tatlidede

Dîrokâ Kerboran (Dargeçit Kürtçe Tarihi)

  • 12.12.2014 18:31
Dîrokâ Kerboran (Dargeçit Kürtçe Tarihi)

Gundên dora Kerboran gelekin, dora 40 gundên Kerboran hene. Hindek ji van bi zilma devlete hatine valakirin (niha di van salên dawî de veger ji bona gunda heye, lê devlet tistê girîng weke arîkariya aborî ji bo gundî ya nakê, heta astengiya ji wara derdixê.
Gelek ji nav van gundan wek eşirî dihatin naskirin, berê wek; erebiya, basqiliya, omerkiya, elikiya, gundê sehida hwd dihatin naskirin.

Gelek ji van gunda wek bihistê (cinnetê) bun. Havîna bi fêkî û sînahiyên xwe reng didan xopana Kerboranê. Gundë berav wek Derêca,germero û sikeftika bi bexceyên xwe u fêkiyên xwes dihatin û tên naskirin. Her weha birincê Gûlbîs bi nav û deng bu li heremê. Tirihê hemu gundan bi gelek cureyên xwe hebun, wek;tirihé bilbizêkî, hesenî, libgolik, mezronê, tayifî, kerkus û gelek cureyén din. Petixê iwan, sebesê Behwaré, incorê Xelila, hejîrê Bêrkevan, dimsa Tîruwa u herweha cinneta Kerboran ava Germavé.

Yorum Yaz