tatlidede

Bi Kurdî Bi AXivin!

Bi Kurdî Bi AXivin!

Tevgera Kurdên Bakûr hîna zimanê Kurdî di nava çalakiyên xwe de nekirine zimanê sereke. Di mijara pirsa ziman de qûrmiçî mane. Kamil nebûne. Pirsa ziman hergav taloq dikin. Wexta vê taloqkirina jî nebaş dîyar e…
Hertişt li ber çavan eşkere ye. Di axavtina zimanê xwe de em nexurtin. Yên ku nexurtin dikevin pêşiya yên ku xurtin. Ji ber ku yên nexurt piranî ne, ew zora yên xurt dibin. Ma ji berê de bav û kalan negotine; piranî zora mêranîye dibe. Di nava gelek civîn û xebatan de, du gotin Kurdî ne û not û heşt gotin bi Tirkî tên gotin. Xiyala xwe bidin civîn û çalakîyan; mirovên ku bi zimanê xwe di axivin bi tiliyên destan tên hejmartin. Mirovên ku bi zimanê xwe diaxivin bunê weke dekorasyon ji sîyaseta Kurdan re. Ma ev ne şerm e? Em bi zimanekî biyanî sîyaseta Kurdan dimeşinin û di vê yekê de jî em tiştekî eceb nabînin!
Ma ev yek bi xwe ne eceb e!
Gelek Kurdên ku siyasî tevdigerin zimanê Kurdî, kultura Kurdî, hestên Kurdî, ramanên Kurdî di hundirê xwe de neserifandine. Bêhna Kurdayetiyê ji wana naye. Helwesta wana kozmapolitîzm me. Armanc bizelalî ne diyar e. Dinya wana û rastiya Kurdan li hevdu nake. Dilbijandinên wana hergav biyanî ne. Daxwazên wana û rastiya girseyîya Kurdan gelekî ji hevdu dûr in.
Di navbêna Xelîl û Celîl de diçin û tên.
Pişti ewqase xebat, êş, koçberkirin, kuştin û dîrokeke tije xwîn hîna gelek mirovên me pirsa zimanê Kurdî jî xwe re nekirine kar. Pirsa ziman weke pirseke talî, pirseke piştî rizgarkirinê tê nirxandin. Şaşî ji xwe aha di vir de ye…
Pêşeng û reberê ku bi zimanê xwe nizani be, pêşeng û rêberek çawa ye gelo? Çiqasî dikarin Kurdan ji aliyê raman, hest û kultur de  temsîl bikin?
Ez bahwerim ku ev helwest heta mirinê wê bi wana re here gorê. Pêşketina me ya aktuel  eşkere vê yekê nîşanî mirovan dide.
Di civîn û konferansên li ser  zimanê Kurdî de gelek biryarên baş tên girtin. Lê divê ev biryar ji aliyê tevgera Kurdan de bi bahwerî werin çespandin. Ev biryar divê di hemû qadan de bibe helswesteke netewî. Ewên ku wan biryara di çalakîyên xwe de bicîh neyîne, van biryaran di kesayetiya xwe de neserifine, divê mirov wana hergav şiyar bike û peywirê wana hergav dibîra wana de bîne.
Gerek ev biryar bibin biryarên sîyasî û berê sîyaseta Kurdan diyar bike.
Ewên ku van biryaran di kesayetiya xwe de, di helwesta xwe de neserifîne, mafê wanî ku Kurdan temsîl bikin, divê tunebe. Tevgera sîyasî divê di vê helwestê de xwedî prensîb be û tû şikan ji nezelalîyê re nehele.
Hemû biryarên  ku di civû û konferansan de hatin girtin hêjayî niqaşkirinê ne. Lê yek di nava wan biryaran de heye ku divê em gelekî li ser bisekinin. Ew jî ev e; Kurd divê di nava xwe de bi Kurdî biaxivin û bidin û bistînin. Divê em helwesteke Kurdî derdixin pêşiya tevgera Kurdan Bakûr.
Ev helwest divê bibe rengê siyaseta Kurdan
Ev biryara ku emê bi kurdî biaxivin û bidin û bistînin gelekî giring e. Bi salan ji bona vê daxwaze me têkoşîn da lê hevalên me yên siyasî û berpirsyaran ev daxwaz beravêjî kirin. Ev biryar bicîh nanîn, biryar sivik kirin û ev biryarî kirin goriya hinek biryarên din. Gava ku Kurdperweran di vê yekê de isrardikirin, etiket amade bû; neteweparêze li paşmayî!
Veca di rastîya gelê Kurd de kî li paşmayîye û kî pêşmayîye ev jî niqaşeke din e. Ji aliyê Kurditîyê de û jî aliyê semantîka ziman de gotina lipaşmayî û lipêşmayî cîh bi hevdu ve guhertine. Yên ku di pirsa zimanê Kurdî lipaş mane xwe weke mirovên lipêşketî dibînin! Bi kurmancî gotin heye; heko û meko navê xwe li hevalê xwe ko!
Ev helwest jî wilo ye.
Tê gotin ku her dar li ser koka xwe hêşin dine. Her teyrik bi refê xwe difire. Ev nirx ji bona hemû kesan derbas dibe, bi taybet jî ji bona Kurdan. Ji ber ku zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê dibin gelek zehmetiyan de maye. Pêşketina zimanê me, xwe nûhkirina wî, dewlemendkirina wî bi darê zorê hatiye sekinandin. Zimanê Kurdî hatiyê biçûk kirin, hatiyê qelskirin, rê lêhatiyê birin lê heta nûha jî zimanê me liberxwe daye.
Pirsa zimanê Kurdî pirseke sîyasî ye.
Ji ber wilo jî divê sîyasetmedar û rêber bi zimanê xwe sîyasetê bikin. Divê siyasetmedar û reberên me di hemû çalakîyan de bi zimanê xwe biaxivin, pê bidin û bistînin û bibin minak ji bona hemû kesan. Yan na di mijara ziman de helwesteke zelal, sîyasî û exlaqî pêş de naçe. Gava ku pirsa ziman ji nava Tevgera Kurdan koçbike, helwesteke netewî nikare rehê xwe berde nava kûraniya gel. Ji ber ku ziman jîyan û dilê neteweyekî ye!
 

Yorum Yaz