka xwe fêm bikin. Nivîskar dibêje; heta ku Kurd kûranîya civaka xwe bi destê xwe, şaristanî û kultura xwe bi rêbazên nûjen dernexînin pêşberî civaka xwe, wê hertim kesên nezan li dîrok û civaka Kurdan pêşdarazînên xwe siwar bikin. Wê civak û dîroka Kurdan hertim şelûlî bikin. Weke encameke ji vê nêzikbûnê şaş jî, wê gavê civaka me dibe civakek ji hevdûketi, xerabe, nezan, li paş mayî, bê rêzan û pîvan, ne bikerhatî û paşverû. Kurd wê çaxî dibin bîyanîyê civaka xwe, dîroka xwe, kultura xwe û ji xwe û rastîyên xwe jî bidûr dikevin.

Nivîskar bi vê xebata xwe dixwaze wan dîtinên çarçik kiri û tijê şaşî vala derxîne. Civaka eşirtî civakek dîrokî bû û divê weke konaxeke dîrokî jî were fêm kirin. Zanebûn û fêm kirin divê li ser dîroka me ya kevnar bi rêbazên zanistî were pêşkêş kirin. Kurd divê xwe li gorî rastiyên dîrokî xwe nas bikin. Ev rastî û rêbaz ne tenê ji bona eşîra Omeriyan derbas dibe lê belê têkîlîyên Omerîyan bi eşirên ciran re jî, weke Surgicîyan, Metînîyan, Daşîyan, Torîyan, Mihelmîyan, Kîkan û MIlan, hemû eşîrên derdora Mêrdînê, heta eşirên Serhedan jî dikevin nava vê tekilîya dîroka welatê berfireh.

Ev pirtûk di sala 2007 an de bi navê “Omerîya Mîrsom” pêşî hatibû çapkırın. Dı çapa diduyan de ku ji hêla Weşanxana Lîs ê ve hatiye çapkirin de, Komelaya Omerîya li Mêrdînê alîkarî û piştgirtiya vê xebatê kirîye. Di çapa didûyan de nivîskar li ser Jinên Omeriyan ku di nava eşîra xwe de deng dabûn, wana bi xwendevanan re baş dide nas kirin. Dîsa jinen Omerîyan ku bi karê siyasî û rewşenbîri daketine, nivîskar portreyên wana bi daneyên şênber dixemîlîne. Di pirtûkê de navê gelek nivîskar û hunermendên ku bi eslê xwe Omerî ne tên dîyar kirin. Di pirtûkê de gelek dane û zanebûnên li ser eşîra Omeriyan, jiyan û debara wana, kultur û berberîya Omerîyan, cografya û gûndên Omerîya, nifûs û hejmara wana, koçberî û belavbûna eşirê li navçêyên Mêrdîne, li welatên cîran, li Rojhilarta Navin û li Ewrûpa agahîyên gelek berfireh hene.

Bi vê xebatê xwe re niviskar dixwaze ku Kurd ji pêşdarazînên çewt ku li ser eşîrên Kurdan hene bidûr bikevin. Kurd bi dîroka xwe re bibin yek, dîrok, civak û rastîyên xwe fêr bibin, bibin beşek ji rastîya xwe, bibin xwe, bibin ji bona civaka xwe. Di herem û welatê xwe de jî bi serfirazî bijîn.

Mêrdîn û derdora wêna xwediyê dîrok û şariştanîyê gelekî berfireh e. Mêrdîn bi dewlemendiya xwe bi rastî weke laboratoreke sosyal e. Divê em Mêrdînî bi xwe vê laboratuvarê baş fêm bikin û ji dîroka xwe jî dersan derxînin.

*Tebînî; Mirov dikare vê pirtûke ji Komela Omerîyan Li Mêrdînê an jî li ser internete ji Weşanxana Lîs ê pêde dike.