tatlidede

Çepgirê Welatê Xwe!

Çepgirê Welatê Xwe!

Mirov dikare bibêje ku têgeha çepgir, sosyalîst, Marksîst li gora hevok û mebestên mirovan dikarin werin guhertin. Ev têgeh ji nêzik de bi hevdu ve girêdayî ne, hevdu timam dikin û wateyeke kûrtir didîn dîtin û teoriyên li ser civatê, sîyasetê û dîrokê. Ez bi xwe dibêjim çepgir û sosyalîst gava ku ne Marksîst bin, helwesta wana tucara tebût nabe. Helwesta wana nîvco dimîne û civata ku ji bona pêşerojê tê ramandin xumamî dibe. Ev mirovên wilo rojek li vir in û rojekê din li wir in. Di helwesta xwe de opurtinîst in. Mamostê wana jî Sileman Demirel e. Ma Demirel nedigot; doh doh bû û îro jî îro ye!  Wey meşeleh ji çepgir û sosyalîstên ku mamostê wana Demirel be! Ev mirovên wilo xwe ne dûrî mizgeftê dikin û ne jî dûrî Dêrê dikin. Carna şaşîkên mela didin serê xwe û carna ciba papazan li xwe dikin. Carna ateîstin û carna jî oldar in. Carna Kurd in û gelek caran jî weke Tirkan dijîn u diramin…
Ji ber wilo ji naşibin tiştekî. Gelek caran Kurdan ji mexlûqatên wilo re digotin; ma ev çi teba ne lo!
Li  dinyayê, li dora xwe, li dîrokê temaşe bikin, hemû çepgir, sosyalîst û Marksîst li ser xaka welatê xwe sîyasetê dikin, teoriyan diafirînin, dîtinan pêşkêş dikin. Ji ber ku ya normal ev e, ya ku raste ev e, siyaset ev e. Ma çepgirekî Emerika Latin diçê bi çepgirêkî Yunanî re, Îranî re, Swedî re.. rêxistineke hevbeş ava dike gelo? Ma herkes nabêje ku hevkarî tişteke û ku mirov bi hev re, ji bona heman armancan di nava heman rêxistinan de cîh bigire, dibe tiştekî din… Him çepgirên Kurdan û him jî Mislimanên Kurdan, heta nûha, pêşî cemaata misliman û dinya xelas kirine, ji rastiya welatê xwe bidûr ketine, dûra heger wextê wana mabê tiştikin li ser welatê xwe gotine. Ewên ku nizabe jî dibêje qey, cemaata misliman û dinya li bendî wana ye! Bahwer bikin hayê kesî ji wana tuneye!  Ji bona mînak; ma yekîti û serbixwebûna  Kurdistanê  bi pêwendiyên Kurdan yên navxwe destpê dike an ji  li peytextê dagirkeran tê xitimandin? Me yekîti û serbixwebûna Kurdistanê bi Hewler, Wirmîyê û Qamişlo re ava dibe, an jî bi Enqera, Tehran û Bexdayê re?
Gava ku mirov bi dildarî nêzikî pirsgirêka Kurdan bibe, bersiva wan pirsan gelekî hêsanî dibe. Na, heke mirov bi zimanê şildimbildim biaxivê, wê gavê bersiva wan pirsan gelekî zehmet e. Ma hemû pirs û bersivên ku bi zimanê şildimbildim tên  dan, ne wilo ne gelo? Gava ku tevgera Kurdan bi zimanê xwe biaxive, li welatê xwe li çareseriyê bigere, xwedi li çand û dîroka xwe derbikeve, bersivên me wê rengê welat û Kurdewariya me bigirin.
Veca ez bi kurtası dibêjim; gava ku çepgir, sosyalîst û Marksîst ji rastiya welatê xwe bidûrbikevin û bidin ser rêya çûn û nehatê, ez ji çepgirî, sosyalîstbûn û Marksîstbûna wana dikevim şikan. Ma li Kurdistanê têra xwe pirsgirêkên ku  werin  çareserkirin tune ne? Ma kedkar, bindest li welatê me tune ne? Ma Kurdistan ne welatêkî dagirkiriye? Ma Kurdistan ji aliyê serdestan û nokerên wana nayê çewsandin? Marksîstên Kurdan baş dizanin ku Rizgariya Kurdistan di esil û feslê xwe de wê rizgariya welatê cîran jî bi xwe re bîne! Ma Marksîstên Kurdan bi salan wilo nedigotin?
Ji ber ku di nava van pirsan de îro gelek sergêjekî çêbûye, ez dixwazim minakek dîrokî û şênber raxim ber çavan; Polonya di demekê dîrokî de weke Kurdistan hatibû perçekirin. Polonya weke welat û gel di nava sê dewletên mezin de dihat perçiqandin. Li ser Polonya çepgir û sosyalîstan gelek niqaş dikirin. Hemû çepgir û sosyalîstên welatekî li gora xwe hinek ‘dîtîn û teorî’ pêşkêş dikirin. Lê di encamê van dîtin û teoriyan de Polonya herdem perçebûyî û neserbixwe dima. Polonya nedibu ya gele Poloni…
Ji bona ku ev tevlihevî ji navê rabe, Fredrik Engels wilo digot; Ji bona ku enternasyonalîzm bi rastî bi cîh were, divê her dîk pêşî li ser sergoyê xwe  bang bide! Ango her welat azad û serbixwe bibe… Ma dîkên me li ser sergoyên kê bang didin lo? Ma heta nûha Kurdan çiqasî Marksîzm rast fêm kirine gelo? 

Yorum Yaz