tatlidede

ÇAWA 'LIMÊJ STÛNA DÎN E' ?

ÇAWA 'LIMÊJ STÛNA DÎN E' ?
Di vê nivîsa xwe de em ê li ser şîrovekirina hedîseka resûlê Xweda rawestin.
    Resûlê Xweda ( s.) di hedîseka xwe de dibêje: "الصلاة عماد الدين" Ango "limêj stûna dîn e."
Îcar stûn çî yê?
Te dî ew dîrengê xurt ku beşt û mabeştên din pê disekine.
Dibe ku yek bibê îcar çilo? Ma hema erkan û perçeyên dîn giştik bi limêjê sekinandiye/li piyaye?
 
Em ê bêjin de ka em bi hev re li ruknê îslamê binêrin ku çi nin.
1) Bêjeya şehadetê
2) Limêj
3) Rojî
4) Zikat
5) Hec
 
      Meriv dikare wek mînak bibêje ku evana ji her pênc beştê îslamê yên bingehî nin. Ango ruknê îslamê nin ku bibênebê ne. Lê îslam ne ve bi tenê ne!
 
De îcar ka em bi çavê hîkmetê li van ruknana binêrin û binirxîn in.
 
a) Kelîma şehadetê. Di limêjê de heye an tuneye? Heye.
Wexta ku tehiyyat tê xwendin em dibêjin: "Eşhedû ella îlahe îllallah we eşhedû enne Mûhameder- resulullah."
Insanek di jiyê xwe de vê bêjeyê ji canûdil carekê jî bibêje bese.
Hat fêmkirin ku wexta limêj tê kirin, ew ruknê sereke bi cih tê, belê.
 
b) Limêj. Jixwe dema te kir hat cih. Îşale hat fêmkirin. Baş bifikir!
Ji bo hê xweştir were fêmkirin, dixwazim di vir de binê têbiniyekê bi xetê qalin xêz bikim. Ew jî ev e: heta hiş li serê yekî be, bi tu awayî fitwa nekirina limêjê tuneye.
Tew nikaribe wê di ser dilê/hişê xwe re derbaske. Naxwe hat fêmkirin ku ji van ruknan bes limêj bibênebê ye. Ji ber ku li gor hin ruxsetan rojî û li gor tunebûna derfeta Hec û nebûna mal zikat saqit dibin. Ma ne wa ye?
Naxwe ji bilî limêjê ruknên din ji stukura hin misilmanan dertê. Bigotineke din; hin misilman ji çêjkirin û ji bicihanîna hin ruknan mahrûm dibin.
 
c) Rojîya heyva Remezanê. Em bêjin filan nexweşe an rêwîye an kokime ango nikare rojiyê bigre (ruxset) ferza rojîyê ji ser radibe an na? Belê, kesên xwedan ruxset dikarin rojiyê negrin. Fitwe jêre heye.
Lê dema em li şeklê rojiyê dinêrin parastina ji du tiştan: Ango "parastina zik û minasebeta cinsî" dertê pêş û ev herdu di limêjê de jî qedexe ne. Heta peyv û hwd... Ma ne wa ye?
Belê, de ka em dêna xwe bidinê, wexta yek limêj bike di nava limêjê de; vexwarina avê, xwarina nan û minasebeta cinsî ma lê ne heram in, limêj pê netêw dibe an na? Dibe.
Naxwe heke demeke kin be jî yekî ku limêj kir, bi saya limêjê ev rukn jî çêj kir.
Em dikarin bibêjin ku rengek ji rengê rojîyê di limêjê de çêbû. Çimkî meriv nan û avê venaxwe. Û xwe ji minasebeta cinsî dûr dixe. Belê...
 
d) Zikat. Zanyarên îktîsadê û aboriyê dibêjin ku mal çêlika kar û xebatê/kedê ye û kar û xebat jî çêlika demê ye. Ango yekî wexta/dema xwe ji bo xebatê feda neke mal bi dest naxe.
Ji vê jî hat fêmkirin ku koka zikatê fedakirina demê ye. Meriv, zikatê ji wî malê ku berhema demê ye, dide.
Li gor zanyariyê mal bi çi çê dibe? Bi xebatê çê dibe. Xebat ji çi çê dibe? Li gor zanyaran bersiv ev e: Tu zemanekî xwe yî diyar jê re vediqetînî. Mînak seet ji 8'a tu diharî dikana xwe û heta seet di 5-6 tu derdikevî. An karekî bi qaweta piya. Tu wî zemanê xwe ji bo aborîyê hesir/dorpêç dikî.
Belê, wexta tu dikevî nav limêjê, ma ne tu zemanekî xwe ji Ellah teala re vediqetînî ango feda dikî.
Naxwe heke bi derûnî be jî meriv dikare bêje "yekî ku limêj kir, bi saya limêjê bingeha vî ruknî jî çêj kir.
Meriv dikare bibêje ku çawa zikat bereketa mal e, limêj jî bereketa wext e. Ev jî bû.
 
e) Hec. Hec, li gor bi cihanîna hin nusûkan û ziyareta/tewafa Beytê ye. Ango biqesda Beytê derketina rêwîtiyê ye...
Dema tu limêj jî dikî, tu xwe amade dikî, berê xwe didî beytê û dema di nav lêmêjê de yî her dem dilê te bi beytê ve yi.
Çendî ne bi laş be jî lê bi dil wek te beyt ziyaret kiribe. Belê, yekî limêj bike pêwîst e ku berê xwe bide beytê.
Naxwe heke ne bi laş be jî bi saya limêjê te bi dil û hiş, ev ziyeret bi cihanî û ev rukn jî çêj kir.
 
Naxwe meriv dikare bibêje (heke bi hindikî be jî) ji ber ku icrabûna eslê temamê erkanê îslamê di limêjê de li ser herkesî mumkun û pêkan dibe, Pêxember (s.) gotiye; "Limêj stûna dîn e. Ew kesê limêj nekir dinê xwe hedimand-dinê wî hedimî."
              Ma îhtîmal heye ku însanekî feqîrê mal, zikatê bide an here hecê? Na!
Ji ber tuneye nikare zikatê bide an here hecê. Hem yekî kêmseet ango tendurustiya wî ne li cih, ji ber ku dikare rojiyê negre, ew ma bê rojî.
Lê dema bi vê felsefê limêj bike heke bi hindikî û derûnî be jî koka van rukna bi cih tîne. Ev e mana; "limêj stûna dîn e".
Xweda çêtir dizane...
M. Burhan Hedbi

Editör: M.Burhan Hedbi

Yorumlar

Image
FİGEN DEMİRSOY
15.07.2023 / 11:28

Keşke Türkçesini de yazsaydınızda çoğunluk da anlasaydı!

Yorum Yaz