Li Nisêbînê êrîşa çekdarî li konvoya polês û eskeran hat kirin, ji ber êrîşa ku hat kirin polêsan bersiv da û pevçûn derket.Di encama pevçûna ku derket de zarokek jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Êrîş li taxa Dîcleyê di derdora seat 15.30an de pêk hat. Di encama êrîşê de zarokên bi navê Mugdat Ay û Azat Denkerê 17 salî birîndar bûn.Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Ji kesên birîndar Mugdat Ayê 12 salî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.