Maf û Nırxên fıtrî
Ji dema ku Xweda, pêxamberê Xwe Adem û diya me Hewa ji bihuştê derxist der, ew bi tevahî qet carekê jî dilxweş nebûn. Digel firehî û xweşiya erdê jî wan li dinyayê mîna bihuşta Xweda emîntî, aramî û dilxweşî nedît. Ji bo parîkî nan bi saetan kar dikirin. Pirr caran dema bihuşt dahate bîra wan pir xemgîn dibûn. Dema zarokên wan çêbûn û nexasim di dema Habîl û Qabil de ev xemgînî zêdetir bû… Û her wekî pêşiyan jî gotiye: Sal bi sal xwezî bi par… Dema me jî diyar û li ber çava ye… Di dema de jî em hewceyî yek kateke bi aram in… Gelî birayan! Welatê me yî yekem û eslî û yê em dê lê vegerin bihuşt e… Ji bîrva mekin ku; bingeh û esasên me teva, her wekî pêxemberê Xweda jî gotiye (s.): yek e; “Hûn tev ji Adem in, Adem jî ji axê ye.” Li dinyê jî û li axretê jî kesên kêfxweş û jiyaneke bi aram û bextewar bijîn yên bi ‘edalet û dadê tevbigerin e… Ev yek jî tenê li gorî meşa daxwaza ku Xweda û Resûlê Wî xwestiye dê bicre… Xweda gotiye: “Dema nakokiyek di navbera birayên we de peyda bû, wan li hevbînin.” Ev yek di sûreyê Hucûrat de wiha hatiye vegotin: “(Gelî bawermendan!) Heke du grûb ji bawermendan li hev bidin, wan li hev bînin. Heke yek ji wan êrîşî ya dî bike, hettanî ku li hukmê Xweda vegere hûn şerê grûba ku êrîş kiriye bikin. Heke (ji êrîşkariya xwe) vegere, êdî bi edaletî nava wan çêkin û (di her kar û barî de) bi edaletî bikin (bi zilm û terefgîriyê tevneger in). Bêguman e ku Xweda, hez ji dadmendan dike. 49/9” Ev ayet, ji bo bawermendan dîrektîfeke girîng e. Ne tenê bingeha aştiya civatî ya navxweyî, ya navneteweyî û navdewletî jî di xwe de digre. “Bawermend bira ne. Naxwe nava birayên xwe çêkin û ji Xweda bitirsin da ku rehmet li we werê kirin. 49/10” “Gelî mirovan! Bêguman Me we ji mêrekî (Ademî) û jinekê (Hewayê) aferandiye. Û me we kiriye millet millet, êl êl da ku hûn (maf û hiqûqê) hev û du nas bikin. Bêguman çêtirînê we li cem Xweda, mutteqîtirînê we ne. Bêşiwar e ku Xweda, Zana û Agahdar e. 49/13” Ev ayeta pîroz ji bo biratiya mirovan hîmekî pir saxlem e û divê her kes vê rastiyê bi rastî bişopîne. Ev sûret, digel kurtaya xwe gellek toreyên girîng di xwe de dicivîne. Me hişyar dike ku divê momin li gotinên bêbinyat guhdarî nekin û xeberên ku ji wan re tên vekolin. Nexasim gava ku ew nûçe ji mirovekî nemuteber, yan jî virek hatibe der. Civak şahide ku gellek nûçeyên mirovên fasiq ragihandiye bûye sersedema felaketan 49/6. Her wiha bi van toreyan hîmê civateke bêhnpak û îdeal jî avêtiye û bingeha komeleya şareza bisaxlemî daniye... Civak vexendiye exlaqên xweş û bêhnpakiyê… Hişyarî kiriye ku; divê em tinazên xwe li tu kesî nekin, li pey tu kesî nepeyivin, di mafê tu mominî de zena xirab nekinin… Daye zanîn ku; mirovê pişgotiniya mirovekî nehazir bike her wekî ku bi mirîtayî goştê wî dixwe… Her wiha ev sûret, rastiya îman û îslamê û mercên mominên kâmil rave dike ku; divê ew ji dil û can îmanê bînin, bi dilekî sade îbadetê bikin, di riya Xweda de bimeşin û karê qenc bikin... Resûlê Xweda jî wiha ferman kiriye: “ Zêdeyî sê rojan, nepeyvîna mominan ji mominan re qedexe ye.” Ya Rebbî! Tu me bixe vê rêya han! Birano! Ji bona biratiya rast, aştî û aramiyê divê tevgera me ji bo maf û nirxên fitrî be… Dema maf û nirxên fitrî hate parastin, ez bawerim dê timamê pirsgirêkên me çareser bibin… Nuha em tenê dikarin lavaya bikin… Ya Rebbî! Me destê xwe li ber dergahê Te vegirtiye û em lavayê ji Te dikin ku: Êdî şer û pevçûnê ji nava me û omata hebîbê Xwe rakî. Tu dilovan û ragirî! Tu me nekî alîgirê zulm û zaliman! Tu bi navê Xwe yî Hafız me biparêzî! Em aşîtî û biratiyeke mîna Ensar û Mihaciran dixwazin Ya Rebbî! Em dixwazin ku Tu di zimanê me de, di dil û dengê me de aştî û aramiyê bi cih bikî Ya Rebbî! Em ne tenê ji xwe re, di mala xwe de, di war û welatê xwe de û ji dinyayê re jî aşîtiyê dixazin ya Rebbî. Em ji bo mafê timamê insanan û rabûna timamê bêdadiyan lavaya ji Te dikin ya Rebbî… Qadirê mutleq Tu yî, em ji Te dixwazin… Tişta Tu bixwaze tavilê dibe. Tu jiyaneke bi biratî û aramî bike nesîbê me û haziran… “Xwedayê me! Sebrê birêje ser me, lingên me saxlem bike… 2/250” “Xwedayê me! Heke me jibîrvakir an jî me bi şaşî (tiştek) kir, Tu me berpirs neke. Xwedayê me! Wekî Te li kesên beriya me kiribû, barên giran li me neke. Xwedayê me! Barê zêdeyî hêza me li me neke (Me ji tiştên ku hêza me jê re nîne neke berpirs), li me bibûre (li kêmasî û qusûrên me nenêre), me bibexşîne, rehmê li me bike; lewra Tu xwedî (û dostê) me yî…2/286” Ji bo xatirê hebîbê Xwe Mûhemmed Mustefa Al û Eshabên wî, ji bo xatirê mezlûm, biçare û belangazan, ji bo xatirê salih û şuhedayan Tu vê lavaya me pêşwaz û qebûl bikî…
(M. Burhan HEDBİ) 22 Eylül 2012