tatlidede

Civata Canbazan

Civata Canbazan

Di nava civatan de gelek mirovên ku xwediyê taybetmendiyên cuda ne hene. Ev taybetmendî li gora pîvanên exlaqî têne binavkirin. Ji bona mînak; dizî li gora kîjan pîvanan xerab e? Dizî bi xwe çî ye? Çiqas babetên dizîyê hene? Gava ku desthilatdariya fermî û sîyaset dizîyê dike, çima navê wî ne dizî ye?  Gava ku siyasetmedar kêda mirovan didîzin, çima navekî din lêdikin? Çima navê dizîyê li gora mirovê ku vî karî dike tê guhertin? Ma gava ku tevgerên siyasî dizîyê dikin suc mezin e an gava ku kesek vî karî dike? 
Bersiva van pirsan bêşik di qanûn û di pîvanên exlaqî de hene… Lê di gelek rewşan de qanûn û pîvanên exlaqî ne baş zelal in û piranîya caran jî ev pîvan li gora îdeolojî û pratika serdestan hatine formule kirin!
Di civatan de em dizanin ku mirovên baş û nebaş bi hevdu re dijîn. Qencî û xerabî li tenişta hevdu ye. Tirsonek û wêrek ji heman tasê avê vedixwin. Em dizanin ku diz û dizên kedê di heman tevgirêdanê de dijîn.  Doktor û nexweşê xwe jî dîsa di civatekî şênber de li hevdu rast tên.  Ateîst û odlar gelek caran ji mecbûrî silavê li hevdu dikin, ûhw.
Civatên ku yekser û yekrêz ji heman tîpan û kategoriyên sosyal pêk tên, ji destpêka şaristanîyan heta nûha pêde nebûne. Civata çînayeti, çalakiyên ekonomî, pişeyî û berjewendiyên kesan rê li ber civateke yekser û yekrêz digirin. Hemû kategorî, kes û berjewendîyên şênber, ji xwe re îdeolojîyeke, exlaqekî, helwesteke sîyasî û civakî dikin bingeh û dixwazin civatê li gora xwe format bikin. Heta nûha tu civat ji yek exlaqî, ji yek dîtinê, ji yek rêxistinê, ji yek helwestê, ji yek tîpên sosyal pêk nehatiye. Em dibînin ku civat hezar rengî ye! Her kategorî jî dixwaze civatan li gora xwe dîzayn bike. Ma bi hezar salan leşker û şerxwazan ne xwestine ku civatê li gora berjewendî û îdeolojîya xwe format bikin?
Ji bona ku mirov civatekê baş fêm bike, divê stûnên sosyal baş werin zelalkirin. Stûnên sosyal ji kîjan taybetmendiyên pêk tên? Ev stûnên ku hene xweserin, xuyayîne, an ji tenê qaqilekin di nava tevgirêdanên civatî de ne? Ev stûn ji bona jiyana civatî çiqasî giring in an jî çiqasî bê wate ne? Fonksiyona wana çî ye? Ev stûn bermayên civata kevnare ne an ji diyardeyên civateke nû ne? Ûhw…
Hilbet ev tenê çend pirs bûn. Gava ku em li ser pirs û bersivên wilo hûr û kûr bibin, zanebûn li ser civatê zêde dibe, qirş û qal ji hevdu cuda dibin û pêwendiyên mirovan zelal dibin. Civateke bêdarazînên exlaqî, sîyasî û îdeolojî nikare bahweriya mirovan qezenc bike. Ez dikarim bi kurtasî û bi dildarî  bibejim ku; civateke ku eşkere ji canbazên Helebê pêk be û sîyasete weke canbaziyê binirxîne, têkeve hemû kirasan û xwe di mireka civatî de nebîne,  divê rewşenbir rexnegir bin. Civateke ku tene ji bêbavên Şamê pêk were, rehm di dilê wana tunebe, vijdan û pîvanên exlaqî biavêje ser sergoyan, dîsa divê rewşenbir rexnegiriya xwe berdewam bikin. Civateke ku ji pêxwasên Diyarbekirê pêk were û her tiştî weke mafê xwe bîbîne, ji tasa roviyên fenek û bêbext avê vexwe, dîsa divê rewşenbir ji helwesta xwe veneger e. Gelo civatekê ku xwedî wijdan be, çawa dikare bê niqaş û darazandin van taybetmendiyên civata xwe daqûrtine? Ma civata ku dadwerî û wijdan, pîvan û exlaq, di vê civatê de berê xwe dabin ber berjewendiyên xwe tenê, tenê ji xwe re bin û ne xwediyê hişmendiyeke civatî bin, gelo pêşeroja vê civatê, wê çawa bingehê xwe bigire?
Gava ku civatek ji Dûrziyên ku li ser rêya Hecê, hecacan tazî bike pêk were, gava ku mirov weke bênamûsên li ser pîra Mûsilê nikaribe namûsa û kesayetiya xwe biparêze, li xwe xwedî derkeve û dûra ji here heyfa xwe ji kûflet û zarokên xwe hilîne, gava ku tevgêrên Kurdan nikaribin bi dijmînên xwe û dûra ji herin hemû kîn û nefreta xwe bi ser birayên xwe yên Kurd de verşin, wê di pêşeroja Kurdan de civateke çawa ava bibe gelo? Heke em nûha bi destê xwe vê gavê biavêjin, darikê bênamûsîyê di nava pelûla bastêkê de dakin û îcazetê bidin kategoriyên wilo, emê wê gavê gazinan ji kê bikin gelo? Ma ku mirov xeyara biçine, gelo mirov dikare li dewsa  xeyaran şebeşa bide hevdu?
Ma ne gotineke me Kurdan heye, dibêje; qenc kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro! 

Yorumlar

Image
slaw
25.09.2014 / 13:56

Xax Cıziri, siyasetmedar hêr gav kêdavan dîziyı. Ku nawa çı le lêkin ji dîzi dîziyı. u xêlas

Yorum Yaz