99 Morîkên Belavbûyî - Helîm Yûsiv Kitap özeti, konusu ve incelemesi
99 Morîkên Belavbûyî kimin eseri? 99 Morîkên Belavbûyî kitabının yazarı kimdir? 99 Morîkên Belavbûyî konusu ve anafikri nedir? 99 Morîkên Belavbûyî kitabı ne anlatıyor? 99 Morîkên Belavbûyî PDF indirme linki var mı? 99 Morîkên Belavbûyî kitabının yazarı Helîm Yûsiv kimdir? İşte 99 Morîkên Belavbûyî kitabı özeti, sözleri, yorumları ve incelemesi...

Kitap Künyesi
Yazar: Helim Yusiv
Yayın Evi: Peywend Yayınları
İSBN:
Sayfa Sayısı: 152
99 Morîkên Belavbûyî Ne Anlatıyor? Konusu, Ana Fikri, Özeti
Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê Amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke despot berê xwe daye Elmanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi wergirtina mafê rûniştinê re, wekî kar ji xwe re wergêriyê hildibijêre. Bi baweriya wî, wergêrî pirek ava dike di navbera du însanan de.
Lê Azad ne wergêrê însanên halxweş e. Wekî wî bi sedan însan koçber bûne û li perekî Elmanyayê rastî nexweşiyên derûnî hatine. Veguheztina derd û kulên mezin ên van însanan ji bo derûnînas û rêveberên dewletê, her car hinekî din ji Azad re dibe xem û barekî giran. Lê bi xêra vî karî em hem dibin şahidê êşên koçberiyê, serpêhatiyên lehengên balkêş, trawmayên welatekî parçebûyî û hem jî ji nêz ve em çîroka razên evîneke kevn nas dikin. Bi sehne û rewşên realîst re 99 Morîkên Belavbûyî hem romaneke panaromîk e û hem jî bi teferûatên hûr çîroka karakterekî hûmanîst e. Çîroksaziya wê jî bi têra xwe bi hostayî hatiye hûnandin
99 Morîkên Belavbûyî Alıntıları - Sözleri
- - Kaka, eger îmkan heba û jana dil yan êşa giyan bihata dîtinê te yê bidîta ku ev laşê min, hestî û çermê min tenê qaşileke ji komek birînên kûr, veşartî û xedar e.
- Xewn qedîyan, hêvî neman, ronahîya çavan vemirî, xwezîyên dil hilweşiyan.
- Min her gav ji xwe dipirsî: _Ev çima kêfa van ji cudayiyê re nayê? _Çima dixwazin her mirovî bikin wekî xwe?
- Divê tu ji wî bitirsî ew ê ku dilê wî kor bûye.
- Xewn qediyan. Hêvî neman. Ronahîya çavan vemirî. Xwezîyên dil hilweşîyan.
- Piştî şewatên mezin min nas kir ku zimanê hezkirinê zimanekî wisa ye ku her kesê bixwaze pê biaxive divê haziriya xwe û şewitandinê bike.
- Evîn mîna balindeyê sîmurx e, dikare bişewite, dikare bê şewitandin lê dîsa jî wê ji nav ariya xwe rabe û xwe vejîne.
- Bêrîvan jineke wisa bû ku çar demsalan di yek rojê de li cem wê rû didan. Jineke wisa ku di kêlîkekê de ezmansayî û germ bû, di kêlîka din de dibû zivistan, sar, zîpik û kuliyên berfê jê dibariyan.
99 Morîkên Belavbûyî İncelemesi - Şahsi Yorumlar
Hin pirtûk hene ku xwînerên xwe bi xwe re dikin bende heta ku xwe bidin qetandinê, ji wan yek jî ev pirtûka Helîm Yûsiv a bi navê 99 Morîkên Belavbûyî ye. Helîm Yûsiv di pirtûka xwe de li ser pênaberîyê û derrûnnasîya wan, şerê mîta bav û lavan, û têkiliya jin û mêran piranî disekine. Bi taybetî jî derûnnasiya lehengên romanê bi awayekî hostatî hûnandiye nivîskar. Serlehengê me Azad e. Dêya Azad di dema welidandina wî de dimire. Ji ber hindê xwe ji mirina dêya xwe sucdar hîs dike. Dûrî ji germahî û dilovaniya dêya xwe mezin dibe. Di her jinê de dêya xwe digeriya. Ji vana yek jî Bêrîvan e. Ew rûyê dêya nedîtî di rû û bişirînên Bêrîvanê de didît. Ew jî wala derdikeve. Bêrîvan bi yekî din re dizewice. Di navbera bavê û yê wî de jî hin cara germahî hin caran jî sermayî çêdibe lê bi awayekî aram. Ji ber bûyerên sîyasî mecbûr dimîne welatê xwe terk dike û ber bi pênaberîyê diçe Almanyayê. Demeke kurt li kampekî de jiyana xwe didomîne heta ku kaxeta cîdestxistinê digire. Kaxeta wî tê û ew jî wek her pênaberekî dersa zimanê almanî digre û dibe wergerê penaperan. Di qursekî de Sandrayê nas dike û hîse ku ji di Bêrîvanê de digeriya di Sandrayê de jî digerîne. Bi Sandrayê re dizewice û di demek şûnde hev berdidin. Keçekî çê dibe di vê zewacê de. Dana. Keça xwe dişibîne dêya xwe... Her tim dêya nedîtî di rûyê wan de digeriya. Armanca jiyana wî ev bû... Biborin min hinek spoî dan, lê ewên ku min nivîsîn di romanê de %5 nagire. Ez vê pirtûkê bişîddet pêşniyar dikim. Roman bi terza post-modern hatiye nivîsandin ji ber vê hin motîn ku romanê de derbas dibin divê baş were fêm kirin ku pirtûk jî were fêm kirin. Mînak; Marên Kesk Balinde oedipus (Ferîdun Buendîa)
99 Morîkên Belavbûyî PDF indirme linki var mı?
Helîm Yûsiv - 99 Morîkên Belavbûyî kitabı için internette en çok yapılan aramalardan birisi de 99 Morîkên Belavbûyî PDF linkidir. İnternette ücretli olarak satılan çoğu kitabın PDFleri bulunmaktadır. Ancak bu PDF'leri yasal olmayan yollarla indirmek ve kullanmak hem yasalara hem de ahlaka aykırıdır. Yayın evlerinin sitesinden PDF satılıyorsa indirebilirsiniz.
Kitabın Yazarı Helîm Yûsiv Kimdir?
Helîm Yûsiv Kitapları - Eserleri
- Gava Ku Masi ti Dibin
- Dişsiz Korku
- Balıklar Susadığında
- Ölüler Uyumaz
- Miri Ranazin
- Memê Bê Zîn
- Jinên Qatên Bilind
- Sobarto
- Mêrê Avis
- Auslander Beg
- 99 Morîkên Belavbûyî
- Tirsa Bêdiran
- Wehşê Di Hundirê Min De
- Romana Kurdî
- Firina bi Basken Şikesti
- Sobarto
Helîm Yûsiv Alıntıları - Sözleri
- Hep karanlık olsun istiyorum ama aynı zamanda da korkuyorum. (Dişsiz Korku)
- Bêrîvan jineke wisa bû ku çar demsalan di yek rojê de li cem wê rû didan. Jineke wisa ku di kêlîkekê de ezmansayî û germ bû, di kêlîka din de dibû zivistan, sar, zîpik û kuliyên berfê jê dibariyan. (99 Morîkên Belavbûyî)
- Galiba insan biraz kendisinden uzaklaşınca, kendisini daha iyi tanıyabiliyordu... (Dişsiz Korku)
- Encax evîn dikare tiştên ku nayêne fêmkirin bi xwe re bîne (Firina bi Basken Şikesti)
- Evîna bêçare tenê can hildiweşîne. Jin dikare mêr mezin bike û dikare wî bike şimikeke jihevketî. (Sobarto)
- Adı buydu, incecikti ve sürekli sınır boylarındaki dikenli tellerin yanı başındaydı. Sürünün çobanı, karanlığın, mayınların, yoksulluğun ve acıların nöbetçisiydi. Omeryan Gülü Têlo (Ölüler Uyumaz)
- Ez Memekî bê Zîn im hevalo. (Memê Bê Zîn)
- Erê birîn di nîvê dil de ye û giran e lê yê ji bo armancekê kar bike wê dawîya dawî bigihîje encamekê. (Mêrê Avis)
- Ev dilê te wê ji min tenê re be, denge tê te? (Sobarto)
- Ez doza temenê xwe dikim, doza wan salên ku min di evîna te de winda kirin û hîn min tu nedîtibûyî. (Sobarto)
- "Em ji Xweda re ne û em lê vegerin." (Miri Ranazin)
- Lê wê bi ken gotibû; wê rojek ku her kes bi vî zimanê qedexe bixwîne. (Gava Ku Masi ti Dibin)
- Benîşto - Ev nav li xwe kir, ji ber wî dizanîbû ku hetanî li jiyanê be we bimîne benîştê devê xelkê. (Mêrê Avis)
- Mixabin, me dawîya vê êşê neanî, ne wilo tenê, em bûn destpêka vê êşê. (Gava Ku Masi ti Dibin)
- Hinekan berê xwe dabû Xwedê, gazî dikirin, da ku li wan û li welatê wan bê rehmê (Gava Ku Masi ti Dibin)
- Min her gav ji xwe dipirsî: _Ev çima kêfa van ji cudayiyê re nayê? _Çima dixwazin her mirovî bikin wekî xwe? (99 Morîkên Belavbûyî)
- Ez ê dîn bibim (Mêrê Avis)
- Xwedêyo ev bêhêvîbûn çi qasî zor e (Wehşê Di Hundirê Min De)
- Ev çi mirov in ku hebûna miriyên me jî tehemul nakin. (Gava Ku Masi ti Dibin)
- Welatê ku ji bilî lawir û xayînan tu kes nikare tê bijî. (Sobarto)