matesis
dedas

Aqilê Hevbeş

Aqilê Hevbeş

Mirov bi hêsanî dibînê ku gelek têgeh weke aqil, bîr, hiş di heman wate yê de tên bikaranîn. Di zimanê Kurdî yê rojane de, bêbaldarî ev têgeh dikarin di şûna hevdu de têkevin nava heman hevokê. Heger hinek cudahî di bikaranînê de jî hebin, ev di nava  xumamê de baş nayên tefsilandin. 
Di zimanê me de nayê bîra min, nayê hişê min, nayê aqilê min weke heman bûyer û têgeh tên bikaranîn. Di zimanê rojane de aqil dibe bîr, bîr dibe hiş û hiş jî dibe aqil. Di warê felsefî de hilbet cudahîya di navbêna hiş, bîr û aqil de gelekî eşkere ne. Li  di pratîka zimanê Kurdî de li ser pênasînên felsefî û mantiqî, dîrokî, civatî û psîkolojîk zêde niqaş nehatine kirin…
Hevbeşbûna Kurdan di vî warî de qels e. Gelo di vê mijarê de bi rastî bîreke netewî, aqilekî hevbêş, hişekî zindî di kîjan radeyê de ye? An jî ev hevbeşbûn çiqasî tebût e û mîrateyeke dîrokî û kulturî di nava xwe de vedihewîne gelo? 
Lê di çi wateyê de ev têgeh bên bikaranîn bila bên bikaranîn jî, dîsa di mînaka hiş, bîr û aqil de problemekî kurdan ya mezin heye. 
Çi ye ev problem? 
Çavkaniyên bîr, hiş û aqil gava ku ne hevbaş bin, di pirsa ragîhandin, zanebûn û hişmendîyê de tecrubêyên hevbeş, fikir û ramanên hevbeş, hest û dîroka hevbeş zêde roleke guherînî û helwestgirtineke rast nikare bigirê ser milên xwe. Danûstandinên sîyasî û dîrokî, felsefî û exlaqî wê gavê hûro mûro dibin, hemadengî di nava wana de ava nabe, hatûçûn li ser rêbazeke diyarkirî nameşe û hevdû baş fêm kirin nabe pirsa sereke. Nîqaşên di vî warî de zêde berhemdar nabin. Em ne bi hevdu re niqaşan dikin, em di ber hevdu re, di ser hevdu re, dibin hevdu re diaxivin. Ji ber ku referansên me yên hevbeş qels in, gotûbêjên me jî kûr nabin û heyvanê me mastê me baş nameyîne…
Gava ku di tûrikê Kurdan de tenê çîroka Mem û Zîn hebe, ev rastî tucara nikare têra ku mirov helwestên netewî bigirin bike. Çavkanîyên netewî, dîroka hevbeş, tecrubêyên ku hestên netewî xurt dikin, pîvanên exlaqî çiqasî hevbeş bin, ji heman kaniyê avê vexwin, helwestgirtineke netewî ewqasî hêsanîtir dibe. 
Ji bona mînak; rewşenbîr û sîyasetmedarên ku xizmetê ji serdestan re, ji dagirkeran dikin, ew ji bihêsanî qala Mem û Zîn dikin. Dîsa em dizanin ku mirovên ku ji bona welatê xwe, ji bona netewa xwe tiştên ku pêwistin dikin, li himberî dagirkerîyê têdikoşin, ew ji qala Mem û Zîn dikin! Ma hema Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, û Meleyê Cizîrî tenê têra aqilekî netewî dikin gelo? Kurdên me îro çiqasî ji edebîyat, dîrok û nirxên Kurdan yên hevbeş behra xwe girtine? Em çiqasî heremên xwe û kultura van hereman baş nas dikin? Em çiqasî kultura xwe ya devkî dizanin? Em çiqasî ekonomî û dîroka xwe rast fêr bûne? Em çiqasî şariştanîyên ku li welatê me ava bûne, nas dikin? Govend û stranên Kurdî, ma heta nûha bûne mîrateyeke hevbeş an na?..
Ji bona aqilekî hevbeş, netewî û civakî ava bibe, û ew jî bibe beşek ji nasnama Kurdan, divê mirata Kurdan ku li vir û li wir belavbûye, bi hevdu re entegre bibe û di nava hevdu de were meyandin. Divê dane, tecrube, bûyerên civakî û dîrokî bi hevdu re werin hunandin. Divê aqil û zanebûna Kurdan li hevdu baş bibanin.  Hişmendiya Kurdî divê ji vê kanîya hevbeş were avdan û ev mîrate di nava nasnameya Kurdî de were serifandin.
Aqilê hevbeş, bîra hevbeş, hişê hevbeş nikare rêzber be. Ji rastiyan dûr be. Formalîst be. Rêzberbûn û formalîzm di gelek waran de ji rastîya Kurdistanê bidûr dikeve. Netewayetî û aqilê hevbeş bêşik şênberbûnê ji me dixwaze. Divê ev têgehên hanê  li ser pratîka Kurdistanê bêne ava kirin, goşt û xwîna xwe ji mîrateya civata me bigire û bi Kurdî xwe îfade bike. Ma aqilê ku ji kîsî xelkê be, çiqasî dikare bikêrî doza welatê me were gelo? Aqilê Kurdan yê hevbeş divê Kurdî be û bihêsanî bikaribe xwe bi aqilekî gerdûnî re entegre bike! Em li dinyayê dijin, ev rast e, lê em Kurd in! Aqilê me yê hevbeş jî divê li ser vê rastiye ava bibe!
Em dizanin ku aqilê hevbeş xwe naskirine, doza xwe naskirine, civata xwe naskirine, welatê xwe naskirine. Dîsa aqilê hevbeş beşdarbûn û sûd wergirtina ji aqilê dinyayê ye jî, ango dinya naskirine. Di dinyaya aqil de Kurd û dinya bi hevdu re hene, hevdu timam dikin û warê Kurdan bi haweyekî şênber dîyar dikin…
Em dizanin ku aqil divê pratik be û tevahiya mirovantiyê bide ber xwe… Aqilê ku tenê ekonomîk be, tenê ilahî be, tenê kapitalîstî be, tenê milîtarîstî be, tenê felsefî be, tenê rojane be… Ew tucara nabe aqilekî  timam, ew hergav nivco dimîne… Ew nabe bersiva pirsgirêkan, nabe çareserî û fonksîyonên xwe yên civakî û dîrokî baş nikare bicîh werîne…
Aqilê ku îro weke aqil ji me re tê pêşkêş kirin, bi taybeti aqilekî ekonomiya kapitalîstî ye. Ev aqil, bêşik aqilekî kapîtalîst e û bêtir exlaq û berjewendiyên çîna xwe derdixîne pêş. Ev aqil ne aqilekî rast e û tebût e, li ser berjewendiyên beşekî li dinyayê ava dibe.  Ev aqilê kapîtalîstî nikare bersiva pirsgirêkên dinyaya me bide. Weke pirsa xizaniyê, zûlm û zordariyê, newekheviyê, li paşmayîbûnê, çewsandinê, şer û pevçûnê, jiyana luks û fexfexetiyê ûhw.. Ev aqilê ekonomiya kapîtalistî hilbet hêza xwe ji zanyariyeke modern ku ketiyê xizmeta kapîtalîzmê digire. Ji ber wilo ji mirov dikare bibêje ku ev aqilê hane, aqilekî sexte ye. Ev aqil xulamtiyê ji ekonomiya kapitalîstî re dike û ne li gora berjewendiyê mirovantiye tevdigere. Aqile rast û hevbeş divê beri her tiştî bikeve xizmeta hemû mirov û mirovantiyê. Ango ev aqil divê aqilekî pratik û gerdûnî be. Aqilê Kurdan yê hevbeş jî, aha divê ji vê çavkaniyê avê vexwe… 

Yorumlar

Image
yusuf
17.10.2014 / 11:26

Yazilarini turkce yazamiyormusun

Image
mizgin
17.10.2014 / 11:26

derinlikli bir yazı. Kim aklını eleştirir ki...

Yorum Yaz